• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Īn
16
gulan
Mal arrow Yildiz Gultekīn arrow Newroza žima pīroz bo!
Newroza žima pīroz bo! Binivīse E-posta
 
Îsal cara yekem min cejna Newrozê li Amedê pîroz kir. Min du salan jiyana xwe li Amedê derbas kir, wekî din jî serê du mehan carekê, ez li Amedê me, lê heta îsal min derfet nedîtibû ku ez beždarî cejna Newrozê bibim. Îsal bû qismet ku ez li Qada Newrozê ya Amedê cejnê pîroz bikim. Li Amedê pîrozkirina Newrozê hesteke taybet e. Min dil heye, bi van hestan, vê hefteyê gotara xwe li ser pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê binivîsim.

 

Newroza žima pîroz bo!

Îsal cara yekem min cejna Newrozê li Amedê pîroz kir. Min du salan jiyana xwe li Amedê derbas kir, wekî din jî serê du mehan carekê, ez li Amedê me, lê heta îsal min derfet nedîtibû ku ez beždarî cejna Newrozê bibim. Îsal bû qismet ku ez li Qada Newrozê ya Amedê cejnê pîroz bikim. Li Amedê pîrozkirina Newrozê hesteke taybet e. Min dil heye, bi van hestan, vê hefteyê gotara xwe li ser pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê binivîsim.

Li kolanên bajêr atmosfera Newrozê serdest e. Li kolanan pankartên pîrozbahiyê hene, li ser tabelayên dîjîtal ên otobûsên Žaredariyê bi kurdî (kurmancî/ dimilkî) û bi tirkî Newroz tê pîrozkirin.

Newroz îsal digel peyamên xwe yên siyasî jî wekî gežt û seyranekê derbas bû. Li dora qadê konên xwarinê û çalakiyên çandî hebûn. Di Newroza îsal de nivîskarên kurd jî bi pêžengiya Komeleya Nivîskarên Kurd di bin konekî de pirtûkên xwe îmze kirin. Her wiha Navenda Çand û Hunerê ya Dîce Firatê jî li kêleka qadê di bin konekî de sêlikên albûma Delîla ya nû belav kirin.

Taybetiyeke xweser a Newroza îsal jî serdestiya zimanê kurdî bû. Piraniya axaftinên ku hatin kirin bi kurdî bûn. Serokê DTP’a Amedê Necdet Atalay, Žaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Berdevka Kongreya Demokratîk Leyla Zana peyamên xwe bi kurdî dan. Her wiha li ser dikê pêžkêžî jî bi giranî bi kurdî hate kirin. Vê yekê reng û dengê Newrozê xwežiktir kir.

Di vê Newrozê de hestên neteweyî di asteke gelekî bilind de bûn. Osman Baydemîr diyar kir ku ew nû ji Bažûr vegeriyaye û silavên gelê Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Dihok û Zaxoyê jî anîne. Leyla Zana jî bang li siyasetmedarên kurd ku rojekê berî roja din konferansa neteweyî kom bikin. Leyla Zana li ser dirûžmên gelê yên bi rengê “Bijî Serok Apo!” jî got, “Ez bawer dikim ku ev têkožîna we dê bike ku ew di Newroza di 2010’an de di nav we de be.”

Di qada Newrozê de nerazîbûna herî zêde li hemberî paketa Tayîp Erdogan bû. Li qadê pankarteke bi karîkatûrê Erdogan bal dikižand ser xwe . Li ser pankartê wêneyê Erdogan û paketa wî ya tijî meqarne hebûn. Baydemîr got ku ji paketa Erdogan kundir derketiye. Serokê Koma Meclisê ya DTP’ê Ahmet Turk jî der barê paketa Erdogan de got, “Sermiyanê Elo du qalib sabûn in, wekî din jî tižtek tê de nîn e.” Leyla Zana jî rexne li televîzyona ku dê bi kurdî wežanê bike, girt û bi bîr xistin ku kurdan berî deh salan ev kar kiriye û niha zêdetirî deh televîzyonên kurdî hene û wiha got: “Rojbaž birêz Erdogan, kurdan berî deh salan ev kar kiriye, êdî pêdiviya kurdan bi televîzyona we ya derewîn nîn e.”

Li qadê cara yekem dengê Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan jî bilind bû. Bi bilindbûna dengê birêz Ocalan re, girseya ku ji bo žermezarkirina tecrîda li ser wî çalakiya rûnižtina bêdeng dikir, bi carekê re rabû ser piyan û ji qadê dirûžma “Bijî Serok Apo!” bilind bû. Her çiqas ji bo Newrozê hunermendên navdar hatibûn vexwendin jî, îsal strana ku herî zêde dilê gel gež kir û coža wan zêde kir, strana “Oremar” bû.

Tevî ku qada îsal ji ya berê firehtir bû jî, cih nîn bû ku mirov, tê de tevbigere, lewre jî xelekên govendê li qadê gelekî ne zêde bûn. Îsal gelê kurd careke din diyar kir ku ew dev ji doza xwe ya azadiyê bernade.

 

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
23-03-2008 09:42 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 23-03-2008 09:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment. Last update on 23-03-2008 09:42
Views: 170    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;