Tirkiye ketiye destê bazirganan.
Bazirgan jî pîvanek wan heye. Ew jî kar û
qezenc e. Lewma manewrayên wan hemû li gorî vê
yekê ne. Eger mirov bi vî çavî li wan
nenere, heye ku mirov bi wan bixape. Ji ber ku ji bo kara xwe gelekî
çivan didin xwe û dikarin ji bo qezenca xwe ji nodûneh
rastiyên te re bibêjin ‘erê’ ji bo xatirê
karek xwe. Bala xwe bidinê, li Tirkiyeyê gelek
pirsgirêkên girîng ên demokrasiyê hene,
lê hukûmet çûye bi pey sergirtina jinan
ketiye. Li Tirkiyê pirsgirêk sergirtin an jî
servekirin nîn e. Li Tirkiyeyê pirsgirêka
demokrasiyê heye. Di vê çarçoveyê de
pirsgirêka têgihiþtina li laîqtiyê heye.
Pirsgirêka mafê mirovan heye.
Li Tirkiyeyê mirov nikarin xwe bi
nasnameya xwe îfade bikin. Kes nikare raman û baweriya
xwe bîne ziman. Mirov nikarin derd û keserên xwe
biqîrin. Çiye qaþo xala 301’ê heye. Yanî
bendek li pêþiya fikrê heye.
Eger mirov navê rast li
pirsgirêka li Tirkiyeyê bike, mirov bibêje mejî
hatiye girtin rast e. Di vê sedsalê de ma þerm nîne
tu porê hin kesan bigire an jî veke. Bihêle mirovên
kamilbûyî bila bi xwe biryara xwe bidin. Na, eger tu
bibêjî min ev mirov nezan hiþtine ew bîr nabin, ez
ê di dewsa wan de biryarê bidim, ew tiþtekî din e.
Jixwe pirsgirêk jî bawer dikim ew e ku civak paþve
hatiye hiþtin û lewma bi civakê jî bawer nînin.
Li Tirkiyê Xirîstiyan,
Yêzîdî û Elewî hene. Belkî hinek
bîrûbaweriyê din jî hebin, haya min jê
nîne. Ew jî qusûra min e. Li vê dewleta îdîa
dike laîste ji bilî sunniyan kes nikare xwe bi hêsanî
îfade bike. Ji bo vê jî bi sedhezaran îmam
perwerdekirine, mizgeft û îlahiyat vekirine. Saziyeke bi
navê Diyanetê damezrandiye û ji bacên her
kesê xiristiyan, yêzîdî û elewî
didin vê saziyê. Saziya xwe bi bacên elewî,
xiristiyan û yêzdiyan li ser piyan digere, wan înkar
dike. Sîstemek e, ji her kesî dixwe, lê mîsqalê
zere nade kesî. Jixwe yê dengê xwe dike dikuje.
Binere di van çend salên dawiyê de çend
xiristiyan hatin kuþtin. Jixwe hewce nake ez behsa elewî û
yêzîdiyan bikim.
Îcar bi sergirtina van kesan jî
nexapin. Li cem me gotinek heye dibêjin; ‘Sergirtî
binfilitî’ Þaþ bila neyê fêhmkirin, ez li dijî
sergirtinê nînim. Bi ya min divê her kes karibe li
gorî bîrîbawerî û heta kevneþopiya xwe
kincan li xwe bike. Li van bazirganên sergirtî, binerin
çi dikin. Dostên wan kî ne. Bala xwe bidinê,
ma Kurd dostên Erdogan in, an jî Emerîkayî?
Yanî van camêr û canikan li misilmantiyê û
sergirtinê jî guhdarî nakin. Li bazarê
dinerin. Sedsaleke zimanê kurdan qedexe ye. Baþ e, çima
kes ji wan behsa mafê zimanê dayikê nake. Birêz
Serokwezîr dibêje; ‘eger em mafê Kurdan bidin wê
yên din jî bixwazin.’ Dîsa heman serokwezîr
ji bo kuþtina Kurdan, Serfermandariya Giþtî ya Artêþa
Tirk pîroz dike. Niha li vir mirov çawa dikare xwe îqna
bike ku ev hukûmeta sergirtî binfilitî nîne.
Li cihê ku mejî girtî be, mirov nikare behsa
tercîhan jî bike. Ji bo mirov karibe tercîhê
bike, divê di bin bandora þert û mercan de nebe û
kamil be, ji bo biryarê bide. Ji lewra çareserî
girtina mejî nîne, rêvekirina li mejî ye.
Naxwe mirov dikarin serê xwe bigirin jî dikarin vekin.
Qiyamet ranabe. Lê bi mirovên mejîgirtî
mumkîne qiyamet rabe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-02-2008 08:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 09-02-2008 08:12 Views: 264
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 264