• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Samî Tan arrow Metirsî û berpirsî
Metirsî û berpirsî Binivîse E-posta
 
Li gorî agahiyên ku di çapemeniya tirk de derketine, Serfermandarê Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit dê surprîzekê bike, di warê têkbirina tevgera kurd de hinek encamên berbirçav pêþkêþî raya giþtî ya Tirkiyeyê bike. Ev gotin nîþan didin ku rayedarên tirk li pey hinek dek û dolabên nû ne. Lê belê ev dek û dolab kêþeyan çareser nakin, girantir dikin.

Bi baweriya me rayedarên tirk bi êgir dilizîn haya wan ji wan nîn e. Buyukanit gotiye, “Êdî Iraq jî ji bo PKK’ê ne stargeheke ewledar e.” Heke gotinên wî biçin sêrî, dibe ku encamên pir tirsnak derkevin holê. Lewre wê demê þervanên PKK’ê jî dikaribin bibêjin, ‘Heke li tu cihî ewlehiya canê me tune be, divê ewlehiya canê rayedarên tirk jî tune be.” Ev jî dê bike ku zêdetir mirov bêne kuþtin û þerê hebûn û nebûnê dest pê bike.

Gotineke pêþiyên me heye, dibêje, “Xwîn bi xwînê nayê þûþtin, bi avê tê þûþtin”, lê mixabin rayedarên tirk her tim hewl didin ku bi kuþtinê kêþeya kurdan çareser bikin. Heta niha bi ser neketine, wisa xuya dike ku dê tu caran jî bi ser nekevin. Lê dîsa jî dest ji wan rê û rêbazên bêkêr bernadin. Li gorî agahiyên ku bi dest dikevin, hinek hêzên di nav dewletê de li pey lîstikên gelekî qirêj in. Rayedarekî çeteya Ergenekonê li xwe mikur hatiye û gotiye ku wan 200 hezar kujer bi rêxistin kirine û wan ê dest bi kuþtina kurdan bikira.

Her wiha li gorî gotina wî îtîrafkarî dê serfermandariya giþtî jî çek bidana wan kujeran. Dîsa tê gotin ku Velî Kûçûk di nav çeteyê de ji aliyê rayeyê ve di rêza heftan de ye, hinek kesên di ser wî re hê jî li ser kar in. Ew jî nîþan dide ku gelê kurd bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye. Belkî niha diranên van guran hinekî hatibin kokirin, lê dîsa jî rêxistina wan li ser piyan e û giregirên wan li ser karê xwe ne.

Li hemberî van tiþtan dê kurd çi bikin? Ew jî ji bo ku nekevin rewþa ermenan ji bêgavî dê parastina xwe ya rewa bikin. Her wekî Rêberê KCK’ê birêz Abdullah Ocalan gotî, dê þerekî giran ê kurd û tirkan dest pê bike, di vî þerî de ji her du aliyan dê gelek kes qir bibin û di encamê de dê Tirkiye jî bikeve rewþa Iraqê.

Li hemberî vê yekê divê hemû mirovên azadîxwaz û demokrat hiþyar bin. Nehêlin ku tiþtekî wiha pêk were. Avakirina partiya sîwanî ji bo vê yekê girîng û acîl e. Partiyeke xurt a ku karibe hêviyê bide hemû mirovên azadîxwaz û demokrat dê rê li ber vê lîstika xeternak jî bigire û deriyê aþtî û demokrasiyê veke. Lê belê ji bo galegalên dûvedirêj dem nîn e.

Divê em vê yekê jî bibêjin, baweriya kurdan ji hêzên çepgir zêde nemaye. Pratîka wan a heta niha hêvî nehiþtiye, lewre jî ditirsin ku ev hilbijartin jî bi galegalên der barê partiya sîwanî de derbas bibin. Em hêvî dikin ku bi vî rengî nebe. Lewre ev hilbijartina li pêþiya me dê hinekî qedera gelê kurd jî diyar bike. Êdî em kurd naxwazin qedera xwe bi dest kesî ve berdin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


11-05-2008 08:45   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 11-05-2008 08:45  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment. Last update on 11-05-2008 08:45
Views: 51    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
A piþtî wê jor;