Gelê kurd bi hezar sal in li ser axa
Mezrabotan dijîn. Yek ji kevintirîn gel e ku li ser vê axê bûye
þahidê avakirina þaristaniyên bêhempa. Çawa ku gelê kurd xwedî
dîrokeke kevnar e, wisa jî xwedî ziman û çandeke dewlemend e.
Îro li her devera welatê me mirov rastî dewlemendiya vî zimanî û
vê çandê tê. Ev ziman û çanda dewlemend bûye dayika bi sedan
destanên nemir. Destanên mîna Memê Alan, Kela Dimdimê, Xecê û
Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariyan, Zembîlfiroþ
û bi sedan destanên din bi vî zîmanê þirîn hatine gotin û
berhemên vê çanda dewlemend in.
Lê belê ev ziman û çanda dewlemend
îro ne li wî cihê, yê ku heq kiriye. Ji aliyekî ve zilm û
zordarî, ji aliyekî asîmîlasyon û otoasîmîlasyon, li aliyê
din teknolojiya pêþketî bûne melkemot ji ziman û çanda kurdî
re. Ziman û çanda kurdî bi salan e ku ji hêla dewletê ve tê
qedexekirin, ji bo ku ev ziman û çand ji holê rabe her tiþt tê
kirin. Armanca jiholêrakirina ziman û çanda kurdî, jiholêrakirina
gelê kurd e. Çimkî ku ziman û çanda gelekî ji holê rabû, ev
gel bixwe ji holê radibe. Lewre dewlet ji her tiþtî bêtir
têdikoþe ku ziman û çanda kurdî tune bike.
Ziman û nasnameya miletekî, hebûna
miletekî û wijdan û heysiyeta miletekî ye. Miletekî ku zimanê
wî nebe nikare xwe wekî milet îfade bike. Ji ber ku tiþtê ku
miletekî dike milet zimanê wî miletî ye. Li tu devera dinyayê
miletekî bê ziman nayê dîtin. Em baþ dizanin ku li ser axa
Mezrabotan bi dehan milet dijiyan, lê belê îro ew milet tune ne.
Ji ber ku wan miletan zimanê xwe winda kirine. Dema ku zimanê xwe
windakirin, ne ew dikarin miletbûna xwe bidin ispatkirin, ne jî tu
kes dikare wan wekî milet bihesibîne. Lê belê bi sedhezaran
mirovên ji wan miletan îro jî li ser vê xakê dijîn.
Tiþtê ku îro dewleta tirk li ser
zimanê kurdî ferz dike jî heman tiþt e. Dewlet dixwaze zimanê
kurdî bi me bide bîrkirin. Bi salan e teroreke herî qirêj li ser
zimanê kurdî tê meþandin. Bi asîmîlasyon û polîtîkayên
qirêj zimanê kurdî biçûk dixin; zimanê kurdî wekî zimanê
gundiyan, wekî zimanê însanê nezan didin nîþan. Û zimanê xwe
jî wekî zimanê mirovên biaqil, wekî zimanê zanist û hunerê
nîþan didin. Çi heqareta tu bêjî li zimanê kurdî dikin. Çiqas
tu bê jî kurdî û kesên ku bi zimanê kurdî diaxivin biçûk
dixin. Vê yekê bandoreke wisa li ser psîkolojiya însanê kurd
kiriye ku ji zimanê xwe fedî bike, wisa kiriye ku însanê kurd
zimanê xwe nîþanî zarokên xwe jî nede û zarokên xwe bi vî
zimanî mezin neke.
Gelê kurd bi têkoþîna xwe ya 30
salan li hemberî man û nemanê þerekî bêhempa kir. Bi kedeke
mezin, bi azweriyeke mezin hebûna xwe bi her kesî da pejirandin. Lê
belê di vê têkoþîna bêhempa de xwedîlêderketina ziman û
çanda kurdî baþ nehate kirin, lewre îro ev ziman û çand bi
talûkeyeke gelekî mezin re rû bi rû ye. Belkî di aliyekî de
pêþketin hene, rojname, kovar û pirtûk ji berê bêtir der tên.
Lê belê her roja ku diçe zimanê kurdî ji nava civaka kurd
radibe. Êdî civaka kurdan bi zimanê xwe naaxive. Dayik zarokên
xwe hînî kurdî, hînî çîrok û çîvanokên kurdî nakin.
Karsaz û dikandarên kurd bi zimanê kurdî naaxivin. Siyasetmedarên
kurd siyaseta xwe bi kurdî nakin. Ji ber vê yekê her roja ku diçe
ziman winda dibe û pê re jî gelê kurd bixwe winda dibe.
Heke ku sedemeke mirina zimanê kurdî
qedexekirin, înkarkirin û asîmîlasyona dewletê be, sedemeke din
jî em bixwe ne; nexasim jî siyasetmedarên kurd, rewþenbîr,
hunermendê kurd… Em jî bi qasî dewletê sûcdar in û gunehê
me bi qasî gunehê dewletê mezin e. Jixwe armanca dewletê tê
fêmkirin; armanca dewletê jiholêrakirina zimanê kurdî ye, ango
tunekirina kurdan bixwe ye. Lê gelo armanca me çi ye ku em qedr û
qîmet nadin zimanê xwe û tenezul nakin ku zimanê xwe bikin zimanê
rojane yê jiyana xwe?! Gelo armanca siyasetmedarên kurd çi ye ku
bi israr siyaseta xwe bi tirkî dike û qedr û qîmet nade zimanê
xwe?! Divê em li bersiva van pirsan bigerin.
Ew ên ku bi zimanê xwe siyaset nakin
û dibin zemîna windabûna zimanê xwe divê baþ bizanibin ku li
hemberî zimanê kurdî sûcekî dîrokî dikin. Sed salên din jî
be dîrok dê wan sûcdar bike û ji bo vê yekê dê hesab ji wan
bixwaze, wan gunehbar bike. Her wiha divê ew baþ bizanibin ku dê
sibêroj zarokên wan ji wan hesab bixwazin û ji bo ku wan ji
zarokên xwe re zimanekî zindî nehiþtiye, ji bo ku wan zarokên
xwe bi zimanê kurdî mezin nekirine dê wan sûcdar bikin. Divê ew
bizanibin ku ne tenê dîrok û zarokên wan dê wan sûcdar bikin û
hesab ji wan bixwazin; her wiha Xwedayê mezin jî dê roja qiyametê
ji wan hesab bixwaze û wan sûcdar bike. Ji ber ku ev ziman
nîmeteke Xwedayê mezin e ji bo wan. Dema ku ew vê nîmeta wî
neparêzin û lê xwedî dernekevin bêguman ew jî dê wan sûcdar û
gunehkar bike.
Vî zimanî ev yek heq nekiriye. Vî
miletî, zarokên vî miletî jî ev yek heq nekiriye.
This entry was posted on 26-04-2008 09:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 26-04-2008 09:21 Views: 102
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 102