• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Yildiz Gultekîn arrow Strana azadiyê li ser hemû zar û zimanan e
Strana azadiyê li ser hemû zar û zimanan e Binivîse E-posta
 
Goranî/ ewareyek / estêreyek

Kewte naw rûbarêkewe/ Bû be hezaran estêre/ helperîn û meleyan kird / Ta beyanî goraniyek/ Kewte demî þarêkewe/ diway çirkeyek

Bû be hezaran goranî/ Be demî giþt

Balinde û rêbiwarêkewe?

(Letîf Helmet)

Belê têkoþîna gelê kurd jî wekî stêra ku helbestkar Letîf Helmet qalê dike, wekî stêrekê li asmanê welatê her roj geþtir dibe, derdora xwe jî ronî dike. Tariya ku dagirkeran li ser Rojhilata Navîn belav kiriye, bi vê ronahiyê ji hev belav dike. Çarenûsa ku bi destê wan ê qirêjî hatiye nivîsandin tê betalkirin û ji nû ve tê nivîsandin. Berxwedana gelê me ya li qadên Newrozê nîþaneya vê yekê ye. Berxwedana þehîd Kurtay û hevrêyên wî nîþaneya vê yekê ye.

Her ku gelê kurd banga aþtiyê dike, dagirker wekî gurên har zêdetir êrîþ dikin. Her ku em qala azadiyê dikin ew sînorên netewe-dewleta dagirker nîþanî me didin. Lê kurdan ev sînor di mêjiyê xwe de hilweþandine, êdî ew dem û dewran derbas bû. Lewma generalên tirk dibêjin, “Cinê kurd ji þûþeyê derketiye, divê em ji nû ve bêxinê.” Ji bo vê yekê jî planên qirkirinan û komployan bi hev re dimeþînin. Lê her wekî çawa pêþiyên me gotiye, fira mirîþkê heta kadînê ye, fira plana wan jî heta Geliyê Zê bû.

Piþtî vê têkçûnê li bin guhê hev ketin. Þerekî navxweyî dest pê kir. Li aliyekî doza ku li AKP’ê hatiye vekirin û li aliyê din çeteya Ergenekonê, nîþan dide ku pergala turaniyan belav bûye. Kesên du di operasyonên Ergenekonê de hatine girtin, nîþan didin ku çepgir û rastgir li hemberî kurdan bûne yek. Di nav endamên Ergenekonê de kesên mîna Dogu Perînçek û Velî Kuçuk gihîþtine hev.

Hinek ji wan jî li derve hê jî propagandaya wan dikin. Propagandîstên çeteya Ergenekonê yê herî tund û tûj Yalçin Kuçuk e. Ew Yalçin Kuçukê ku qaþo demekê dostê kurdan bû, li ser kurdan tez dinivîsandin, niha bi gir û rikeke mezin êrîþî kurdan dike. Êvara 3’yê avrêlê Kuçuk beþdarî bernameya 32. Gun bûbû. Li aliyekî bi awayekî vekirî piþtgiriya çeteya Ergenekonê dikir, li aliyê din jî bi gir û rik digot, “Çima Diyarbekir me êdî bi tiþtekî nahesibîne, tirsa wan ji me nemaye?”

Ew hîn bûne ku kurd her tim koletiya wan bikin, stûyê xwe li ber xwar bikin û destên xwe li ber wan vekin. Lê êdî ew dem û dewran derbas bû. Ew kurdên ku di rêzefîlmên televîzyonên tirkan de têne nîþandan êdî pir hindik mane. Êdî hejmara wan têrê nake ku Kuçuk li ser wan tezan binivîse.

Di helwesta wan de tiþtê ku mirov dîn û har dike, digel hemû nokeriya xwe ya ji bo Amerîka û Îsraîlê jî kurdan bi hevkariya hêzên derveyî sûcdar dikin. Tu dibêjî qey Îsraîlê balafira bêmirov daye kurdan da ku çavdêriya leþkerên tirk bikin, yan jî Amerîkayê ji bo xatirê kurdan Artêþa Tirk xistiye lîsteya terorê û li hemberî cîhanê ew wekî neyar îlan kirine.

Ew çi bêjin jî êdî gelê kurd hiþyar bûye û doza mafên xwe dike. Tu dek û dolab nikarin rê li ber têkoþîna azadiya gelê kurd bigirin, êdî ew strana ser zar û zimanê milyonan e. Hefteya çûyî jî ew stran ji Amarayê bilind bû.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


06-04-2008 09:25 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-04-2008 09:25. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 06-04-2008 09:25
Views: 154    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;