Ev her du gotin bi xulqiyeta mirovî re pêre peydabûne. Însan dema ku li xwe hay bûye û pê de saw û tirsê bestika wî bernedaye. Saw û tirsê mîna du cêwîkên heyi li psîkolojî û giyaniyan insên derb lê daye û insan ji gelek xeyalên wî bi dur xistiye. Psikologên herî mezin Sîgmûnd Freûd di berhema xwe ya bi navê “Þaristanî, ol û civak” de bi awayekî xax û xof jêgirtî nêrînên xwe yên li ser þer û mirinê tîne ziman.
Me di nivîsa xwe ya hefta çûyi de bahsa têgeha terorîstî çi ye kiribû. Em ê dîsa li gotinê vegerin. Bi kurtayi þîrove bikin. Dibêjin orjîna gotina terorîstiyê bi fransî “terreûr” tê bilêvkirin. Wateya wê; çav tirsandin, qutufandin, erîþkirin, talan kirin, herifandin û bi riya saw û tirsê zorga (tedhîþ) kirin e. Yên ku vî karî bi awayekî rêxistînî dike; hizip, partî û dewlet jî tê de, ku di vê riyê de dimeþin saw û tirsê bi ser ê dinê dixin tê wateya ku kar û barên terorîstiyê dikin. Dema ku yek kesek bi tena serê xwe vî karî bike ew jî dibe terorîst.
Dema ku em ji wan têgehên jorin ku hatiye rêzkirin mijarê hildin destên xwe û bi vê babetê kirin û pêkhatinên ku li welatê me qewimîne ka bêbinê wê çi dîmenên sosret bi sûret bibin. Ji dema ku komarê þûna lingê xwe girtye û pê de saw û tirs fesilandiyê û bi ser bejin û bala xwe ve dakiriye. Þebot û darê zorê hildaye destên xwe û ev heftê, heþtê sal in ku ev dewlet kurdan mîna keriyên pezî daye ber xwe û wan dajo. Serê zexta vê dewletê tim bi xwîn e û devê kulingên vê dewletê li koklêanîna kurdan digere. Dewlet vî karî bi awayekî ser nixumî nake bi awayekî elenî piratik û propogandaya vi karî aþkera û li ber çavên gelên kurd dike. Zebeniyên xwedê giravî ku hawariya demokrasiyê dikin vî karê dewletê yê terorîstî baþ dibînin û tê digihîjin. Dewlet ew heftê, heþtê sal in saw û tirsek xistiye nava perda dilê kurdan.
Kurd bi zimanê xwe peyivîne dewletê tiþtê nemayî aniye serê kurdan û kurd xistine binê wê sawa mezin û mecbûrî ku bi zimanê hinî din bipeyivin. Ma gundiyên ku nêzî firina nanî bûye û ku ji kesên firinkar re gotiye “ka nanekî bi zimanê tirkî bide min” ku ne zor û zulumat e û ku ne terora dewletê be, ma ka gelo wê çi nav li vî tiþtî bê kirin.
Weke pirs ma gelo gundên ku xwedê wê lê aniye dinyayê ku navên wan nehatiye guherîn hene? Ma gelo li Kurdistanê çiyan þewil, newal, neqeb, zaboq, borik, gir, gol, delav þet, çe rubar, pir, goristan û sûletên serê çiyan, bermahî, camî, kilîse, deþt, berî, zozan û weke wan ku hîn navê wan nehatiye guherîn hene. Ma ev teva ne ji bo herifandina civakê ye ma guherîna wan ji bo çi ye? Ma ev ne ji bo jibîrkirina çand û dîrokê be ma gelo çi ye? Ma ev ne qetilama çandê ye ma gelo çi ye? Her navekî çiyan, her navekî geliyan, hernavekî deþt û beriyan, serpêhatiyeke wê ya dîrokê heye û xwedî mit û mîtolojiyekê ne. Nav û dirbên xwe ji serpêhatiyên xwe wegirtine. Tê rabî bi yek der bare navê erdnîgariyekê ser û bin bikî bi darê zorê û bi saw û tirsê tê biguherînî. Ma ku ev ne terorîstiya çand û hûnerêye, ma çi ye? Ma ku ev ne tunekirin û qetilama neteweyekê ye, ma gelo çi ye?
Kesên ku li dijî van kirinên we derdikevin hûn ê wan bikin terorîst û hûn ê xwe jî bikin, mumîn û misilman. Li hêlekê qewmekî hûn ê tune bikin, li hêla dinê hûn ê bi bîr û baweriyê wî bilîzîn û zar û zêçên wî bi baweriyên wî jehrînî bikin û bi teyarên bombebaranê bi deh hezaran hûn ê þobotên sincirandî di nava guhên wî de bidin û þûnde Hûn ê xwe pak û misilman bihesibînin. hûn û çavsorên vê cîhanê hûn ê dest bidin hev, ciwan û gelê kurd terorîst û dijminê têkil hûn ê ilan bikin. Hûn gelên kurd zorgayî xerabiyê dikin. Hûn qesasên xerabiyê ku li Anatolyayê û Mezopotamiyayê têne kirin. Hûn qesasên serê gelên Kurdistanê ne.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 18-01-2008 09:40. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 18-01-2008 09:40 Views: 526
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 526