Ji dema ku mirovan bîr biriye ku bûye
însan û pê de, ferq xistiye navbera xwe û ajalan. Çi asteng bend
û piþtokên ku derketine pêþiya wî xwestine çareser bikin û
çareser kirine. Heger ku pirsgirêk nehatina çareserkirin wê însan
ji kerba serê hev bixwarana û belkî însanî qira xwe wê
bianiyana. Jixwe zanyar dibêjin yê dawîbûnê li nesla însên
bîne însan bi xwe ye.
Di roja îro de beþek mirov, dewletek
an hinek dewlet dibe ku di warê teknolojiyê de bi pêþketî bin.
Dibe ku hinek dewlet îmkanê wan hebin ji neynûkê hetanî porê
serên xwe, xwe bi çekên milîtarist xemilandibin û pesn û
beradên xwe bixwe bikin û xwe qure bikin û xwe bipesnînin. Lê ev
nayê vê maneyê ku ew milet an ew dewletên bi xîret bin û
xizmetê ji berdewamiya mirovahiyê re dikin. Di dîrokê de dibêjin
ji desthilatdarên Asûran xedartir tunebûn. Ji ber ku welatê dagir
dikirin, hemû reveberên wî welatî, keyayê wî esir dikirin û
dianîn Asûrê. Li ber çavên gel li mazata qazoxaneyê ew yek bi
yek li qazox (kelemê ku ji bo kuþtina mirovan) dixistin. An ji
artêþa Romayê bihêztir tunebûn. Ji împaratoriya Brîtanyayê
mezintir tunebû an ji kirinên Adolfan iþkenceyên dîzayntir
tunebûn, belkî jî di siberojê de wê bêjin ji korucîtiyên
kurdan û zengînê wan bêxîretir tune ye. Tê bêjî çima ma qey
zengîn di vî welatî de tune ne ku mîna Bîma marketan vekin an ku
sermaya xwe bikin yek û ji xwe re bankakê vekin. Her tiþt bi çêkan
çareser nabe. Ku çareserî jî ne ji binî de be pirsgirek nayên
vekirin. Lawo ma hey qorîcîno ma mal xerabino ma qey nanê zarokên
we ketî ku hûn xwîna birayên xwe an ap û pismamên xwe birijînin
û parîkê nanê xwe di xwîna wan de dakin. Ew kesên ku hûn li
dijî wan þer dikin hêviya neteweyekê ne û ji bo qedera welatekî
ku ji hêla gelek hêzan ve hatiye dagirkirin þer dikin, ma ne eyb e
û fedî ye we jî xwe spartiye kesên çavsor û zalim û hûn
neyariya qewmê xwe dikin.
Mane xweda gotiyê yê ku ji qewmê xwe
hez neke îmana wî ne temam e. Kesê bê îman bênamûs e. Kesên
bênamûs Xweda gotiye ez ahd dikim ku wan nexim ceneta xwe.
Civaka tirk ji jêr hetanî jora wê
ketiye bin bandora militarîzmê. Civaka tirk dibêjin qey her tiþtî
em ê bi teyareyên xwe ye þer çareser bikin. Ew ji xwe parçeyek
bazik an pozikên teyareyê belkî jî xwe parçayek korneya teyareya
xwe dibînin. Berê kurdan jî xwe parçeyek teyreyên þer didîtin.
Dema ku teyareyek nezî wan an di ser wan ku diçû hewar û gazina
xwe dikirin Xocê Xizir, Þex Evdilqadirê Geylanî û tevayên þex
û miþayixan ji bo ku ew teyare bigihîjê menzîla xwe dua dikirin
ku ev giragirên mezin ji wê teyarê re alikariyê bikin. Lê niha
ku teyareyek þer di dedora wan re an di ser wan re ku difire, bi
hezaran çêr û nifira lê dikin û stûþikestinê jê daxwaz
dikin. Û dibêjin xwedê bela xwe bide te û tu bi sax û selametî
venegerî balafirgeha xwe. Kurdan xwe ji alaveke milîtarîzma tirkan
xilas kiriye, aqûbet li tirkan be.
Rayedarên tirkan ji qorîciyên kurdan
jî bêxîretir in. Di xwepêþendanan de gel dibêje hey dewleta
terorîstî zirzope ne pêwîst e ku tu hîna kesekî bikî nûnere
min heger ku tê min bi nûneriya PKK an bi altaxiya wê sûcdar bikî
ne hewce ye ne xwe û ne min neêþîne, ez PKK bi xwe me û va li
ber te me. Gel reaksiyona xwe ya li dijî dewletê bi vî awayî
nîþan dide û dibêje ez PKK bixwe me bi van helwestan xwe li PKK’ê
xwedî derdikeve û çareseriyê þanî hêzên faþîst didin. Lê
hêzên faþîst xwe li xeþîmî û ehmeqiyê datîne û nêzî
çareseriya pirsgirêka nabe. Gelek an neteweyek ku bi milyonan
gelheya we tune dihesibîne dema ku gel tune bî jixwe çand,
edebiyat an wê zimanê wê jî tune bê hesibandin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 30-04-2008 09:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 30-04-2008 09:37 Views: 75
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 75