MalMem Mîrxan Li ser Tevgera Azadiya Jinan êrîþeke nû
Li ser Tevgera Azadiya Jinan êrîþeke nû
Di dema dawî de, wekî ku hûn jî ji Roj tv diþopînin dewleta tirk dixwaze bi riya ajaniya jînê an jî sîxurtiyê Tevgera Azadiya Kurdistanê tesîr bike. Tiþta herî balkêþ di vê mijarê de sîxurtîbûna keçên kurdan e. Rêber Apo dibêje ku “Berî her tiþtî divê ku em jinan azad bikin.” Ji bo civakek bê rizgarkirin, berî her tiþtî rizgariya jinan pêwîst e. Pêþketina ku derdikeve holê jî, li dijî vê AKP’ê jî dibêje ji bo ku em civaka kurd dîl bigirin divê em rêke wiha bandor bikin û têxin xizmeta xwe. Bi vî rengî dixwazin li civaka kurd bixin. Lewra bi awayekî bê exlaqî, keçên kurd diþînin riyên xerab û wan bi rêka tugayan perwerde dikin û diþînin serê çiyan.
Dixwazin weke hespê troyayê bikin. Dixwazin kelê ji hundir ve fetih bikin. Dîsa nikarin bi rêbazên cûr bi cûr Tevgera Azadiya Kurdistanê ji holê rakin. Vê carê serî li rêbazên wiha didin. Ev rêbaz derveyî exlaq û derveyî namûsê ye. Yê ku wan þandibû wiha digot: “Ji min re gotine, divê tu bibî Zîlana duyemîn.” Ango rêheval Zîlan çawa ku xwe bi kevneperestiyê de, di dijmin de teqand, her wiha ew jî dixwazin ku keçên ku xwe bi PKK’ê de biteqîne biafrînin. Lê kudivê hûn bizanin armanc ew e ku destanên ku derketine û ên ku heta niha afrandine dixwazin þûna wê jî kesên xayin xwefiroþ damezrînin. Lewra ev êrîþeke bêexlaq e. Di serî de li ser asta azadiya ku Tevgera Azadiya jina Kurdistanê derxistiye holê, asta ser welatparêziya heya niha hatiye afrandin, bi qehremaniya jina kurd derxistiye holê. Ji bo vê jî ji bo tevahî civaka kurd û hem jî ji bo gelê kurd, ji bo jina kurd ev êrîþeke nû ye.
Di civakekê de jin bê sîxurkirin, weke ku ew civak roj bi roj ber bi komkujiyê ve diçe. Ji bo vê jî pir bi awayekî bi zanebûn, dewleta tirk van rêbazan bi kar tîne. Dixwazin civaka kurd bi van rêbazan belav bikin. Bi rastî jî keçên ku dikevin van rêkên wiha hemû nirxên xwe yên exlaqî, ên dîrokî, siyasî winda dikin. Tu rêbazên xirab derveyî kedxwariyê hene jî hemû ber bi kesayetiya wan bi kar tîne. Wekî serserî mayînan wê kengî bikevin, kengî biteqin ne diyar e. Ji bo wê jî civakeke þerkirî, malbateke þerkirî tiþtekî jiyanî ye.
Ji ber ku nirxên heta niha hatine avakirin, berovajî dikin û dewlet bi wî awayî dixwaze ku ev nirxên ku derketine holê rakin û þûna wan jî prensîbên nû di civaka kurdan de ava bikin. Ji bo vê jî hemû malbatên kurd divê bi awayekî bi hêz li zarokên xwe xwedî derkevin. Ji bo ku zarokên wan nekevin rêkên wiha.
Her malbateke kurd divê ji dîroka Kurdistanê encamê derxe. Ji ber ku em dizanin hemû xayînên kurd bi destê dewletê hatine kuþtin. Bi vî awayî ev lîstoka li ser gelê kurd tê pêþxistin divê ku bê pûçkirin. Her wiha dewlet jî li hêviyê ye ku ji van rêbazan encam bigire divê bê zanîn ku wê demê ew di gafleteke mezin de ye. Ji ber ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ne wekî serhildanên kurdan ên kevn e. Ji aliyê rêxistinî û ramanî ve xwedî cudahiyeke nû ye.
Rastiya Pîlot û Þahîn jî hîn li ber çavan e. Her wiha dewlet berpirsiyar e ku dersê ji wan mînakên dîrokî derxe. Her wiha rêbazên wiha bê encam maye. Tevgera Azadiya Kurdistan roj bi roj mezin dibe û bi hêz dibe. Ji bo wê jî li gorî nêrîna min jî li þûna van rêbazan li riya çareseriyê bigerin ji bo gelê tirk û ji bo gelê kurd wê hîn bi fayde be. Bi vî rengî em dibêjin ku her çiqas xapandin wiha hebe jî lê belê van rêbazan çawa dema berê berhewa çûne û wê vê demê jî berhewa bibin. Di civaka kurd de her kes berpirsiyar e ku lîstokên gemar û qirêj bigirin. Hem jî ji bo me hemûyan erkeke exlaqî û wijdanî.
This entry was posted on 16-10-2007 08:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 33 time. You can leave a comment.
Last update on 16-10-2007 08:14 Views: 643
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 643