• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Samî Tan arrow Kurd ne mecbûrî kujeran in
Kurd ne mecbûrî kujeran in Binivîse E-posta
 
Ev komara tirk li ser qirkirin û biþavtina gelan ava bûye. Di domana 80 salî de vê komarê bi polîtîkayên xwe yên qirkirin û helandinê birek mirov derxistine holê. Wan mirovan li ser navê tirkîtiyê desthilatiya Tirkiyeyê bi dest xistiye. Piraniya wan bi xwe ne tirk in, lê ew li dora dirûþma “Xwezî bi kesê/a ku dibêje, ‘ez tirk im’ civiyane. Ew kes li ser vê bingehê hatine ba hev, rastiya wê dirûþmê ev e, “Xwezî bi kesê/a ku rastiya xwe înkar bike û desthilatiyê bi dest bixe.” Hevgirtina wan kesan li ser vê bingehê ye. Lewre jî ew tirkên zireetê ji kesên ku nasnameya xwe diparêzin, qet hez nakin. Wan wekî dijmin dibînin. Li hemberî kesên ku dixwazin bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn, berên tovên jehrîn ên komara olîgarþîk þerekî taybet dimeþînin. Sedema vê yekê jî diyar û aþkera ye; heke gel bi nirxên xwe yên resen derkevin holê, lê sextekariya wan diyar bibe.

Derûniya van tirkên zireetê diþibe derûniya îtîrafkaran. Her wekî çawa kesên îtîrafkar bi gir û rikeke mezin êrîþî hevalên xwe yên berê dikin; pirî caran dibin kujerên hevalên xwe, ev tirkên çêkirî jî bi rik û gireke mezin êrîþ dikin ser kesên ku vê zirtirkiyê napejirînin. Mirov vê helwestê herî zelal di mebûsên AKP’ê yên qaþo kurd de dibîne. Mebûsên Tayyîp Erdogan ên ku qaþo li ser navê kurdan çûnê parlementoyê di êrîþên li ser gelê kurd de serkêþiyê dikin. Helwesta wan a li hemberî hovîtiya hêzên dewletê ya di Newrozê de vê yekê bi awayekî baþ nîþan dide.

Rik û kîna wan a li hemberî kurdên azadîxwaz, wekî rik û kîna îtîrafkaran e. Lê sedema gir û rika wan ne ev tenê ye. Ji bilî vê yekê sedemeke din jî heye. Mebûsên qaþo kurd ên AKP’ê bi hezar dek û dolaban, hinek kurdên xeþîm xapandin û bûn mebûs. AKP’ê dil heye ku di hilbijartinên herêmî de jî derbeyeke kujende li Tevgera Azadiyê bixe û þaredariyên bajarên Kurdistanê bi dest bixe. Lê piþtî operasyona li ser baþûrê Kurdistanê û têkçûna Artêþa Tirk a li Zapê, di nav gelê kurd de hiþyareke mezin pêk hat. Beþdariya gel a di Newrozê de nîþaneya vê yekê ye. Li her cihî girseya ku beþdarî pîrozbahiyên Newrozê bû, ji girseya par gelekî zêdetir bû.

Ev yek nîþan dide ku dê hilbijartinên herêmî de dek û dolabên AKP’ê bi ser nekevin. Ligel hemû lîstikan jî dê gelê kurd bi AKP’ê û zirtirkên AKP’ê nexape. Hovîtiya hêzên komara olîgarþîk ji ber vê yekê ye. Sedema gir û rika mebûsên AKP’ê jî ev yek e.

Gelê kurd êdî rastiya xwe nas kiriye, tu zilm û zordarî nikare rê li ber têkoþîna azadiyê bigire. Lê belê hêzên dagirker û kujer bi van kirinên xwe bingeha cudabûnê amade dikin. Bi van kirinên xwe çala xwe dikolin. Kurd û tirk ji aliyê derûnî û giyanî ve ji hev dûr dikevin. Piþtî ku di vî warî de parçebûn pêk hat, êdî tu hêz nikarin kurdan û tirkan bi hev re bidin jiyandin. Rayedarên dewletê bi destên xwe bingeha parçebûnê amade dikin.

Nîþaneya cudabûnê, rojev e. Di rojeva kurdan de têkoþîna azadiyê heye. Di rojeva tirkan de doza AKP’ê û çeteya Ergenekonê hene. Çapemeniya tirk qala ji çeteyan paqijkirina nava dewletê dike, lê heke ku ev rejîm hebe, çete naqedin. Kurdistan ji bo dewletê bûye dibistana gihandina kujer û çeteyan. Gelê kurd mecbûr e ku bi van kujer û çeteyan re bijî.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


30-03-2008 09:43 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 30-03-2008 09:43. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment. Last update on 30-03-2008 09:43
Views: 175    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;