• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Roza Yusuf arrow Tirkiye bi ku ve diçe
Tirkiye bi ku ve diçe Binivîse E-posta
 

Dema ku mirov rewþa siyasî þîrove dike xuya dibe ku Amerîka ji bo proja xwe berdewam bike di nava hewldanan de ye. Ji bo vê bi ser bixe pêwîst e herêm û gelên wê di nava pevçûn û þer de bin. Yanê bi tu awayî naxwazin ku kes însiyatîfa herêmê ji destê wê derxe û bibe dewleta yekemîn.

Her wiha hemû astengiyan li gorî xwe bi rê dixe. Kîjan dewlet derveyî vê armancê derkeve ev ji bo Amerîkayê wekî xeterekê ye. Heke îro naxwazin pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk li Tirkiyeyê çareser bibe sedem heman tiþt e.

 Ji ber bi rastî çareserkirina pirsgirêka kurd tê wateya ku Tirkiye bi hemû aliyan de bibe dewleta yekemîn û bibe xwedan hebûnek û siyaseteke serbixwe. Bêguman polîtîkayên AKP’ê ku armanca wan têrxuriya þer e û avakirina îslama siyasî ye. Ev yek pir baþ  xizmeta polîtîkayên Amerîkayê yên kirêj dike.

AKP û Amerîka li dijî gelê kurd û gelê tirk di nava lihevhatinê de ne. Ji ber çiqas þer di nava dewlet û PKK’ê de pêþ bikeve ewqas jî Tirkiyeyê wê bibe zilamê Amerîkayê û wê ewqas pêve bê girêdan. Ev tê wata ku Tirkiye wê hinekî din xwe bifiroþe ji bo ku bikaribe deynê li ser xwe bide.

Tiþtê ku mirov bêje, Tirkiye bi siyaseta AKP û êdin her roj hîn bêtir ber bi kortaleke bêbinî ve diçe. Ji ber pêþxistina îslama siyasî pêþxistina mîlîgerî û nijadperastiyê bi navê tirkan tirk firotin, tezkera operasyon li derveyî sînor ev hemû tê wateya ku Tirkiye bi ber felaketê ve diçe. Ji ber her kes dizane ku bi çend êrîþan ne PKK’ê ne jî kurd tune bikin. Tenê wê hinekî xwîn zêdetir bê rijandin û hinekî din wê gel hejar û perîþan bibe.

Ji ber kurd di parastina xwe ya rewa de bi biryarin nirxên ku bi salan afirandine dê bi hemû awayî biparêzin. Kurd û rêberiya wan bi erkê xwe yê dîrokî rabûn û bi  fedakariyeka mezin dan nîþandan ji bo ku þer bê rawestandin. Lê belê pir berçav bû ku þer, kuþtin, alozî hilbijartina AKP’ê ye.

Ev hemû didin xuyakirin ku AKP Tirkiyeyê ber bi keviya mirinê ve dibe. Ev jî riyekê datine pêþiya kurdan heta dawî berxwedanî ji bo jiyaneke bi rûmet. Ji bo parastina hebûn û nebûna xwe divê kurd hiþyar bin.

 
17-12-2007 14:47 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 17-12-2007 14:47. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 60 time. You can leave a comment. Last update on 17-12-2007 14:47
Views: 1023    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
A piþtî wê jor;