Gelo
dibe ku mîh gazinên xwe ji gur bike yan jî gur li cem mihê li xwe
mikur bê? Pêþiyan kurdan gotine; wexta behsa gur dibe, ço hilde.
Dewleta tirk karekterekî wê heye. Heye ku bi demokrasiyê were
kedîkirin, lê herçî ev dewlet e, ji rohniyê ditirse. Di dehlîzên
osmaniyan de hînî dekûdolaban bûye. Bawer kiriye ku derkeve derve
û rohniyê bibîne wê bimire. Ji aliyekî ve jî neheq nîne, di
rohniyê de wê karektera wê ya gurtiyê biqede.
Dewleta
tirk di sala 2008'an de jî êrîþên xwe yên li ser Herêmên
Parastinê yên Medyayê zêde kir. Pê re zordestî, çewisandin û
hewldanên xwe yên lîncê jî derxist astek faþîzan. Bêguman bi
vê jî nema danûstendinên xwe yên bi navê dîplomasiyê bi lez
kir. Di êrîþa herî dawî ya ser Qendîlê de ev têkiliya qirêj
eþkere bû. Lê divê em bipirsin; gelo dewleta Tirk di berdêla çi
de van danûstendinan dike? Yanî wê di berdêlê de çi bide
Emerîkayê, çi bide Iraqê û çi bide Îranê?
Desteya
Bilind a Esker û Siyasetvanên Dewleta Tirk bi navê MGK’ê biryar
da bi baþûrê Kurdistanê re têkiliyê deyne. Jixwe wezîrê wan ê
karên derve Alî Babacan got; 'Wê helwesta rayedarên baþûrê
Kurdistanê rewþa têkiliyan destnîþan bike.' Bêguman
têkilîdanîna rayedarên dewleta tirk bi baþûrê Kurdistanê re
asayî ye. Lê ya divê em bipirsin ew e ku dewleta tirk li ser kîjan
hîm û esasan têkiliyê datîne? Dewleta tirk a li ser kurdan
konsepta înkar û îmhayê ferz dike, gelo di danûstendnan de wê
bi kîjan mantalîteyê rabe? Min hevoka Alî Babacan temam nekiribû.
Binerin ev varikê faþîzmê çi dibêje; 'Eger li dijî PKK’ê
bibin xwedî helwest û di vê mijarê de bi me re bixebitin, em ê
jî bi wan re têkiliyê deynin.' Pir aþkera ye ku bi vî þertê
datînin pêþiya baþûrê Kurdistanê, dixwazin kurdan weke gelek
caran di dîrokê de kirine dîsa berdin hevdu. Ji ber ku ew jî
dizanin ku heta kurd li dijî kurd nekeve nava þer, þensê wan ê
serketinê hîç nîne. Ango eger li dijî gerîlla hukûmeta Herêma
Kurdistanê nebe xwedî helwest û pêþmerge nekeve çeperê, wê ti
hêzê nikaribe bi gerîla re serî derxîne.
Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê bi tepisandina tevgera azadiyê ya gelê
kurd dixwaze Tirkiyeyê bixe xeta xwe. Di dema þerê sar de
Amerîkayê çawa dewleta Tirk bi kar anî, dixwaze di dîzaynkirina
Rojhilata Navîn de dîsa Tirkiyeyê bixebitîne. Her çend dewleta
tirk li dijî vê yekê xwe nîþan bide jî ev yek ji rastiyê dûr
e. Dewleta tirk ji ber vî mejiyê xwe yê dewixî zêde zêde dûvikê
xwe xistiye nav lepê hêzên global.
DYA’yê
pir aþkera û bi dengekî bilind aniye ziman ku ew dixwaze herêmê
ji nû ve dîzayn bike. Lê li vir yek ji astengiya mezin li pêþiya
wê rejîma Îranê ye. Ji ber ku rejîma Îranê li Iraqê, Lubnanê
û heta di xwe gîhandina enerjiyên kafkasan de li pêþiya
Amerîkayê asteng e. Ji lewra Amerîkayê bi Afganistanê dest bi
dîzaynê kir, bi Iraqê dewam kir û bi awayekî cihê jî bi
Tirkiyeyê re mijûl dibe. Dewleta tirk jî mijarê diþopîne û di
her keys û firsendê de sedema tevlînebûna xwe ya Projeya Mezin a
Rojhilata Navîn PKK weke bahane nîþan dide. Dewleta tirk bi
taybetî navê PKK’ê di þûna navê kurd de bi kar tîne. Di
êrîþên lîncê yên li nava Tirkiyeyê de jî li þûna navê
kurd navê DTP’ê bi kar tîne. Dewleta tirk jî baþ dizane ku
þerê dimeþîne, þerek e, li dijî gelekî ye, li dijî gelê kurd
e. Li cîhanê kes nikare þerekî wisa armanca xwe înkar û îmha
ye, rewa bibîne û heta palpiþtiya wê bike.
Dewleta
tirk behsa biratiyê dike, lê wexta dibêje bira ango kesekî mîna
xwe yan jî kesekî mirî îfade dike. Behsa yekîtiyê dike, ango
behsa yekrengiya bi navê tirkîtiyê dike. Dewleta tirk pir aþkera
netewparêziyeke etnîk û faþîzan dimeþîne. Bala xwe bidin
nîqaþên der barê xala 301'ê ya qanûna ceza ya tirk de û
binerin guftûgo li ser gotina 'tirkîtî' û 'milletê tirk' e. Her
çend guhertina di xalê de ne ti guhertin be jî nerazîbûna ji
guhertinê bi vê sedemê ye. Netewparêziya etnîk a dewleta tirk wê
ber bi faþîzmeke dijwar ve dibe. Hin rayedarên xeþîm ên dewleta
tirk demekê behsa 'welatîbûna Tirkiyeyê' kirin, lê eskeran zû
guhê wan kiþandin û bi wan jî dan zanîn ku têgihiþtina
'welatiyê Tirkiyeyê' wê rê li ber mafê hebûnê yên etnîsîteyên
din ên li Tirkiyeyê veke.
Dewletên
mejiyên wan bi netewperestiyê pûç bûyî û dewixî, mixabin
dagirkerên Kurdistanê ne. Amerîka wan li kurdan sor dike û paþê
dizîvire pê li serê wan dike. Dewleta Îranê ku Amerîka
sondxwariyê wê ye, ji bo xwe hinekî þîrîn bike, radibe bi
dewleta tirk re êrîþ dibe ser gerîlayên kurd. Baþ e, paþê wê
çi bibe. Di vî þerî de hemû alî wê bi hilhil in, û Amerîkayê
li ser stûyê wan rûnê. Ma heyf nîn e.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 10-05-2008 08:43. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 10-05-2008 08:43 Views: 92
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 92