• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Tayyîp Temel arrow Kurd û çavnebariya tirkan
Kurd û çavnebariya tirkan Binivîse E-posta
 

Bi qasî ku ez pê dizanim ji gelê kurd mezintirîn tu milet li ser erda cîhanê ku azadiya xwe û serxwebûna xwe bi dest nexistiye tune ye. Miletê kurd ji bo serxwebûn û azadiya xwe bi dest bixe têkoþîneke bênavber daye û hîn jî ji vê nehika xwe daneketiye.

 Yên ku welatê kurdan dagir kirine ereb, faris û tirk in. Yên di vê dagirkirinê de bi israr û inyad in miletê tirk e. Tirkan serûbinê jiyana kurdan dagir kirine û çavên wan bar nabe ku kurd bi mafên xwe yên suriþtî þad bibin. Tirk naxwazin li berbangên erdnîgariya kurdan gulên azadiyê bibiþkivin. Tim û dawîn azadî layiqî kurdan nedîtine. Hewldanên têkoþînên kurdan ên azadiyê bi fen û fitan, kuþtin û talankirin û qirkirinê ve rû bi rû mane. Tirkan ev feraset ji xwe re kirine rêbaz û peyrev. Hîn jî gelê kurd dudil nebûye û wechê xwe ji gelê tirk nequrmiçandiye û destê xwe yê biratiyê dirêjî wan dike. Ev çand çandeke insanî ye ku bi hezar salan e di nav gelê kurd de cihê xwe girtiye. Di vê canda gelê kurd de jîn heye, jiyan heye, evîn heye, hezkirin heye, þanazî û rûmetdarî heye. Ev çanda gelê kurd a mulayîm hêjayî pesindanê ye û tovên þaristaniya siberojê tê de razayî ye.

Dîroka kevin û nû ya Rojhilata Navîn bi pirêzeyên xwe van gotinên me dipejirîne. Gelê kurd bi her awayî xizmetên bêsînor ji civakên rojhilat re kiriye û tu carî çav bera xaka wan, malên wan û xîreta wan nedaye. Her dem xwestiye bi awayekî aþtiyane bi civakên cîranê xwe re bijî, dan û standinên xwe bi awayekî maqûl û insanî derbas bike û derbas kiriye. Dema þerê cîhanê yê yekêmîn kurdan pî bi pî bi tirkan re þer kiriye. Çi dema ku tirk ketine zaboqên teng kurd bi hawariya wan ve gihiþtine þîn û tahliyên civaka tirk bi wan re par kirine.

Konjoktura cîhanê û þert û mercên roja îro tirk anîne pozisyona serdestiyê. Destbikarên tirkan van firsetan dixwazin di eleyha kurdan de bi kar bînin û wan biherifînin û dawî li nîjada kurdan bînin. Jixwe di ser û binê axaftinên wan de, em ê kokê li wan bînin, heye. Van gotinan ne bi awayekî sernixumî bi awayekî vekirî û alanî ziq li reþika çavên kurdan dinêrin dibêjin. Dema ku mirov li neynika pratîk û pirezeyên tirkan a sîsalî binêre bi hemdê xwe û bi awayekî rehet niyeta wan a xirab mirov kare tê de bibîne. Ev mantelîte û hiþmendiya hanê ne ya kesên ji rêzê ne. Ev rê û rêbazên dewleta tirk bi xwe ne. Ev konsensûsa hanê ya dewleta Tirkiyeyê ye. Ku ew jî rê û rêçikên vê hiþmendiyê ji kaniya xirabiyê ya Jontirkan avê vedixwe. Ev hêzên xêrnexwaz dixwazin erdnîgariya Mezopotamyayê û Anatolyayê ku bi hezarsalan e sûd dane hev, hev du xwedî û kedî kirine destên wan têxin pêxêlên hev du û her du civak bi hev bixeniqînin. Belkî ji vê kêlikê û pê ve wê dewleteke bi navê Tirkiye nemîne û wê bibe pirçik û parî. Belê qenciya Jontirkan û xelata wan ya ji civaka tirkan re encamê wê vê ev bin.

Destbikarên tirk çi xirabiyên bêhngenî hene dixwazin bera nava kurdan bidin. Çi fêl û ferasetên nelirê û mirovatî pê diêþe û xîreta insên pê diþikê ku hene ceribandinên wan li ser ednîgariya kurdan têne bikaranîn û dixwazin têxin pratikê. Destbikarên tirkan dixwazin civaka kurd di warê zanistiyê de nezan bihêlin û wan bikin peykerên dengjênehatî. Destbikarên tirkan dixwazin ava jiyanê ya civaka kurd bi her awayî qut bikin û weke payîza pelweþandî pelên darên civaka kurd zer bikin, biweþînin û xira bikin, wê biherifînin. Destbikarên tirk guhartin û veguherînên civaka kurdan bi çavên serê xwe dibînin, har dibin û daw û doza qirkirinên beriya niha bi sed salî ku kirine dîsa dixwazin dubare bikin. Destbikarên tirk fort û beradanên xwe bi rewtên di destên xwe de li avê dixin û dixwazin psîkolojiya kurdan, giyanî û arîþeya wan serûbin bikin. Desbikarên tirkan çikûz in û çavnebar in naxwazin ku kurd ber xwe bibînin û bi rehetî serê xwe deynin ser balîfa xwe.

Kurdên ku peykên xwe ji van destbikarên çavsor re vedikin ew jî dihem di tewla bezê de hespa gunehkariyê dibezînin.

17-10-2007 08:18
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 17-10-2007 08:18. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment. Last update on 17-10-2007 08:18
Views: 758    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;