• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Qahir Bateyî arrow Du bendî û nijadperestî
Du bendî û nijadperestî Binivîse E-posta
 
Nepeniya reh û rêçikên dubendî û nijadperestiyê di nava zordariya oldariyê de veþartiye. Ew jî bi mîta hez. Brahîmî û Îshaqî ve girêdayiye. Di qirnê navîn de xuya bûye rengê nijadperestiyê girtiye. Di felsefeya zerdeþtiyê de jî mirovê bi kêr hatî û yê neqandî cihê xwe girtiye. Nietzche ev gotina Zerdeþt pir biriye û aniye.

Beþek ji civaknasa Nietzche bi binyatiya faþîzmê tawanbar dikin. Ez bixwe tevli vê ramanê nabim. Mirovên jêhatî û neqandî û pak Zerdeþt behsa wan dike. Zerdeþt mirovahiyê dibe xilasiyê lê ya cihûyan mirovan dive nijadperestiyê. Ji bo ku mijar bê fêmkirin divê ev mît ji hev bê vekirin û þîrovekirin.

Di dem û dewranan de berî hz. Îsa û piþtî mîta tofana Mezopotamyayê xweda ehd dike ku tofaneke weke ya Nûhî li serê mirovan êdî raneke. Pîþtî tofanê dîsa gelheya mirovan pir dibe û mirov qedr û qîmetên hev nizanin û xerabiyên herî mezin bi hev dikin. Berî zayinê di dema desthilatdariya Nemrûdê Babîlî de (2750) li bajarekî baþûrê Kurdistanê li keleha Þêrdiza kesekî bi navê Terah hebûye. Sê lawê Terah bi navê Abram, Hora û Heran hebûne. Reb (Yahowa) diçe xewna Abram (Brahîm)î û vê fermana hanê jê re dibêje. Tu yê herî welatê Kenanê (Filistînê) ez ê lawekî bidim te û ji wî lawê te wê bi hezaran keç û law çêbibin. Wê civakek bi pak û bi exlaq wê ji te sadir bibe û ew civakên derdora te wê li civaka te mêze bikin. Reb dê bi awayekî aþtiyane mirovan hidayet bike ji bo ku xerabiyê bi hev nekin.

Abram û biraziyê xwe Lût û birayê xwe Heran ji kela Þêrgeha didin rê ku biçin welatê ku Yahowa ji wan re wead kiriye. Diçin Heranê konê xwe vedidin. Lê dîsa Reb tê xewna Brahîm û jê re dibêje ku wêlatê Kenanê ne ev der e. Dîsa Kenanê jê re tarîf dike. Di wan deman dê Heran di bin desthilatdariya bavikên kurdan Hurriya de bûye. Brahîm û biraziyê xwe Lût amadekariya ku biçin Kenanê dikin. Di wê demê de Brahîm li Heranê bi Sara re dizewice. Brahîm, Lût û Sara berê xwe didin welatê Kenanê. Digihêjin Kenanê, lê li Kenanê xela hebûye. Brahîm û yê pêre ji bo debara xwe bikin pirs dikin û ji wan re dibêjin ev yek li Misrê mumkûn e. Ew jî berê xwe didin Misrê. Li Misrê desthilatdariya Firewn li ser kar e. Berî ku biçin Misrê Brahîm ji Sara rica dike û wiha je re dibêje. Sara hevsera min a delal ji ber ku tu pir xweþikî wê misrî min bikujin û wê te li xwe mehr bikin. Ez ji te rica dikim tu bêjî ez xwîþka Brahîm im. Sara vê rica Brahîm dipejirîne dema diçin Misrê dibêje ez xwîþka Brahîm im. Xweþikbûna Sara li ser zimana digere û digihêje qesra Firewn. Sara dibin qesra Firewn. Di demeke kurt de aloziyeke mezin di hundirê qesra Firewn de xwe dide der. Piþtî encama lekolîna aloziyê sedem ew jina ku anîne Qesrê tê rêdan. Firewn gazî Sara dike ku tu kî ye û tu çima hatiye vî welatî jê tê pirsîn. Sara ji Firewn re serpêhatiya xwe û Brahîmî ta bi derziyê ve vedike.

Gazî Brahîm dikin û Firewn Brahîm ji Misrê diqewirînin. Brahim tê nivdogeha Erebistanê dîsa þevek ji þevan Yahowa tê xewna Brahîm û ji Brahîm re dibêje Brahim ew weada ku min dabû te ez ê bi cih bînim. Piþtî saleke din wexta wê lawek ji pîreka te Sarayê wê bê dinyayê û navê wî tê dayinî Îshak bi ziman Îbranî tê maneya kenandina Xweda. Sal dizivirê û weada xweda dabû Brahîm pêk tê. Ji ber vê benîsrailî dibêjin em zarokên wî lawê ku Reb ji Brahîm re wead kiribû em jê ne û em di ser tevayê qewma re ne. Em zarokên kesê bijartî ne.

Serokwezîrê Tirkiyeyê jî hero diçe daxuyaniya dide ez dubendiyê naxwazim û qar wara wî ye. Li Meletiyê dîsa nijadperestî verêþiya û çîroka yek alê yek nijadê bi rêz kir. Tu kesî ji nijadperestî xêr nedîtîye. Cihû ji ber vê ramana xwe di dîrokê de weke nokê li tahtê kevin ji hev belawela bibûn û hê jî aqûbeta wan ne diyar e.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


16-04-2008 09:26 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 16-04-2008 09:26. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 16-04-2008 09:26
Views: 112    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;