• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mamosta Silêman arrow Faþîzm serê xwe dixwe
Faþîzm serê xwe dixwe Binivîse E-posta
 
Her rojên bûne cejin an jî bûne rojên reþ, sedemên xwe hene. 1'ê Gulanê cejna karkeran a cîhanê jî yek ji van rojan e. Di dîroka nêz de rojeke têkoþîn, berxwedan û êþê îfade dike. Di vê rojê de li Amerîkayê karkerên li mafê xwe geriyan, ji aliyê nobedarên sermaya global ve gule li wan hatin reþandin û bi dehan mirovî jiyana xwe ji dest da. Li Tirkiyeyê jî bi heman awayî di sala 1977’an de li qada Taksîmê li karkeran gule hatin reþandin û bi dehan karkerî jiyana xwe ji dest da. Di wê demê de Tirkiye yek ji wan welatan bû, di nava kembera kesk de cih digirt. Li dijî Sowyetê Amerîkayê rastgiriya faþîzan xurt dikir û destek didayê.

Li cîhana me ya îro du blokên li cîhanê nemane. Lewma li dinyayê niha li gelek welatan 1'ê Gulanê weke cejna karkeran tê pîrozkirin. Lê belê dewleta tirk hînê xwe ji mejiyê berê xilas nekiriye. Ji lewra bi rik û kîna berê bi ser karkeran de diçe. Dewletek mîna Tirkiyeyê dûvikê xwe xistiye nav lepên IMF’ê wê çawa karibe mafê mirovan binpê neke. Di 23'ê nîsanê de behsa serweriya gel kirin û guftûgo kirin. Gelo niha dikarin behsa serweriya gel bikin. Miletekî bi copan hatibe tepisandin wê çawa serweriya wî hebe. Her weha welatekî gelê xwe tepeserkiribe wê çawa karibe îdîa bike ku xwe nefirotiye. Di vê 1'ê Gulanê de rengê Tirkiyeyê nîþanî me da rengê faþîzmê bû.

Dewlet û Hikûmeta AKP’ê berî 1'ê Gulanê xwe li karkeran rakiþandin û ew mîna hêzên dijmin îlan kirin. Bi vê têgihiþtinê dor li Stenbolê girtin û þer îlan kirin. Li Stenbolê kî dikare bibêje cejn cejna karkeran bû, bi ya min ew roj cejin cejina polêsan bû. Cejina dewlet polîs û eskeran bû. Bi vê yekê jî rûyê xwe yê faþîst nîþan da, ji bo karker li qada Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz nekin. Derew li ser derewê kirin. Jixwe walî û mudîrê polêsan ên Stenbolê li þikil û þêla wan binerin, bi hêsayî hûn dikarin biryar bidin ku ew du çetene. Mudîrê polîsan piþtî 1'ê Gulanê daxuyanî dide û dibêje; 'Stenbolê îro rojeke asayî derbas kir.' Fermo þirove bikin. Ji bo terora xwe ya li Stenbolê jî gotinên dûrî aqilan li pêþberî kamerayan gotin. Xwedêgiravî li Taksîmê gelek kes ê bêne cem hev, heye ku provakasyon bibe. Hey malneket ma wê heman girse li meydaneke din jî necive. Ma çima provakasyon li Taksîmê dibe.

Pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Stenbolê divê gelên li Tirkiyeyê bide fikirandin. Dewlet û hukûmet bi vî mejiyê xwe nikarin ti pirsgirêkê çareser bikin. Hikûmeta AKP’ê divê fêhm bike ku demokrasiya tenê ji bo wê be, wê bi kêr neyê. Pêwîst e ji bîr nekin ku her gavên dijdemokratk diavêjin wê sibê li wan vegerin. Divê dewlet û Hikûmeta Tirk jî bawer bikin ku serwerî bêyî þert û merc a gel e. Naxwe faþîzm serê xwe jî dixwe.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 


03-05-2008 11:00 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 03-05-2008 11:00. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment. Last update on 03-05-2008 11:00
Views: 68    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;