• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Rizoyê Xerzî arrow Remo û rayedarên kurd
Remo û rayedarên kurd Binivîse E-posta
 
Di van rojên dawî de bi zêdebûna hevdîtinên þanda tirk û rayedarên kurd ên baþûr, êrîþên artêþa tirk ên ezmanî jî zêde bûne. Ji 1’ê gulanê û vir ve ev êrîþ berdewam dikin. Ev êrîþ di nava bêdengiyeke mezin de dewam dikin. Di van êrîþan de carna dijminê dijwar jî li dijî kurdan bi hev re tevdigerin.

Tariq el Haþimî, cîgirê serokomarê Iraqê li ba Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul bû. Þêwirmendê Serokwezîrê tirk Erdogan civînek bi Talabanî, Nêçîrvan Barzanî û hin rayedarên din ên payebilind re pêk anî. Di heman demê de firokên þer yên Tirkiyeyê çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Ne tenê rayedarên kurdan malperên wan jî dema ku behsa mijara bombebaranê dikin tu dibê qey behsa Afganistanê an ji welatê honololo dikin, wekî ku ew bombebaran ne li ser erda Kurdistanê be an jî li dijî welatekî din be.

Helwest û daxuyaniyên rayedarên kurdên baþûrê Kurdistanê çîroka Remo tîne bîra mirov… tu yê sibe çixarê jî bikiþînî… dibêjin Remo ji maliya xwe re dibêje, kevanî ez diçim bajêr û dibe ku ez îþev venegerim malê, lê karê Remo li hev rast nayê û êvarê vedigere mal. Dema Remo derbasî hundir dibe, dibîne ku jina wî bi yarikê xwe re di nava ciyan de paldayî ye, Remo dibêje, keçê wele ez ê di gora bavê te de mîz bikim, ez dibînim ku tu gelekî li ser xwe çûyî, ku ez îro dengê xwe nekim tuyê sibe tiþtekî xirabtir bikî, îro tu wiha dikî sibe tuyî çixarê jî bikiþînî. Yanî ez texmîn dikim ku hûn jî min mafdar dibînin ku helwesta rayedarên me yên Baþûr ev çîroka Remo anî bîra min. Bi gotineke din heke hûn îro dengê xwe nekin ma kengî hûn ê dengê xwe bikin kaka can.

Îro artêþa tirk bi hezaran bombe bi ser axa Kurdistanê de dibarîne, gundiyên wê herêmê perîþan bûne, nikarin ji malên xwe derkevin û sewalên xwe biçêrînin. Ez bawerim hûn li hêviyê ne heta ku bombeyek hezar kîlo bi ser gundekî de bikeve û di encamê de bi sedan gundî werin kuþtin. Dibe ku wê gavê hûn daxuyaniyekê bidin û bêjin em vî karî þermezar dikin, bêguman wê gavê ne þermezarî, ne gilî û gazin êdî wê fêde nekin. Lewra qurbana çavê we yên reþ, ji niha ve helwesta xwe li dijî van êrîþan bidin xuyakirin û bi dengekî bilind nerazîbûna xwe bînin ziman beriya ku hasil bigihê Mûsil û komkujiyeke din li dîroka kurdan a têrkomkujî zêde bibe.

Keko ez ji we re dibêjim Heke rê li ber komkujî û wêrankirin û koçberkirinê vebe wê dîrok rola we ya di vê mijarê de ji bîr neke û wê bi þêweyeke berbiçav vê rolê bîne ziman.

Heke hûn di vê demê de xwedî li kurdayetî û nirxên neteweyî û pêwira parastina gelê xwe nekin, hûn ê kengî bi vê pêwirê rabin kekocan.


12-05-2008 11:05   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 12-05-2008 11:05  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 12-05-2008 11:05
Views: 52    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;