Em ketin hewaya Newrozê. Ji bo
kurdan pêvajoya roþan û cejnê ye. Di vê demê
de mirov mîna bikevin ayînekê wê xwe ji nû
ve di ber çavan re derbas bikin û li xwe guhdarî
bikin. Wê vê yekê jî bi çalakiyên
xwe nîþan bidin û bi wan biwezinînin. Ez jî
dixwazim di vê nivîsa xwe de vê bikim. Yanî
ez dixwazim, li gorî hewaya Newrozê hinekî bipîvim,
biwezinînim û bifesilînim.
Rojane bûyer diqewimin. Daxuyanî
têne dayîn. Ji her yekê mirov dikare gelek rastiyan
û têgihîþtinan bibîne. Ango mirov dikare
bibêje dîrok her roj ji nû ve xwe nîþanî
me dide. Bala xwe bidin daxuyaniyên serokwezîr û
rayedarên dewleta tirk. Her roj, bêyî ku þerm
bikin, li nava çavên me temaþe dikin û ji me re
dibêjin; 'Hûn tine ne. Eger hûn hebin jî hûn
terorîst in.'
Em kurd mirovên dilþo û
dilpak in. Ji kesên wisa re jî di nava siyaseta îro
ya cîhanê de safik dibêjin. Ji ber ku mirovatî
erzane li cem kapîtalîst, emperyalîst û
zordestan. Lê bi rastî, em li gorî dilê xwe
li bûyeran temaþe dikin û wer bawer dikin ku her kes
weke me difikire yan jî wê bifikire. Lê mixabin
wisa nîn e.
Gelê kurd ê hiþyarbûyî
di her firsendê de behsa çareseriyê dike. Dagirker
jî li gorî xwe behsa çareseriyê dikin û
dibêjin; 'Pirsgirêk tenê bi sîlehê
çareser nabe. Pêwîst e tedbîrên
siyasî, aborî û çandî jî bêne
girtin.' Niha wexta hûn yekser li vê hevokê
binerin, baþ û li cih xuya dike. Hûn dikarin bifikirin
ku niyeteke baþ a ji bo çareseriyê heye. Lê
mixabin wisa nîn e. Werin em bi hev re niha hevokê tefsîr
û tehlîl bikin. Dagirker wexta dibêjin; 'Pirsgirêk
tenê bi sîlehê nayê çareserkirin'
dixwazin bibêjin; pirsgirêk tenê bi sîlehê
ji holê nayê rakirin ango ji bo hûn pirsgirêkê
ji holê rakirin, divê hûn pere birijînin
herêmê, siyasetê baþ bikin yanî wan
bixapînin û bi riya çandê, çanda
tirkî wan asîmîle bikin. Ji lewra pakêtên
çareseriyê yên behsê dikin jî pêwîst
e di vê çarçoveyê de were fêhmkirin.
Jixwe pere û sermaya dibêjin; em ji herêmê re
vediqetînin pirranî diçe sîlehê û
projeya GAP’ê. Projeya GAP’ê jî her kes dizane
çend bi tesîre li mêzînên herêmê.
Dewleta tirk bi vê projeyê hem gefan li welatên
cîran dixwe û hem jî demografiya li Kurdistanê
xira dike.
Ji bo çareseriya pirsgirêka
Kurd gavên bêne avêtin girîng nîn in.
Ya girîng ew e ku pirsgirêka kurd were qebûlkirin.
Rayedarên dewleta tirk hemû daxuyaniyên xwe di
çarçoveya înkar û îmhayê de
didin. Hin gavên qaþo hatine avêtin jî ji bo
çareseriyê nînin, ji bo xapandinê ne. Bala
xwe bidinê, hûn dema behsa mafekî biçûk
jî dikin, rayedarên dewleta tirk dibêjin; 'Piþtî
vê mafekî din û piþtî yê din jî
yekî din, bi vî awayî welatê ber bi parçebûnê
ve biçe.' Çima wisa difikirin? Ji ber ku mejiyê
vê dewletê heþtê sale li ser îmha û
înkarê þikil girtiye. Eger em vê yekê wisa
rast fêhm bikin. Em dikarin riyên ku karibin xwe
bigihînin vî mejiyê kawik jî bibînin.
Yanî divê em li gorî dilê xwe tenê li
meseleyê temaþe nekin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 15-03-2008 08:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 15-03-2008 08:45 Views: 192
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 192