• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mamosta Silêman arrow Dema ku peyv biqede lewitandin dest pê dike
Dema ku peyv biqede lewitandin dest pê dike Binivîse E-posta
 

Dema ku peyv biqede jê pêde çi dimîne? Lewitandin, lewitandin û dîsa lewitandin û destpêka derbasbûna lewitandinê ye. Lewitandin di hundirên xwe de eyb û fediyê dikuje însan û însaniyetiyê dike qeþmerê dema xwe. Her tiþt lê her tiþt bi lewitandinê re diçilmise zer dibe û mîna pelên ji dar, gulî û gulîkên xwe biricife û li bin darê miþt bibe. Jê pê ve, peyv nema pere dike û dibin piyade dike kuze kuz. Le dema ku peyv li ser xwe be mîna zêre zêrînî diîse û li tevayê jiyanê diteyise û jiyanê geþ dike.

Peyv di bingeha xwe de pîroz e û maka ceribandinên umumên nûjeniyê ye. Belaheq Îsayê xaçperest negotiye “berê peyv hebû”. Ez bawerim dema ku Îsa ev peyv gotiye çavsorî û neheqiyên ku Împaratoriya Romayê li derdorên xwe dikirin tê bîra mirov. Ji ber ku peyv di wan dema de hatiye lewitandin loma Îsa xwestiye ku peyv di hawara wî de bê. Loma ku Îsa xwe avêtiyê bext û rextên peyvê û xwestiye bi bîra zalim û zordestan bîne.

Di van çend salên dawîn de li Kurdistanê þolîbûnî û canbaziya peyvê dihate kirin. Li dijî gelên kurd û azadkarên wê enformasyonên vir û derewîn û xeyalên kerekî di dolaba rîsên derewînan de dihate rîstîn. Her çiqas ku reng û dengên însanan ji hev cuda be jî xususiyetên têkil ê mirovan hene. Ruhên nexweþ ji vê têkildariyê vediqete û tu carî nikare bi awayê baþ li quluka merceka baþiyê re mêze bike. Ji ber ku ruh hatiye lewitandin ji însantiyê re dibe bargiranî. Di wan dema de însan ji însanetiyê dûr dikeve û di navbera wî û heywanan de tu tiþtek namine û lewitandin dest pê dike.

Bes bedena însên tenê nexweþ nakeve ruh û fikarên wî jî nexweþ dikevin. Ev kesên ku ruh û fikarên wî nexweþ dikeve ji wan re dibêjin dilxerab û munafik. Ji ber ku peyv û kirinên wan li hev dernakevin. Teng difikirin, xwediyê gotinên tewþo mewþo ne ji dil û wijdanên wan bi rik û girên faþîstî tê dagirtin her tiþtî malê xwe dihesibînin, dagirkirina cîhanê jî tê de tewla bavê xwe dibînin û dihesibînin. Heq û hiqûq li ba wan tune ye û ji xwe pê ve tu kesî nas nakin çi bikin ji bo wan mubah û helal e. Van lewitandinan tevan li ser navê ilmê xwedê jî karin bikin û dikin. Gava tu ji serokwezîrê Tirkiyeyê pirs bikî ma ka çi hekê te heye ku bi pêncî teyarên bomberdûmanê tu Kurdistanê dikî wêran, dê bêje fermana xwedê pê hebû û min Kurdistan bombebaran kir. Ew kesên ku pê re dimeþin û ku wan jî li ser navê xwedê û olê ku gelên Kurdistanê xapandine wê ji serokwezîrê Tirkiyêyê re bêjin rast e û xwedê “wehî” jê re þandibû ji bo ku Kurdistanê bombebaran bike. Gelo ev ruh û raman ku ne nexweþ bin ma çi ye? Ka dilopa jiyanê û ronahiyê di van kirinan de heye. Ji bilî kuþtin, talan û wêrankirine pê ve ka tiþtekî ji bo însaniyetiyê difikirin. Xwîn, xwîn, xwîn û tolhildan di alifên wan de hatiye                       dagirtin.

Gelek milet di neqebên teng re derbas bûne û gihîþtine meqsed û miradên xwe ez bawerim û bawer dikim ku wê gelê kurd jî di van neqebên teng re wê karibe xwe xilas bike û wê bigihîjê menzîla xwe. Bombebarankirina Kurdistanê û tehdayiya ku li gelê Kurdistanê te kirin bi her awayî ez þermezar dikim û li van kirinên faþîzanî naletê dibarînim. Ji þêhîdên vê zilma giran re rehma xwedê û ji birîndarên wê re þîfayê dixwazim. Xwedê alîkarê gelê kurd be û ji lewitandina van zaliman               biparêze…

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 
19-12-2007 11:18 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 19-12-2007 11:18. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment. Last update on 19-12-2007 11:18
Views: 508    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;