Êdî ne rojek û du roj
cejn û roþan e. Newroz li gelek rojan belav dibe. Ji ber ku
azadî rîþ û þaxên xwe ber dide tevahiya
rojan. Kengî kurd bi tevahî azad bibin, wê dem û
salê bi tevahî bi Newrozê tacîdar bibin.
Newroz a berê rojekê dihat pîrozkirin, niha di nava
gelek rojan de tê pîrozkirin û pîrozkirina
Newrozê li Amedê xweþ e.
Newroz cejna vejîn û
berxwedanê ye. Kurd û kurdistanî bi Newrozê
li xwe vedigerin, hiþyar dibin û xwedî li nirx û
buhayên xwe derdikevin. Gelê Kurd ji bo vê yekê
jî bêyî dudil bibe bi hezaran þehîd û
berdelên giranbuha dide. Ji ber ku kurd ji her demê
zêdetir his dikin ku Berxwedan Jiyan e.
Kurd û kurdistanî Newrozeke
din ji her demê zêdetir bi coþ pîroz dikin. Ji her
demê zêdetir xwe nêzî azadiyê his
dikin. Ji lewra ji heft salî heta heftê salî her
kes bi heyecan tevlî pîrozbahiyan dibin.
Newroz êdî rojek wisa ye,
miriyan ji qebrê radike û ji nû ve ruh pê
dixîne. Newroz bi destpêka buharê re vejîn û
rabûna serpiyane. Ji ber ku Newroz serhildan e.
Gelê kurd û kurdistanî
bi Newrozê ji nû ve li hêza xwe hayil dibin û
radibin ser piyan. Newroza 2008'an jî nîþaneya vê
yekê ye. Gelê kurd careke din îradeya xwe nîþanî
her kesî daye.
Gelê kurd û kurdistanî
bi vê Newrozê beyan dikin ku ew dixwazin bi çand û
zimanê xwe, bi awayekî azad û demokratîk
bijîn. Ji lewra her pîrozbahiya Newrozê, di heman
demê de pîrozbahiya serketina paþerojê ye.
Gelê kurd û kurdistaniyên
bi van his û hestan radibin, êdî tu car û tu
hêz nikare stû li wan bitewîne. Koletî û
bindestî nabe ku bêne qebûlkirin. Di ferhengê
de êdî cihê wan nîne.
Gelê kurd û kurdistanî
bi van pîrozbahiyên Newrozê careke din li pêþ
çavên her kesî asta bîrûbawariya
gihîþtinê nîþan didin. Bi vê re jî ji
her kesî re dibêjin; 'Êdî Bes e'
'Êdî Bes e' ji her zordestî
û bindestiyê re. 'Êdî Bes e' ji her cure
asîmîlasyon û tinekirinê re. 'Êdî
Bes e' ji jiyaneke li derveyî azadiyê re.
Newroz banga azadiyê ya gelê
kurd û kurdistaniyane. Banga bi hev re jiyan, wekhevî û
demokrasiyê ye. Banga ked û xebatê ye.
Bi banga Newrozê gelê kurd
û kurdistanî riya xwe ji hemû cîhanê re
eþkere dikin. Lewma yên vê bangê nebihîsin,
divê ji guh û dilê xwe gumanê bikin. Ji ber
ku Newroz nîþankirina jiyaneke mirovane ye.
Newroz rêresmeke azadiyê
ye. Çandeke serbilindî û serberziyê ye.
Desteke dirêjî destê paþerojê dibe, lewma
hêviye ji bo siberojên mirovane.
Bi Newrozê îro weke ti rojê
nîne. Newroz bang dike û diqîre; wê ji îro
pê ve zeman û demê weke berê nebuhure. Eger
bibe wê azad bibe yan jî wê hîç nebe.
Newroz biryar, îman û jiyan
e. Newroz gavavêtina ber bi azadî û demokrasiyê
ye.
Newroz tifaq, hevgirtin, rêz,
þêwr, civat û rêxistine.
Newroz rojeke nû ye, rojeke bi
xêr û ber e.
Roja nû, roja azadî û
demokrasiyê, roja vejîn û berxwedanê li her
kesî pîroz be.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 22-03-2008 08:44. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment.
Last update on 22-03-2008 08:44 Views: 244
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 244