Her rojên bûne cejin an jî bûne
rojên reþ, sedemên xwe hene. 1'ê Gulanê cejna karkeran a cîhanê
jî yek ji van rojan e. Di dîroka nêz de rojeke têkoþîn,
berxwedan û êþê îfade dike. Di vê rojê de li Amerîkayê
karkerên li mafê xwe geriyan, ji aliyê nobedarên sermaya global
ve gule li wan hatin reþandin û bi dehan mirovî jiyana xwe ji dest
da. Li Tirkiyeyê jî bi heman awayî di sala 1977’an de li qada
Taksîmê li karkeran gule hatin reþandin û bi dehan karkerî
jiyana xwe ji dest da. Di wê demê de Tirkiye yek ji wan welatan bû,
di nava kembera kesk de cih digirt. Li dijî Sowyetê Amerîkayê
rastgiriya faþîzan xurt dikir û destek didayê.
Li cîhana me ya îro du blokên li
cîhanê nemane. Lewma li dinyayê niha li gelek welatan 1'ê Gulanê
weke cejna karkeran tê pîrozkirin. Lê belê dewleta tirk hînê
xwe ji mejiyê berê xilas nekiriye. Ji lewra bi rik û kîna berê
bi ser karkeran de diçe. Dewletek mîna Tirkiyeyê dûvikê xwe
xistiye nav lepên IMF’ê wê çawa karibe mafê mirovan binpê
neke. Di 23'ê nîsanê de behsa serweriya gel kirin û guftûgo
kirin. Gelo niha dikarin behsa serweriya gel bikin. Miletekî bi
copan hatibe tepisandin wê çawa serweriya wî hebe. Her weha
welatekî gelê xwe tepeserkiribe wê çawa karibe îdîa bike ku xwe
nefirotiye. Di vê 1'ê Gulanê de rengê Tirkiyeyê nîþanî me da
rengê faþîzmê bû.
Dewlet û Hikûmeta AKP’ê berî 1'ê
Gulanê xwe li karkeran rakiþandin û ew mîna hêzên dijmin îlan
kirin. Bi vê têgihiþtinê dor li Stenbolê girtin û þer îlan
kirin. Li Stenbolê kî dikare bibêje cejn cejna karkeran bû, bi ya
min ew roj cejin cejina polêsan bû. Cejina dewlet polîs û eskeran
bû. Bi vê yekê jî rûyê xwe yê faþîst nîþan da, ji bo
karker li qada Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz nekin. Derew li ser
derewê kirin. Jixwe walî û mudîrê polêsan ên Stenbolê li
þikil û þêla wan binerin, bi hêsayî hûn dikarin biryar bidin
ku ew du çetene. Mudîrê polîsan piþtî 1'ê Gulanê daxuyanî
dide û dibêje; 'Stenbolê îro rojeke asayî derbas kir.' Fermo
þirove bikin. Ji bo terora xwe ya li Stenbolê jî gotinên dûrî
aqilan li pêþberî kamerayan gotin. Xwedêgiravî li Taksîmê
gelek kes ê bêne cem hev, heye ku provakasyon bibe. Hey malneket ma
wê heman girse li meydaneke din jî necive. Ma çima provakasyon li
Taksîmê dibe.
Pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Stenbolê
divê gelên li Tirkiyeyê bide fikirandin. Dewlet û hukûmet bi vî
mejiyê xwe nikarin ti pirsgirêkê çareser bikin. Hikûmeta AKP’ê
divê fêhm bike ku demokrasiya tenê ji bo wê be, wê bi kêr neyê.
Pêwîst e ji bîr nekin ku her gavên dijdemokratk diavêjin wê
sibê li wan vegerin. Divê dewlet û Hikûmeta Tirk jî bawer bikin
ku serwerî bêyî þert û merc a gel e. Naxwe faþîzm serê xwe jî
dixwe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 03-05-2008 11:00. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 03-05-2008 11:00 Views: 83
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 83