• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Efsaneya Oremarê
Efsaneya Oremarê Binivîse E-posta
 

Ev demeke ku berxwedana Oremarê tê destgirtin ji hêla raya giþtî ya tirkan, lê ji daxuyaniya Îlkel Baþbug xuya dike ku wê demeke dirêjtir e ev bûyer bê guftûgokirin, ji ber ku di Oremarê de gelek tiþt ku fermandarê artêþa Tirk vediþartin hatin kifþkirin û rastî derkete holê, her wiha ji bo ku vê ji civakê re ser binuxumînin wê herin derewekê bikin.

Bi rastî dema ku min daxuyaniya Îlkel Baþbug guhdar kir ez matmayî mam; yanî ev daxuyanî ji hemû aliyan ve fiyasko bû. Wekî ku bapîrên me dibêjin kenê guran pê dihat, ji ber pir bi awayekî komîdî perîþaniya leþkeran dianî ser ziman ku navê wê jî dikir qeremanî, yanî dema ku mirov ji aliyê leþkerî ve binirxîna kuþtina bi dehan leþkeran, bi dehan birîndar û heþt leþkerên dîl tevda li gorî daxuyaniya leþkeran digotin ku me agahî girtibû ku wê êrîþ were ser me û me wê þevê ser piyan nobetdariya xwe girt, bi vî awayî derdikeve holê ku qabîliyeta vî leþkerî ya þer sifir e, ji ber leþkerekî amade heke þer neke, pêwîst e bê zanîn ku ev leþker ji vî þerî bê bawer û bê xwestek e.

Ji aliyê ramyarî jî dema ku mirov binêre piþtî tezkera meclîsa Tirk û quretiya wan ku ji bo Îraq û Amerîka digotin hûn þans bidin em ê wan di yek carê ji holê rakin. Ev gotin bêwate ne ji ber heger dewlet di sînorê xwe de nikare beþdar bike wê di çiyan de çiqas encam bigire? Ev tê wateya ku nikarin tu hêzan bixapînin ji ber ku rewþ li ber çavan e, yanî di warê dîplomasî de nikarin tu zoriyan li tu hêzan bikin. Her wiha di warê aborî de heman encam li ber çavan e, yanî di hemû aliyan de siyaseta hikûmetê îflas kiriye. Yanî dewletek ancax evqas prestîja xwe winda bike; gelo bi derewan, bi sozên vala û bi xapandinan mirov dikare welatekî bi rê ve bibe?

Mixabin hikûmeta Tirk û serleþkerên wan wiha dikin. Þûna ku bipojin û bêjin me di ku de winda kiriye her wiha ji bo çi leþker þer nakin, her roj teoriya binkeftina xwe dikin û navê wê dikin pilana tesfiyakirina PKK’ê, lê dem hatiye ku hem raya giþtî hem jî raya giþtî ya tirk û kurd xalekê deynin û li van derewan guhdar nekin. Ne bi êrîþa firokan, ne jî operasyonan gelek û rojek ji holê ranabe, þûna ku Tirkiyeyê bifroþin Amerîka hemberî hinek îstîxbaratên pûç û ên bê encam; pêwîstî bi ramyariyeke durist û aqil heye.

Uzman çawîþekî ku dîl bibû digot ku tirkên reþ û tirkên spî hene, em kesên feqîr tirkên reþ in, kurên generalan jî tirkên spî ne lewra em tên kuþtin û ew jî li mala xwe ne. Demek zû ve ev girêka kûr ji hêla her kesî ve tê naskirin ji ber ev þer li gorî sûd û berjewendiya gelê kurd nîn e ne jî li gorî ya tirk e. Tenê tirkên spî jê sûd werdigirin mîna Îlkel Baþbug û Erdogan, mixabin heger zihniyeta þerxwazî berdewam bike wê efsaneyên weke Oremarê gelek bêne dubarekirin.

03-12-2007 07:58 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 03-12-2007 07:58. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 38 time. You can leave a comment. Last update on 03-12-2007 07:58
Views: 700    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;