• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Rizoyê Xerzî arrow Serî û lingên roja kedkaran
Serî û lingên roja kedkaran Binivîse E-posta
 
Di destpêkê de ez cejna 1'ê Gulanê li hemû kedkarên cîhanê pîroz dikim û hêvî dikim ku ev roj bibe dîrokek ji bo destpêka yekitiyeke xurt di navbera hêzên kedkar, aþtîxwaz û rêxistinên çepgir ên ku li tirkiyeyê dijîn.

Wekî hûn dizanin ev çend roj in ku li ser mijara pîrozkirina 1'ê Gulanê di nava hikûmet û sendikayên kedkaran de nakokiyên mezin derdikevin holê. Serokwezîrê tirk Erdogan û Waliyê Stenbolê bi tundî li dijî pîrozbahiyên li Taksîma Stenbolê derketin û rêxistinên kedkaran jî di vê daxwaza xwe de israr kir. Erdogan got: li þûna seriyan wê li Tasîmê ling werin ba hev. Kedkaran jî got : ku ling tune bin serî jî nikarin bi serê xwe herin. Serî û ling tevlihev bûne û kesek nizane wê serê kê li ber lingê kê here. Ez texmîn dikim ku êdî ne hikûmet û ne jî rêxistinên kedkaran ji biryara xwe vedigerin û wê gelek bûyer di pîrozbahiyan de derkevin holê . Lê çi dibe bila bibe ji bo min tiþtê girîng ew e ku wê cara yekemîn hêzên din ên Tirkiyeyê hinekî tama zilm û zora ku li kurdan dibe hîs bikin û fam bikin ku ev zilm û zora bi behaneyên cuda li kurdan tê kirin êdî nayê tehmûl kirin. Dibe ku ev yek bibe sedem ku ne tenê kurd , êdî hêzeke mezin bi hev re bêje êdî bese.

Siyaseta hikûmeta AKP'ê ya înkar û þidetê ya di dijî kurdan bi gelek rengan hate xuyakirin û di her awayî de bûye perçeyek ji jiyana wan a rojane. Ji operasyonên leþkerî bigire û heta bi girtin û zindankirinên rojane. Lê helwesta AKP'ê ya ku beriya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhane derkete pêþ, da xuyakirin ku ev siyaseta wê ne tenê li dijî kurdan tê meþandin lê li dijî hemû azadîxwazan pêk tê.

Gelo çima AKP biryara pîrozbahiyên cejna kedkaran a li Tasîma Stenbolê qedexe kir û destûr neda. Ji ber ku di vê pêvajoya hesas de cara yekem e ku helwesteke hevbeþ a sendîka û rêxistinên çep bi hev re bi rengekî berz derdikeve holê. Nêzîkatiya van hêzan û yekitiya helwesta wan hikûmeta AKP'ê gelekî ditirsîne ku rê li ber yekitiya hêzên çepgir veke.

Bê guman tiþtê ku di vê mijarê de herî zêde AKP'ê ditirsîne ew e ku kurd hêzeke bingehîn a van rêxistinên çepgir e. Ev yek ji bo AKP'ê dibe cihê metirsiyeke mezin û xewê lê diherimîne. AKP vê kabusê her roj di xew de dibîne. Lê dawî wekî wî mirovê ku di xanî wer bû û ji xwe re dua dikir, li AKP'ê jî were. Mirovek ji qata çaran kete xwarê, bi rê ve digot ya rebî xewn be. Ez bawer im heke ne îro be jî dê rojekê ev hikûmet di wê tirsa xwe de derkeve û ev xewna kabûsî wê bibe rastiyeke berbiçav.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


02-05-2008 09:38 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 02-05-2008 09:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment. Last update on 02-05-2008 12:48
Views: 54    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
A piþtî wê jor;