Li gorî agahiyên ku di çapemeniya
tirk de derketine, Serfermandarê Artêža Tirk Yažar Buyukanit dê
surprîzekê bike, di warê têkbirina tevgera kurd de hinek encamên
berbirçav pêžkêžî raya gižtî ya Tirkiyeyê bike. Ev gotin
nîžan didin ku rayedarên tirk li pey hinek dek û dolabên nû ne.
Lê belê ev dek û dolab kêžeyan çareser nakin, girantir dikin.
Ev çend roj in em li Nisêbînê ne.
Em mêvanên Žaredariya Nisêbînê ne. Žaredariya Nisêbînê
navendeke çandê ya xwežik diyarî gelê Nisêbînê kiriye. Bi
boneya vekirina vî cihê xwežik vekirineke bi rengê mîhrîcanekê
amade kiriye. Mîhrîcan sê rojan dom dike, di nav bernameya
mîhrîcanê de konser, žano û panel hene. Em vê navenda çandê
li gelê Nisêbînê pîroz dikin.
Di ser roja derketina yekemîn
rojnameya kurdî Kurdistanê re 110 sal derbas bûn. Ez nizanim çima
lê îsal tevî ku salvegereke girîng bû jî, roja rojnamegeriya
kurdî wiha bêdeng derbas bû. Ji bilî çend çalakiyên biçûk,
zêde pîrozbahî pêk nehatin. Bo nimûne Dezgeha Bedirxaniyan a li
bažûrê Kurdistanê her sal, di roja rojnamegeriya kurdî de
mîhrîcanek li dar dixist. Par li Berlînê, pêrar li Hewlêrê,
sala berî wê jî li Duhokê ev mîhrîcan pêk hat. Li gorî
gotinan diviya îsal li Qahîreyê li dar biketa, lê mixabin pêk
nehat.
Rayedarên tirk ev 80 sal in, ser
kêžeya kurd digirin. Ji wan kirî ku dema wisa bikin dê
kêže jixweber çareser bibin. Lê belê kêže
her ku bi derengiyê têne xistin, girantir dibin û
çareseriya wan jî dijwartir dibe. Agirbesta 1993’yan
bînin bîra xwe, heke wê demê provokasyon
çênebûna, Serokomarê wê demê
Turgut Ozal bi awayekî ji holê nehata rakirin, belkî
niha rewž pir cuda bûya. Lê wisa nebû, Ozal ji
nižka ve hate kužtin, rapora ku wî li ser kêžeya kurd
amade kiribû hate bincilkirin û žer ji nû ve dest
pê kir.