Faþîzm mîna hespên tirsonek dema ku di
þevên reþtarî de dikeve neqeb û zaboqên teng guhê xwe fît dike û dibe repe repa
lingên wî, ji tirsa lingên xwe li erdê dixe. Erdê li ber xwe vediqeliþîne û bi
xwe re krîzên mezin têne ortê û erxên tirba li pey xwe dihêle.
Ev cîhan ne xeþîmê faþizmê ye. Du
ceribandinên faþizmê li ser rûyê cîhanê pêk hatina yek jê li Îtalyayê a duyemîn
li Almanyayê û ya sêyemîn li Tirkiyeyê pêk tê. Tu rastiyê bêjî ev hêþtê sal in
ku faþîzmeke sernuxumandî li Tirkiyeyê tê meþandin. Gelên kêm qewet di hundirê
vî heþtê salî de hatin noturkirin. Yê ku di hundirê vî heþtê salî de li ber xwe
dan û ku notir nebûn kurd in. Bi despêka têkoþîna neteweyî re stêra kurdan geþ
bû û li asîmanan bi çavên tevayên neteweyan hate xuyakirin. Ji bo ku tevgera
azadiya gelê kurd di qada nevneteweyî de neyê axaftin û pisgirêk neyên
nîqaþkirin Tirkiyeyê hebûn û tunebûna xwe di vê riyê de li ser kir û tawîzên
pir mezin û derfetên aboriyê pêþkêþî sermayedarên dewletên mezin kirin. Bi yek
gotina ku bêjin “PKK terorist e” saziyên bi milyar dolaran kirin tewlên hespên
biyaniyan.
Lê gelên tirk bi serxweþî û sermestiya
nîjadperestiye re van tiþtan nabîne an ku dibîne jî em ê bêjin rehma xwedê li
“Eziz Nesîn” be jixwe tiþtekî ku em bêjin ji me re nehiþtiye. Ku gaziniyek me
ji “Nesin” hebe jî em ê bêjin rêjeya têgeha ehmeqiyê kêm daniye.
Li rojhilat bi þerê Kendavê re paradigmayên
paramîlîter ji nû ve hatin avakirin. Mudaxeleya Iraqê bes ne bi wî welatî re bi
sînor e. Mudaxeleya Iraqê mudaxeleya statukoyên rojhilat e. Tirkiyeyê jî
parçeyek ji vê mudaxeleya statukoyê û despêkeke nû ji bo Tirkiyeyê dest pê
kiriye. Hetanî mudaxeleya Iraqê jî kurd di qada navneteweyî de ne xwedî hesab
bûn û tu kesî hesabên wan nedikirin. Yê ku kurd û welatê wan dagir kiribûn
hetanî mudaxeleya Iraqê bi awayekî serkeftî li hev dikirin û nîrê dagirkeriyê
bi þêwir danîbûn ser stûyê kurdan, bi înkar û tunebûnê û rêbazên faþîstî ew bi
rê ve dibirin. Di roja îro de kurd bûne hêzeke siyasî. Sînorên ku bê rizawan di
hundirê mêjiyên wan de derbas kirine kurd nema qebûl dikin. Kurd daw û doza
mafên xwe yên neteweyî dikin. Repe repa lingên hespên faþizmê û erd qelaþtina
ku li ber xwe vedide ev e. Pirsgirêka kurdan di qada navneteweyî de tê
nîqaþkirin perdeya nuxumandinê ji ser kurdan radibe û ronahiyê dide þewqa
çavan. Þibþibonekên (yarasa) ku ji ronahiyê ditirsin wê ji realîteya ronahiya
gelê kurd kor û êtim bimînin.
Yekbûna kurdan û pêçandina wan ya li dora
remzên netewetiyê qudumê dagirkeran þikand. Hêzên Neo-Ittihatcî û hêzên
artêþgeh têgihiþtin ku memika wan ya aboriyê bi çareserkirina pisgirêka kurd re
wê ji devê wan bikeve. Bi destxistinên nîrxên li baþûra Kurdistanê, xwê û agir
xiste laþê hêzên Neo-Ittiatciyan. Li bakur û baþûrên Kurdistanê lotikên
xerabûnê û bi lez û bez dest avêtin karên provokatîf û alozî derxistin. Derdê
hêzên Neo-Ittihatçiya ya duyemîn min jî ku “AKP”ê têxin rewþa sûcdarkirinê û wê
ji desthiladariyê dûr bixin. Rayegirên “AKP”yê bê þik wan reha wan jî digihîje
Neo-Ittihatciyan.
Bi despêka têkoþîna neteweya gelê kurd re
li Tirkiyeyê gelek rêxistinên nefermî û xwedê giravî ji bo selameta dewletê
teroreke mezin li ser gelê kurd meþandin. Van hêzên di bin re ku kar û barê
dewletê bi riya terorê dimeþandin gelek fersendên aboriyê jî bi dest xistin.
Þiva riya esrarê ku dirêjayiya wê digihîþt Ewropayê û Amerîkayê van hêzên xwedê
giravî ku welatparêzên tirkan bûn dikirin. Yek caran jî ku di destê wan de
dihate girtin daxuyanî didan ku “PKK” xwedê giravî dike.
Bi kurtayî hespê faþizmê li Kurdistanê
ketiye nava tariyeke reþtarî, ji ber ku baþ pêþiya xwe nabîne repe repa lingê
wê ye. Dema ku gelê kurd rabe serhildanên bê îtîatiyên wî hespê faþizmê di
cihên xwe de biqutufe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 31-10-2007 07:46. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 27 time. You can leave a comment.
Last update on 31-10-2007 07:46 Views: 646
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 646