• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Cemîl Bayik arrow Hespên tirsonek
Hespên tirsonek Binivîse E-posta
 

Faþîzm mîna hespên tirsonek dema ku di þevên reþtarî de dikeve neqeb û zaboqên teng guhê xwe fît dike û dibe repe repa lingên wî, ji tirsa lingên xwe li erdê dixe. Erdê li ber xwe vediqeliþîne û bi xwe re krîzên mezin têne ortê û erxên tirba li pey xwe dihêle.

Ev cîhan ne xeþîmê faþizmê ye. Du ceribandinên faþizmê li ser rûyê cîhanê pêk hatina yek jê li Îtalyayê a duyemîn li Almanyayê û ya sêyemîn li Tirkiyeyê pêk tê. Tu rastiyê bêjî ev hêþtê sal in ku faþîzmeke sernuxumandî li Tirkiyeyê tê meþandin. Gelên kêm qewet di hundirê vî heþtê salî de hatin noturkirin. Yê ku di hundirê vî heþtê salî de li ber xwe dan û ku notir nebûn kurd in. Bi despêka têkoþîna neteweyî re stêra kurdan geþ bû û li asîmanan bi çavên tevayên neteweyan hate xuyakirin. Ji bo ku tevgera azadiya gelê kurd di qada nevneteweyî de neyê axaftin û pisgirêk neyên nîqaþkirin Tirkiyeyê hebûn û tunebûna xwe di vê riyê de li ser kir û tawîzên pir mezin û derfetên aboriyê pêþkêþî sermayedarên dewletên mezin kirin. Bi yek gotina ku bêjin “PKK terorist e” saziyên bi milyar dolaran kirin tewlên hespên biyaniyan.

Lê gelên tirk bi serxweþî û sermestiya nîjadperestiye re van tiþtan nabîne an ku dibîne jî em ê bêjin rehma xwedê li “Eziz Nesîn” be jixwe tiþtekî ku em bêjin ji me re nehiþtiye. Ku gaziniyek me ji “Nesin” hebe jî em ê bêjin rêjeya têgeha ehmeqiyê kêm daniye.

Li rojhilat bi þerê Kendavê re paradigmayên paramîlîter ji nû ve hatin avakirin. Mudaxeleya Iraqê bes ne bi wî welatî re bi sînor e. Mudaxeleya Iraqê mudaxeleya statukoyên rojhilat e. Tirkiyeyê jî parçeyek ji vê mudaxeleya statukoyê û despêkeke nû ji bo Tirkiyeyê dest pê kiriye. Hetanî mudaxeleya Iraqê jî kurd di qada navneteweyî de ne xwedî hesab bûn û tu kesî hesabên wan nedikirin. Yê ku kurd û welatê wan dagir kiribûn hetanî mudaxeleya Iraqê bi awayekî serkeftî li hev dikirin û nîrê dagirkeriyê bi þêwir danîbûn ser stûyê kurdan, bi înkar û tunebûnê û rêbazên faþîstî ew bi rê ve dibirin. Di roja îro de kurd bûne hêzeke siyasî. Sînorên ku bê rizawan di hundirê mêjiyên wan de derbas kirine kurd nema qebûl dikin. Kurd daw û doza mafên xwe yên neteweyî dikin. Repe repa lingên hespên faþizmê û erd qelaþtina ku li ber xwe vedide ev e. Pirsgirêka kurdan di qada navneteweyî de tê nîqaþkirin perdeya nuxumandinê ji ser kurdan radibe û ronahiyê dide þewqa çavan. Þibþibonekên (yarasa) ku ji ronahiyê ditirsin wê ji realîteya ronahiya gelê kurd kor û êtim bimînin.

Yekbûna kurdan û pêçandina wan ya li dora remzên netewetiyê qudumê dagirkeran þikand. Hêzên Neo-Ittihatcî û hêzên artêþgeh têgihiþtin ku memika wan ya aboriyê bi çareserkirina pisgirêka kurd re wê ji devê wan bikeve. Bi destxistinên nîrxên li baþûra Kurdistanê, xwê û agir xiste laþê hêzên Neo-Ittiatciyan. Li bakur û baþûrên Kurdistanê lotikên xerabûnê û bi lez û bez dest avêtin karên provokatîf û alozî derxistin. Derdê hêzên Neo-Ittihatçiya ya duyemîn min jî ku “AKP”ê têxin rewþa sûcdarkirinê û wê ji desthiladariyê dûr bixin. Rayegirên “AKP”yê bê þik wan reha wan jî digihîje Neo-Ittihatciyan.

Bi despêka têkoþîna neteweya gelê kurd re li Tirkiyeyê gelek rêxistinên nefermî û xwedê giravî ji bo selameta dewletê teroreke mezin li ser gelê kurd meþandin. Van hêzên di bin re ku kar û barê dewletê bi riya terorê dimeþandin gelek fersendên aboriyê jî bi dest xistin. Þiva riya esrarê ku dirêjayiya wê digihîþt Ewropayê û Amerîkayê van hêzên xwedê giravî ku welatparêzên tirkan bûn dikirin. Yek caran jî ku di destê wan de dihate girtin daxuyanî didan ku “PKK” xwedê giravî dike.

Bi kurtayî hespê faþizmê li Kurdistanê ketiye nava tariyeke reþtarî, ji ber ku baþ pêþiya xwe nabîne repe repa lingê wê ye. Dema ku gelê kurd rabe serhildanên bê îtîatiyên wî hespê faþizmê di cihên xwe de biqutufe.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

31-10-2007 07:46 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 31-10-2007 07:46. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 27 time. You can leave a comment. Last update on 31-10-2007 07:46
Views: 647    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;