Ev çend roj in em li Nisêbînê ne.
Em mêvanên Žaredariya Nisêbînê ne. Žaredariya Nisêbînê
navendeke çandê ya xwežik diyarî gelê Nisêbînê kiriye. Bi
boneya vekirina vî cihê xwežik vekirineke bi rengê mîhrîcanekê
amade kiriye. Mîhrîcan sê rojan dom dike, di nav bernameya
mîhrîcanê de konser, žano û panel hene. Em vê navenda çandê
li gelê Nisêbînê pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku nava vê avahiya
xwežik li gorî pêwîstiyên gelê Nisêbînê were dagirtin. Ev
navend di warê ronahîkirina civaka kurd de bibe cihekî girîng.
Nemaze jî di warê çand û zimanê kurdî de.
Li Nisêbînê jî wekî gelek navçe û
bajarokên Mêrdînê, jiyana rojane bi kurdî ye. Ev yek cihê
kêfxwežî û bextewariyê ye. Lê pêdivî bi gežkirina xwendin û
nivîsandina zimanê kurdî heye. Bi baweriya me divê ev navend wekî
akademiyeke ziman, çand û hunera kurdî xebatê bike. Heke ev
navend bibe cihê gihandin û perwerdekirina ciwanên kurd di warê
çand, huner û ziman de dê bi rastî karibe layîqî navê xwe
“Navenda Çandê ya Mîtanî” bibe. Ji bo vê yekê bar dikeve
ser milên rewženbîrên kurd jî, dema ji wan hat xwestin divê di
gihandin û perwerdekirinê de ji wergirtina peywirê xwe nedin alî.
Ez bawer dikim di Nisêbînê de ev potansiyela ku karibe ciwanan di
her warî de perwerde bike heye. Heke pêwîst bike, divê rewženbîr
û akademîsyenên ji bajarên din jî alîkariyê bikin.
Navenda Çandê ya Mîtanî bi což û
kelecaneke mezin hate vekirin. Em hêvî dikin ku aqûbeta wê jî
nežibe aqûbeta kursên bi zimanê kurdî. Tê bîra me gižan,
kursên zimanê kurdî jî bi beždariya bi hezaran kesî hatin
vekirin, lê ji bo perwerdebûnê kêm kesan qeyda xwe çêkir. Her
wiha tecrûbeya navenda çandê ya Žaredariya Wêranžarê jî ji
kursan zêde ne cudatir e. Ev çend sal in, hatiye vekirin, lê heta
niha nayê zanîn ka di warê gežkirina jiyana çandî û hunerî ya
gelê Wêranžarê de çiqas bi kêr hatiye. Wekî nimûne, Akademiya
Dîrokê ya Rojhilat Navîn çawa vebû, çawa hate girtin?
Niha avakirina gelek akademiyan di
rojevê de ye; ji akademiya siyasetê bigire, heta akademiya jinan,
ji akademiya ayînî bigire, heta akademiya ziman. Heke bi tenê bi
navê xwe bibin akademî û bi naveroka xwe jî bibin tižtekî din,
wê demê bi baweriya gel bi akademiyan jî namîne.
Tevgera Azadiya pêdivî bi kadroyên
têkožîna demokratîk heye. Têkožîna demokratîk, têkožîna
avakirinê ye. Nažibe têkožîna rizgariya neteweyî. Ji bo
gihandina kadroyên vê têkožînê pêdivî bi saziyên taybet ên
perwerdehiyê heye. Akademî cihê gihandina kadroyên bi vî rengî
ye. Lê belê divê pêžî perwerdekar bêne perwerde kirin. Agahiya
akademîk û zanistî agahiya bi pergal û metodîk e. Hemû teorî
ji nav jiyan û ezmûnên mirovan derdikevin, lê li gorî hinek rêz
û rêçikan têne tomarkirin. Mixabin xebateke nivîsandinê ya bi
vî rengî di nav me de nîn e. Bala xwe bidinê, li ser têkožîna
me ya 30 salî çend pirtûk hatine nivîsandin? Pirtûkê lêkolînî
û zanistî li aliyekî, hê me serborî û serpêhatiyên xwe bi
xwežikî nenivîsandine. Di vê rewžê de akademî çendî dkarin
xurt bibin?
Ji ber vê yekê divê em rojekê berî
roja din li ser van xebatan bibin xwe proje û plan, em dest bavêjin
vî warî. Heta ku em di vî warî de gavên pêwîst neavêjin, em ê
her tim mecbûrî xelkê bibin. Her tim dê xelk rê nîžanî me
bide.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 04-05-2008 09:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 04-05-2008 09:19 Views: 48
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 48