Hezkirin, ji dema ku mirov bi awayekî
komî jiyan derbaskiriye û pê de form girtiye.
Têgehê bi piranî di hêla evîn û
evîndariyê de xwe daye pêþ. Hezkirina bawermendiyê
jî têra xwe heye. Yên ku behsa hezkirinê
dikin û yê ku hezkirinê li hev par dikin nabin weke
hev du navbera her du kirinan de cudahiyek mezin heye. Ka em mêze
bikin di jiyana rojane de ku li çiyayên Kurdistanê
de bi ceribandineke rêhevaltiya hezkirine çi encam
qewimîne.
Rojekê ji rojan kesekî
biyanî li çiyayên Kurdistanê tevdilhewa
digerê û li yekîneyeke artêþa tirk rast tê.
Xwe digihînê ba fermandarê artêþê û
pê re dikeve nav keft û leftan. Fermandar ji yê
biyanî re dibêje yekineya me mîna çembereke
ji polayê ye. Eskerên me mîna bira ji hev hezdikin
û heryek ji wan karê xwe di ber hevalên xwe de xwe
feda bike. Biyanî ji fermandarê artêþa tirk re
dibêje ku ez ji te re daxwazekê bêjim, tê
karibî bi cih bînî? Fermandar dibêje hay hay.
Tê di xuravîna nîvro de bîst eskerî
bera cihê xwaringehê bidî û her eskerekî
lengerîk þorba nîska li ber wan daynî. Tu kevçiya
nedî wan ez ê kevçiya ji wan re bînim.
Fermandar vê daxwaza kesê biyanî dipejirîne.
Fermanê dide berpirsiyarê aþxaneya xwe û dibêje
bila qewdek þorba nîska çêbike. Dema xwarina
nîvroj tê fermandar eskera bera cihê xwarinê
dide û li ser sifreyê ji bo her eskerekî lengerik
þorba nîska datêne. Kesê biyanî jî
bist heb kevçiyên destî dirêj tîne û
her eskerekî kevçiyekî dide destên wan û
tarîfa ku bi doxika kevçî bigirin û þorbeyê
bixwin ji wan re dibêje. Ji ber ku kevçî doxik
dirêj bûne kevçî negihîþtiye devê
wan þorba germ bi ser xwe de û bi ser hevalên xwe de
rijandine. Piþtî demekê yê biyanî yek
gotinekê nake û xatir ji fermandarê yekineye
dixwaze û vediqete.
Heman kes ve carê li çemçemê
li komek gerîla rast tê. Gêrila wî pêþwazî
dikin. Yê biyanî dibêje min bibin ba fermandarê
yekîniya xwe. Daxwaza yê biyanî bi cih tînin.
Biyanî pirsa hezkirinê ji fermandarê gêrila
dike û di van sar û seqeman de hûn çawa
jiyana xwe didomînin. Bi kurtayi dibeje, di sar û seqeman
de em rêbazê jijoyan bi kar tînîn. Ku tu bêjî
hezkirin; hezkirina ekolojiyê û evîndariya xwezayê
bi me re heye. Fermandarê gerîlayan, kurteçîroka
hirçê ji yê biyanî re dibêje. Dibeje
weke ku tê zanîn gelek celebên ajalan li Zapê
dijîn. Yek ji wan jî hirçên Kurdistanê
ne. Rojekê ji rojan di behnvedana komek gêrîlayên
de. Hirçek nezî koma wan dibe û dibe pele pela
devê wê û destên xwe dive û têne
û piþta xwe dide wan û dere. Gêrîla hirçê
diþopînin. Di navsera zinarekî bilind de çêlika
wê tê werbûye. Gêrila þemlên nava xwe
bi ser hev ve girêdidin û hevalekî xwe berdidin
çêlika hirçê ji wê rizda tehtê
xilas dikin. Li dora hîvekê bi þun de dîsa di
demek behnvedanê de hirça wan tê xuyakirin û
li ser destên wê ku nanekî hingiv heye. Hirç
nanekî hingiv li ser tehtikekê datîne û piþta
xwe dide gêrila û diçe.
Yê biyanî dibêje ez
hezkirina we dixwazim bi çavên serê xwe bibînim.
Hun ê di xwarina nîvro de þorbê çêbikin
û gazî bist gêrilayên xwe bikin. Dema xwarina
nîvrojê tê sifrê li gorî bîst
kesî têxin sêniyan. Yê biyanî jî
radihêje kevçiyên xwe yê destî direj û
her gêrilayekî kevçîkî dide dest wan û
tarîfa ku wê bi doxika kevçî bigirin û
þorbeyê bixwin dike. Gêrîla radihêjin doxika
kevçiyên xwe kevçî di þorbeya sêniya
hevalên xwe de dadikin. Ji ber ku kevçî doxik
dirêjin û nikarin têxin devên xwe dixin dêvê
rastserî hevalên xwe û hevalên wan jî
kevçiyên þorbeyê dixin devê hevalê
rastî xwe. Xwarina xwe yek dilopekê jê narijînin
û diqedînin
Yê biyanî eceb dimîne
û wiha dibêje. Ez bawer nakim ku eskerê Tirkiye bi
vê hovîtiya xwe ya Moxiliyê û bi kirinê
xwe yê faþîstiye ku tu encamê bi dest bixe. Bi
hêviya ku kesê/a mîna Bulent Xatûna Ersoy li
Tirkiyeyê zêde bibin û entellektuelên
Tirkiyeyê bi hezkirina hirçê tev bigerin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-03-2008 08:15. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment.
Last update on 05-03-2008 08:15 Views: 276
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 276