Weke ku tê zanin tekožîna
gelê kurd di çarîka sedsala dawîn de dest bi
tekožîna neteweyî ya çekdariyê kir. Žorež
di salên 1990 û 95’ an de gihižte radeya herî
bilind. Di navbera wan salan de gelê kurd çalakiyên
girseyi yê azadî û mafxwestinê kirin. Li
tevayê bajar û bajarokên Kurdistanê meclisê
gel hatin damezirandin û lijneyên bajaran, tax û
gundan hatin avakirin.
Pêžengiya gelên Kurdistanê
di heman salan de fermanê dide kesên ku rewža wan baž
be bila amadekariya ku di pêžerojê de serhildaneke
çekdarî bibe bikin. Li gundekî Mêrdinê
bi navê Rizgo kesekî welatparêz hebûye. Rizgo
terîžek bejayiya zeviya wî û xwediyê çêlekê
bûye. Rizgo aboriya xwe bi wê teriža zeviyê û
qatixê ku ji çêleka wi dihat dikir. Ev fermana ku
pêžengiya gelê kurd ku dabû wî jî
eciband û hersên pêlên azadiyê û
rizgariyê bestika Rizgoyê welatparêz berneda.
Serê sibehekê Rizgo çêlek
ji axurê malê derxist û da ber xwe ku bibe li
mazata heywanfiroža wê bifirože. Kebaniya malê û
zarokan kirin qîrîn û hawar lê Rizgo ji
biryara ku dabû daneket. Rizgo çelek li mazata
haywanfiroža firot û hinek arsûkên malê
standin û berê xwe da gundê xwe. Pere di berîka
Rizgo de nedihewiyan rojek berî rojê wî dixwest ku
bigihîje armanca xwe. Dema ku derdor û cîranê
wî rabin serhildana çekdariyê ma heq rewa ye ku
rizgo bi destên vala li hember dilnexwazan ku tevli žoreža
çekdariyê bibe. Nabe qet nabe di lingê ling de
dibe ku Rizgo ji xwe re keležekê bikire û gêrila
dema ku bên serdana gundên wan ku rê wan bide.
Rizgo di demeke kin de digîhîjê armanca xwe. Her
žev li hêviya gêrila dima dema ku bên gund Rizgo
keleža xwe bibe rê wan bide.
Demsal payize herkes amadekariya qutên
salê dike û tiriyên mezrone (žire) bi xunavên
baranê payiz xêran re tenên tirî di gožiyên
xwe de mîna sorgulan dibirîqîn. Ževek ku Rizko
dinava xwen û xeyalên azadiyê de digevize bi banga
melê sibehîre žiyardibe di nava cihê xwe de
estexfara xwe têne û dibêje ya ellah û ya
xwede ku here destmêj bigire û du riket limêja serê
sibehê bike. Mîsînê destmêjê ji
gumgumê ser sobê dadigre û deryê malê
vedike. Li derdora xwe mêze dike kilafetên tižnan biber
çavên wî dikeve. Bi derbê re gêrîla
tên balawî ji xwe re dibêje gêrila çawa
hatine gund û xebera min ji wan çê nebûye.
Devê xwe tije dikê ku ba wan ke û ji wan re bêje
mal ne xerapno ma ev çend rojin min kelež kiriye û
jibona ku ez rê we bidim çavên min li riya weye.
Lê dîsa ziq li wan qilafeta dinêre û di cî
de bê hemdê xwe ev pey jideva derdikevin. Ey wax top li
mala bavê keto ev cendirmên romênê. Tuja tuja
berê xwe dide hundurê xanî û gazî
hevsera xwe Emo dike. Rabe rabe Emoya dînik eskerê romê
bi ser gunde girtiye malik li me xera bû.
Bi ževeqa sibê re esker dikeve
nava gund û gundiya li rastika gund dicivîne mal bi mal
li avayiya digerin. Di gerînê de zad û qutên
gundiyan berî nav hev du didin û tevayê alavên
malan ji hev du zirzîvarî dikin li dora bist tiving û
keležî di gerinên malan de esker bi dest dixin. Di nava
wan çekan de keleža Rizgo jî hebû. Xwediyê
tiving û keležan ji nava koma civandî derdixin û
wan rêz dikin. Di dema rêzgirtinê de Rizgo di ber
xwe de hawara xwe li APO dike wiha dibê je. APO tu ji min wiha
wiha bikî; ku tu dev ji dawê berdî jî, ez
nema dev ji dawê berdidim. Eskerê ku ew dikirin rêz
bi esil û fesilên xwe kurd bûye. Dengê Rizgo
dere guhê wî û nezî Rizgo dibe kuro ka te çi
got dubare bike. Zorê dide Rizgo. Rizgo gotina xwe dubare dike.
Ku APO dev ji dawê berde jî ez nema dev jê
berdidim.
Daw û doz gelê kurd di qada
neteweyî de di mêjiyê gelê kurd de meyiyaye.
Di nav serê çiyayên Kurdistanê de serîdiye
û bejn û bala tirkan zûde derbas kiriye. Heta ku
Tirkiye erîžên režayiyê ku neke û pozên
wê neyê žikandin wê li ser teriya xwe rûnenê.
Xwedê alîkarê gelê kurd û gêrîlayê
wî be.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 27-02-2008 08:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 21 time. You can leave a comment.
Last update on 27-02-2008 08:37 Views: 338
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 338