• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Žemī
17
gulan
Mal arrow Cemīl Bayik arrow Kelež ū Ēźlek
Kelež ū Ēźlek Binivīse E-posta
 

Weke ku tê zanin tekožîna gelê kurd di çarîka sedsala dawîn de dest bi tekožîna neteweyî ya çekdariyê kir. Žorež di salên 1990 û 95’ an de gihižte radeya herî bilind. Di navbera wan salan de gelê kurd çalakiyên girseyi yê azadî û mafxwestinê kirin. Li tevayê bajar û bajarokên Kurdistanê meclisê gel hatin damezirandin û lijneyên bajaran, tax û gundan hatin avakirin.

Pêžengiya gelên Kurdistanê di heman salan de fermanê dide kesên ku rewža wan baž be bila amadekariya ku di pêžerojê de serhildaneke çekdarî bibe bikin. Li gundekî Mêrdinê bi navê Rizgo kesekî welatparêz hebûye. Rizgo terîžek bejayiya zeviya wî û xwediyê çêlekê bûye. Rizgo aboriya xwe bi wê teriža zeviyê û qatixê ku ji çêleka wi dihat dikir. Ev fermana ku pêžengiya gelê kurd ku dabû wî jî eciband û hersên pêlên azadiyê û rizgariyê bestika Rizgoyê welatparêz berneda.

Serê sibehekê Rizgo çêlek ji axurê malê derxist û da ber xwe ku bibe li mazata heywanfiroža wê bifirože. Kebaniya malê û zarokan kirin qîrîn û hawar lê Rizgo ji biryara ku dabû daneket. Rizgo çelek li mazata haywanfiroža firot û hinek arsûkên malê standin û berê xwe da gundê xwe. Pere di berîka Rizgo de nedihewiyan rojek berî rojê wî dixwest ku bigihîje armanca xwe. Dema ku derdor û cîranê wî rabin serhildana çekdariyê ma heq rewa ye ku rizgo bi destên vala li hember dilnexwazan ku tevli žoreža çekdariyê bibe. Nabe qet nabe di lingê ling de dibe ku Rizgo ji xwe re keležekê bikire û gêrila dema ku bên serdana gundên wan ku rê wan bide. Rizgo di demeke kin de digîhîjê armanca xwe. Her žev li hêviya gêrila dima dema ku bên gund Rizgo keleža xwe bibe rê wan bide.

Demsal payize herkes amadekariya qutên salê dike û tiriyên mezrone (žire) bi xunavên baranê payiz xêran re tenên tirî di gožiyên xwe de mîna sorgulan dibirîqîn. Ževek ku Rizko dinava xwen û xeyalên azadiyê de digevize bi banga melê sibehîre žiyardibe di nava cihê xwe de estexfara xwe têne û dibêje ya ellah û ya xwede ku here destmêj bigire û du riket limêja serê sibehê bike. Mîsînê destmêjê ji gumgumê ser sobê dadigre û deryê malê vedike. Li derdora xwe mêze dike kilafetên tižnan biber çavên wî dikeve. Bi derbê re gêrîla tên balawî ji xwe re dibêje gêrila çawa hatine gund û xebera min ji wan çê nebûye. Devê xwe tije dikê ku ba wan ke û ji wan re bêje mal ne xerapno ma ev çend rojin min kelež kiriye û jibona ku ez rê we bidim çavên min li riya weye. Lê dîsa ziq li wan qilafeta dinêre û di cî de bê hemdê xwe ev pey jideva derdikevin. Ey wax top li mala bavê keto ev cendirmên romênê. Tuja tuja berê xwe dide hundurê xanî û gazî hevsera xwe Emo dike. Rabe rabe Emoya dînik eskerê romê bi ser gunde girtiye malik li me xera bû.

Bi ževeqa sibê re esker dikeve nava gund û gundiya li rastika gund dicivîne mal bi mal li avayiya digerin. Di gerînê de zad û qutên gundiyan berî nav hev du didin û tevayê alavên malan ji hev du zirzîvarî dikin li dora bist tiving û keležî di gerinên malan de esker bi dest dixin. Di nava wan çekan de keleža Rizgo jî hebû. Xwediyê tiving û keležan ji nava koma civandî derdixin û wan rêz dikin. Di dema rêzgirtinê de Rizgo di ber xwe de hawara xwe li APO dike wiha dibê je. APO tu ji min wiha wiha bikî; ku tu dev ji dawê berdî jî, ez nema dev ji dawê berdidim. Eskerê ku ew dikirin rêz bi esil û fesilên xwe kurd bûye. Dengê Rizgo dere guhê wî û nezî Rizgo dibe kuro ka te çi got dubare bike. Zorê dide Rizgo. Rizgo gotina xwe dubare dike. Ku APO dev ji dawê berde jî ez nema dev jê berdidim.

Daw û doz gelê kurd di qada neteweyî de di mêjiyê gelê kurd de meyiyaye. Di nav serê çiyayên Kurdistanê de serîdiye û bejn û bala tirkan zûde derbas kiriye. Heta ku Tirkiye erîžên režayiyê ku neke û pozên wê neyê žikandin wê li ser teriya xwe rûnenê. Xwedê alîkarê gelê kurd û gêrîlayê wî be.

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be

27-02-2008 08:37 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 27-02-2008 08:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 21 time. You can leave a comment. Last update on 27-02-2008 08:37
Views: 340    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;