• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Roza Yusuf arrow 12ê Îlonê û hikûmeta AKPê
12ê Îlonê û hikûmeta AKPê Binivîse E-posta
 

Her çiqas 27 sal li ser derbeya 12’ê Îlonê derbas bibin jî lê ne zihniyeta wê ne jî çanda wê nehatiye guhertin. Mixabin Tirkiye û Kurdistan di nav xwînê de hîn vedigevizin. Li cîhanê gelek pirsgirêkên mezin hatin çareserkirin di nav van salan de lê têgeha çanda mirin û kuþtinê li Tirkiyeyê hîn jî li ser hukm e, belkî navê hikûmetan hatibe guhertin û navê serokwezîran hatibe guhertin lê belê heman mejî û heman hest dewleta Tirkiyeyê bi rê ve dibe.

Bi rastî tiþtê herî bi êþ ew e ku ji xwîna bi hezaran ciwanî ders nehate derxistin û heta niha vîna gelê kurd ji nedîtî ve tê dîtin û hemû rengê terorê rewa tê dîtin û tiþtê jê xerabtir ku hîn gelê tirk tê xapandin û rewþa mîna keriyan berdewam dike, tu kes napirse; gelo ji bo çi heta niha zarokên serokwezîran, kurên serleþkeran qaþo ji bo Tirkiyeyê, heta niha di þer de nehatine kuþtin? Heke þer ji bo Tirkiyeyê ew qas pêwîst be ji bo çi Tayib Erdogan zarokê xwe naþîne Kurdistanê? Bi rastî hinek tiþt êdî divê neyên pejirandin.

Bêguman hikûmeta Tayib Erdogan berdewama hikûmeta 12’ê Îlonê ye, ew qas êrîþ û teror li ser gel û gerîla vê yekê baþ dide diyarkirin. Heta mirov dikare bêje ku ev hikûmet hîn bi talûkeye, ji ber ew hem þerê bi çek hem ê aborî hem ê çandî dimeþîne, di dema berê de gel fêm dikir û helwest datanî, lê þerê ku AKP dide, pir þerekî bêexlaq e, pir nerm xwe diyar dike lê di encamê de ew jî wekî rejîma 12’ê Îlonê ye, qirkirina kurdan hedef dike.

Lewra kes divê xwe nexapîne ku demokrasî heye, kengî nasnamaya gelê kurd hate pejirandin wê demê mirov dikare behsa demokrasiyê li Tirkiyeyê bike, her çiqas AKP bixwaze bêje ku dema conta derbas kiriye, tenê derew e, ji ber wan tenê rengê Botê Contan guhertiye, ew Bot îro jî pêlî vîna gelê me dike.

Her çiqas hereketa azadiya Kurdistanê gelek fedakariya mezin jî dabe nîþandan ji bo bercestkirina çareseriyeke demokratîk û aþtiyane bi agirbestê ku gelek caran îlan kir lê destê wî her dem li hewa ma û AKP’ê polîtîka û siyaseta 12’ê Îlonê berdewam kir, ji ber ew berjewendiya gelan naxwaze ew tenê kurtêlxweriya þer dike.

Ji bo wê, dem hatiye ku gelê kurd û tirk bersiv bidin van lîstikên gemarî ku her roj dibin sedema kuþtina ciwanekî. Dem hatiye ku hesabê þer bê xwestin û gel vîna xwe deynin holê. Heke em naxwazin ev xwînrêjî berdewam bibe û gel dijminatî bikin, her kes divê li dijî hikûmeta þer helwesta xwe deyne û zihniyeta 12’ê Îlonê ku AKP nûnertiya wê dike bi yek deng û yek rengî em þermezar bikin û hewl bidin ku ev hikûmet bê guhertin.

05-10-2007 16:14
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-10-2007 16:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 49 time. You can leave a comment. Last update on 05-10-2007 16:14
Views: 661    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê