• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Luqman Guldive arrow Îslam û siyonîzm
Îslam û siyonîzm Binivîse E-posta
 

Em xebatkarên ROJ TV’ê 16'ê sibatê li Strasbourgê ne. Li vî bajarî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heye. Lewma kurdistanî ji roja Bêbextiya Navneteweyî ve li vir gelek caran civiyane û qêriyane. Xwestine dengê wan li dîwarê dadê yê Ewropayê bide û wijdanê ruhê bi hezaran þervanên Ronesansê yê di dîwarê dadgehê de hiþyar bikin. Em ê jî wê rojê hewl bidin bi weþaneke yekser vî dengê aþtî, demokrasî û azadiyê bigihînin we xwendevanên delal.

Her civak bîra xwe heye. Kengî civakek bîroke bibe, wê wextê ew bêkoke û ew êdî tiþtekî din e. Gelê Kurd civakeke kevnar a Mezrabotane. Xwedî bîreke xurt e, reh û rîþên xwe kûr in. Nemaze bîra xwe ya hisî têra xwe qehîme. Bêbextiya 15'ê Sibatê ya di sala 1999'an de di þexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd û kurdistaniyan pêk hat, wê bi hêsanî ji bîr nebe û di bîra kurd a civakî de ji niha ve meyaye û cih girtiye. Gelê kurd, gelekî kevnare ye. Herçî gelê kurd e, dizane êþ û azarên xwe bikeyîne. Lewma ji ber feraset û fazîleta îro, ji bo paþerojê gelê kurd piþtraste.

Bêbextiya 15'ê Sibatê derbeke xedar bû, li dilê Kurdan ketibû. Hêzên bêbext bi vê hewldana xwe, xwestin gelê Kurd piçûk bixînin û biþkînin. Ya rastî ji bo vê jî têra xwe tevna xwe asê kiribûn. Lê ji ber Rêbertî û hostekariya rêzdar Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê, destûr nehat dayîn, dekûdolab li gorî dilê xêrnexwazan bigere. Bi hêsayî em dikarin bibêjin; beþekî mezin ê bêbextiyê pêk nehatiye. Lê em divê îþaret pê bikin ku bêbextiya 15'ê Sibatê di heman demê de ji bo têkbirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd pêvajoyek bû, hatibû destpêkirin. Eger em ji bûyerên 15'ê Sibatê û vir ve temaþe bikin û bi hosteyî biþopînin, em ê bibînin ku ev pêvajo hînê dewam dike. Ez ê dûrûdirêj behsa bûyerên di nava 9 salan de qewimîne nekim û ez ê bi bîr jî nexînim, lê eger em tenê li bûyerên îsal di nava çend mehan de qewimîne temaþe bikin, em ê bi çarçove û merama bêbextiyê derxînin.

Dewleta tirk li ber Amerîka û siyonîzmê dêla xwe hejand û bi hezar lavahiyê bi wan da gotin ku Tevgera Azadiyê dijmin e. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Wecdî Gonul piþtî axaftina xwe ya bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Ehûd Barak re li xwe mikur hat ku di êrîþa dawî ya birine ser PKK’ê de alîkariya eskerî ji Îsralê wergirtine. Lê kesî nepirsî û negot Amerîka û siyonîzm di berdêla vê yekê de çi dixwazin. Hukûmeta Tirkiyeyê qaþo bi îdîaya îslamê radibe, ji bo li gelê kurd bide ji Amerîkayê û Îsraîlê alîkariya eskerî wergirt û bombe bi serê kurdan de barandin û hînê dibarîne. Ev çi îslam e, bi siyonîzmê re li dijî cîranê xwe yê kurd û gelê herî kevnare yê herêmê þer dike. Ev çi misilman in, nehishisî û mêþmirî ne! Ev çi nehisguhî ye! Di salvegera 15'ê Sibatê de xêrnexwaz dîsa þêwr û miþêwra xwe li ser serê kurdan digerînin. Duyemîn Serokê Fermandariya Giþtî ya Artêþa Amerîkayê Cartwright û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Ehûd Barak hatin Tirkiyeyê. Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Michael Mukayes jî bi serdaneke ji niþkê ve tê Tirkiyeyê. Jixwe bawer dikim ku ji vê civatê Mam Celal kêm xuya dike. Hêvîdarim ew jî tevlî vê þêwrê nebe. Eger kurd bi netewbûyînê radibin û dixwazin rabin, divê cih nedin bûyerên wan biþkînin û stûxwar bikin. Derbên ji dijmin çend dijwar û xedar bin, tenê dikarin kurdan xurt bikin, lê derbên ji hundir wê bikin ku kurd nikaribin serê xwe rakin.

16-02-2008 09:31 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 16-02-2008 09:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 16-02-2008 09:31
Views: 353    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;