KNK’ê du sal berî niha 14’ê
Gulanê wekî “Roja Zimanê Kurdî” îlan kiribû. TZPKurdî jî
di konferansa xwe ya 1’em de tevî îlankirirna “Roja Zimanê
Kurdî” ya KNK’ê 14’ê Gulanê wekî “Cejna Zimanê Kurdî”
îlan kiribû û biryar dabû ku her sal 14’ê Gulanê wekî cejn
bi žahî û bernameyan pîroz bike. Li gorî vê biryarê TZPKurdî
îsal bi bernameyeke berfireh xwe ji pîrozbahiyên Cejna Ziman re
amade kiriye. TZPKurdî çawa ku ji parastin û pêžvebirina zimanê
kurdî de têkožîneke bêhempa dimežîne dê wisa jî Cejna Ziman
layiqê zimanê kurdî pîrozbike.
Gelê kurd bi hezar sal in li ser axa
Mezrabotan dijîn. Yek ji kevintirîn gel e ku li ser vê axê bûye
žahidê avakirina žaristaniyên bêhempa. Çawa ku gelê kurd xwedî
dîrokeke kevnar e, wisa jî xwedî ziman û çandeke dewlemend e.
Îro li her devera welatê me mirov rastî dewlemendiya vî zimanî û
vê çandê tê. Ev ziman û çanda dewlemend bûye dayika bi sedan
destanên nemir. Destanên mîna Memê Alan, Kela Dimdimê, Xecê û
Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariyan, Zembîlfirož
û bi sedan destanên din bi vî zîmanê žirîn hatine gotin û
berhemên vê çanda dewlemend in.
Min tim ji te hez kiribû. Ji te,
ji çavên te, ji awirên te, ji pêjna te, ji
lêvên te, ji kena te, ji bêhna te, ji hebûna
te, ji gotin û peyvên te û ji tunebûna te…
Jiyan bi rengan dagirtiye. Hin hêlên
jiyanê hene bi peyvan nayên žîrovekirin. Dema
jiyan bedewiyeke gelek mezin nîžanî mirov dide, mirov
nikare wê bedewiyê bi gotinan vebêje. Li hemberî
wê, mirov tenê bêdeng dimîne. Carinan mirov
dikeve nava evînekê ku mirov nikare bedewiya wê
evînê bîne ziman, mirov tenê wê dijî.
Ji ber ku ew ne evîneke ji rêzê ye, evîneke
gelek bedew û mezin e, mirov, tenê wê dijî,
mirov çi dike nikare wê bîne ziman. Mirov nikare
nav jî lê bike. Ew bênav jî dimîne. Ev
jiyan tijî ye ji van bedewiyên jiyanê.
Li vî bajarî berf dibare,
wekî berfa ku li ser çiyayê dilê min bariye.
Berfeke žilî, mîna mêvanekî bêwext xwe
berdaye nava kolanên vî bajarî. Jixwe ji duh êvarê
ve ewrên ku dikin qêrîn û hawar, ji nîvê
ževê žûn de jî ketin reqsê. Li ber reqsa
ewran heta ku bû sibe xewa žirîn (her çiqas
žirînahiya xwe nîžanî min nede jî) bi aliyê
min ve nehat. Her cara ku ewran diranên xwe li hev dižidandin
û deng ji qirika xwe derdixist ez vediciniqîm. Wê
demê zarokatiya min a ku ji min re qedexe bû dihat bîra
min. Belê belê we žaž fêm nekir, zarokatiya ku ji
min re qedexe bû. Nebêjin zarokatiya yekî çawa
qedexe dibe? Heke ku mirov zarokatiya xwe nejî, ew zarokatî
yan hatiye dizîn, an jî hatiye qedexekirin. Îcar a
min jî ji dizînê bêtir zarokatiya qedexe ye.
Jixwe ez ê behsa civaniyê nekim. Lewre ez nizanim ka
ciwanî çawa ye, ji ber ku bêyî ku ez wê
bibînim ew ji min hatiye dizîn û hê jî
winda ye.
Berî ku fameke baž li dinyayê
bikim dapîra min di ževên sar û seqem de, li ber
ronahiya çirayê destan di nava çîrokên
xwe de her tim behsa bêyomiya meha režemiyê dikir. Dema
ku digot “Režemiya Režpêketî” dilê min ê
biçûk bêyomiya meha režemiyê ranedigirt.
Kirinên režemiyê yên xirab ew qas pir bûn,
li ber wan kirinên kirêt dilê min mîna çûkeke
li ber mirinê diperpitî. Her gava ku di sir û
seqema režemiyê de çûkek li ser çiqên
dara ber deriyê me perpitîba û li erdê biketa
an jî berxeke me bêdawî çavên xwe ji
jiyana vê dinyayê re bigirtina min ev yek dixist stûyê
režemiyê. Ne min bi tenê, teva gundiyan ev kirinên
kirêt ji bo režemiyê dihesibandin. Wiha digot carinan
dapîra min: “Sir û seqema zivistanê di Çile
û Beçeyan de ye. Lê Beçe gelek bêmerîfet
e. Çile çil roj in, Beçe bîst roj in. Lê
Beçe gelek sar e, gelek bi fend û fêl e. Îcar
Beçe dibêje heke ku min ji ber birayê mezin (Çile)
nebe ez ê golik di zikê çêlê de
biqerisînim. Beçe jî di nava Režemiya Režpêketî
de ye. Ji ber vê yekê wisa bêedeb e”. Bi vî
rengî digot û pê de diçû dapîra
min a gulîsor. Ji ber vê yekê her cara ku wê
behsa režemiyê dikir dilê min dîsa diperpitî.
Ji ber ku her cara ku wê behsa režemiyê bikira çîrokeke
dilêž vedigot. Dilê min jî ew çîrok
ranedigirtin. Carinan min digot xwezî meha režemiyê di
nava mehên salê de nebûya.
Roj hatin, roj borîn, mehan cihê
xwe da salan, salan temenê min kemiland. Dilê min ê
biçûk ber bi kemilînê ve çû.
Rojekê Režemiya Režpêketî tofan bi ser min de
barand. Di nava geremola tofanê de dilê min ê ku
ber bi kemilînê ve diçû ji nava min hate
derxistin û li giraveke bêyom hate çarmixdan.
Mînaka çarmixdayîna dilê min di dîrokê
de nehatibû dîtin. Ev ne çarmixdayîna wekî
ya Îsa Pêxember bû. Dema ku Îsa Pêxember
hatibû çarmixdayîn gelek hêzên
desthilatdar hebûn ku ev yek qebûl nedikirin. Çi
nebe di nava guneha çarmixdayînê de cih
negirtibûn. Lê belê dema ku dilê min li
çarmixê hate dayîn hemû hêzên
desthilatdar žîžeyên žerabê li hev dixistin û
hev û din pîroz dikirin. Yanî bi awayekî
bêehlaq destên xwe xistibûn nava çarmixdayîna
dilê min ê tefal.
Erê dil, dilê pak. Dilê
ji tijî evînê dagirtî. Ev neh sal in tu di
çarmixê de yî. Neh sal in bêyî te
dijîm, bêyî te hewl didim ku jiyanê di giyanê
xwe de bihewînim. Neh sal in nava min vala ye, bêyî
te ye. Valahiya nava xwe bi hesreta te tijî dikim. Lê
dil, çi bikim valahiya te tijî nabe. Ne tu evîn
dikarin cihê te dagirin, ne tu hêz û qewetên
îlahî, ne jî tu kerb û kîn. Kerb û
kîna min bi qasî çiyayê qafê mezin e,
lê dîsa jî danagire valahiya te.
Nizanim dilek çawa dikare neh
salan di çarmixê de be. Di nava bayê girava heram
de mîxên li dilê min hatine çikandin
jengargirtî bûn. Lê dil li ber xwe dide. Dil ji bo
evînê xwe hildawêje. Hovên neviyên ecûc
û mecûcan li žûna melhema birînan jehra
mirovkuj li birînên dil didin. Lê evîna dil
jehrkuj e. Ne hovîtî, ne jî jehr nikare agirê
evîna dil vemirîne.
Erê giravê, ev neh sal in
dilê min di nava te de hatiye mîxdan. Lê bextê
te me tu li dilê min xayîntî neke. Dilê min
careke din li min vegerîne. Erê giravê rê
bide min ez carekê bi tenê jî be dilê xwe
bibînim. Bibînim ka ew çi hêza îlahiye
ku ev neh sal in di çarmixê de evîna xwe diparêze.
Rê bide min carekê bi tenê ez wî bi çavên
xwe bibînim. Giravê heke ku tu rê bidî ez ê
xwe bikim masiyek û xwe berdim ber pêlên ava te. Ez
ê ji niva avê bi deh werîsan serê xwe rakim
ku li nava çar dîwarên hesin de bibînim
çarmixa dilê xwe. Ku nebû ez ê xwe bikim
bayekî hênîk û bêyî ku pêlên
deryaya te ji xewê rakim ez ê xwe bi ser dîwarên
bêyom de berdim û hembêz bikim dilê xwe. Ku
ew jî nebû dîsa tu rê bide min, ez ê
xwe bikim teyrekî bi per û bask û ez ê deynim
ser dîwarê dora çarmixa wî, ez ê sal û
dewranan xwe nelivînim heta ku carekê çavê
min li bejn û bala wî dikevin. Ku ev tev nebûn bila
serê te bixwe gel qenciya te giravê, ez ê xwe bikim
tayek barana rehmê û li asîmanan xwe berdim nava
çar dîwaran û heta nerizînîm mîxan
û bizmaran naverewyêm li asîmanan. Erê giravê
bextê te me rê bide, êža min giran e, dilê
min ev neh sal in di çarmixê de bêxwedî û
perîžan e giravê.
Ey dil, bi çarmixdayîna te
ez bixwe hatime çarmixdan. Mejiyê min, ruha min û
hebûna min hatine çarmixdan. Û ev neh sal in ruha
min li te digere, težiya mêjiyê min te dirêse…
Êdî bes e dil, li min wegere hev dikare bêyî
te bijî bedena min.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
Wêjeya devkî di jiyana
gelan de roleke mezin dilîze. Her miletek xwedî wêjeyeke
devkî ya giran buha ye. Wêjeya devkî ya gelek
miletan ji ya gelekan dewlemendtir e. Lê mirov dikare bibêje
ku her miletek xwedî wêjeya devkî ye. Li gorî
her miletekî wêjeya wî li cem wî bi qedr û
qîmet e. Žiklê jiyana miletekî di wêjeya wî
ya devkî de vežartiye. Lê mirov nikare bibêje her
miletekî girîngiya wêjeya xwe ya devkî zaniye
û li gorî girîngiya wê qedr û qîmet
dayê. Miletên ku qedrê wê zanîne bi
sedan salan berê wêjeya xwe ya devkî berhev kirine,
ew nivîsandine, wêjeya wan a nivîskî jî
li ser wêjeya devkî pêžketiye. Ew milet îro
jî miletên pêžketî ne. Ji miletên ku
(belkî jî tekane milet e) girîngiya wêjeya
xwe ya devkî nezaniye, qedr û qîmeta wê
negirtiye miletê kurd e. Gelê kurd hê jî
wêjeya xwe ya devkî berhev nekiriye. Dibe ku îmkan
û derfetên kurdan zêde çênebûbin.
Ev rastiyek e. Lê mixabin dema ku îmkan û derfetên
wan çêbûne jî ev yek nekirine. Ji ber vê
yekê ez ji îmkan û derfetan bêtir bi feraset
û zanînê ve girêdidim. Di salên
60-80’yan de žorežgerên kurd diketin pey bê ka Lenîn
li Moskovayê çi kiriye, ka Mao li Çînê,
Fîdel Kastro li Kubayê çi kiriye... Li ser van
yekan gelek serê xwe diêžandin. Lê belê li
ser girîngiya ziman, li ser wêjeya devkî û
çanda kurdî serê xwe nediêžandin. Îro
jî heman tižt e. Heke ku yek rabe bibêje îro îmkan
û derfetên kurdan nîn in ku wêjeya xwe ya
devkî berhev bikin, ez ê bibêjim ev yek dereweke bi
qasî çiyayekî mezin e. Îro hem di warê
kadroyan de hem jî di warê derfetên aborî de
îmkan hene ku kurd wêjeya xwe ya devkî berhev
bikin. Mesele ne îmkan û derfet in, mesele feraset û
zanebûn e. Mesele nîžandayîna qedr û qîmeta
wêjeya devkî ye. Dema ku di ferasetê de ev yek
nebe, zanebûna girîngiya wêjeya devkî nebe,
çiqas îmkan û derfet hebin jî nayê
berhevkirin. Îro bêžansiyeke gelê kurd a mezin
heye. Yên ku zanebûna vê yekê de ne û
dixwazin wêjeya kurdî ya devkî berhev bikin, yanî
ji mirinê rizgar bikin bê îmkan û derfet in.
Îmkan û derfet di destê wan de nîn in. Yên
ku îmkan û derfet di destê wan de ne jî di
hižê wan de berhevkirina wêjeya kurdî ya devkî,
girîngî û qedr û qîmeta wê nîn
e. Ji ber vê yekê îro her kalekî çîrokbêj,
her dengbêjek dema ku dimire bi xwe re gencîneyeke wêjeya
kurdî ya devkî dibe gorê. Îro 56 žaredariyên
kurdan hene. Yê ku bibêje žaredariyên kurd nikarin
pižtgiriya vî karî bikin rast nabêje. Žaredariyên
kurd dikarin hem bi îmkanên xwe hem jî bi projeyan
pižtgiriya vî karî bikin. Lê belê nakin.
Sedem jî ew e ku ne xwedî vê ferasetê ne, ne
jî xwedî vê zanebûnê ne. Em ê
bêjin karsazên kurd pižtgirî nakin, di feraseta
wan de tižtekî wisa nîn e, zanebûna vî karî
de nîn in, lê gelo mirov ji bo žaredarên kurd çi
bibêje?! Ew çima pižtgiriya vî karî nakin!?
Me wekî Komeleya Parastin û
Pêžvebirina Zimanê Kurdî ya Žaxa Wanê
(KURDÎ DER) žež-heft meh berî niha ji bo berhevkirina
wêjeya kurdî ya devkî projeyek amade kir. Çend
mehan em li dû vê projeyê bûn, ji karsazên
kurdan bigire heta žaredariyan, ji hikûmeta Herêma
Federal a Kurdistanê bigre heta nizanim ku derê cih nema
me serî lê neda. Lê mixabin tevî ku yek-du
cihan soz jî dabûn, lê belê heta îro
kesekî sozên xwe pêk neanîn. Em anîn û
birin. Herî dawî karsazekî tirk bežeke projeyê
destek kir. Lê bežeke biçûk. Bi vê
alîkariyê re îmkaneke biçûk jî
be, ket destê me ku em vî karî bikin. Me ev xebata
berhevkirina wêjeya kurdî ku ji dengbêj, çîrokbêj
û govendên herêmê, yanî çîrok,
stranên herêmê, govendên herêmê,
dîsa gotinên pêžiyan, biwej, werhasil hemû
wêjeya devkî di nav de me li Colemêrg û
navçeyên wê da destpêkirin. Di projeya me de
bi 75 dengbêj û çîrokbêjan re 300 saet
qeyd hebû. Lê dema ku me demekê ev xebat mežand me
dît ku hejmara dengbêj û çîrokbêjên
me dê gelek zêdetir bibe, her wiha 300 saet qeyda me dê
herî kêm bibe 600-700 saet. Dibe ku gelek zêdetir
jî bibe. Jixwe nîžaneyên vê yekê jî
hene. Me li gundekî çîrokên çîrokbêjekî
qeyd kirin. Sê-çar rojan me qeyd kirin, pažî
behsa çîrokekê kir. Navê çîroka
wî “Elif û Leyla” ye. Ev çîrok 366 taye,
yanî 366 çîrok e. Her ževekê tayek, yanî
bežek hatiye gotin. Her ževekê beža “Jina xirab” ževekê
jî ya “Jina baž” hatiye gotin. Heman çîrokbêj
dîsa 40 çîrokên Rustem dibêje. Ji bilî
van bi sedan çîrokên din. Dîsa dengbêjekî
li gundekî (piraniya gundiyan dengbêj in) behsa 600
stranan yên gundê wî bixwe dikir. Me 60 stran jê
qeyd kirin ku her 60 jî yên gundê wî bixwe
bûn û li dereke din nayên gotin. Û gelek
mînakên din.
Îcar dema ku em li van yekan
dinêrin em dibînin ku 300 saet qeyda ku me plan kiriye dê
bibe du qat û sê qat.
Me heta niha ev xebat heta astekê
aniye. Ev xebata me berdewam e. Lê belê bi îmkanên
ku me bi dest xistine ev xebat naçe serî. Yanî li
gorî ku em dixwazin dê pêk neyê. Ji ber vê
yekê, di serî de žaredarên kurd, em bang li hemû
karsazên xwedî wijdan û hezkiriyên wêje,
ziman û çanda kurdî dikin da ku pižtgiriya me
bikin. Zimanê me, wêjeya me ya devkî gelek
dewlemend e, ew gencîneyeke ji bo me, bila ew dewlendî,
ew gencîneya me winda nebe. Werin em dest bidin destê hev
û vê gencîneya xwe ji mirinê rizgar bikin.
Bêguman her kesek dikare li gorî îmkanên xwe
alîkariyekê bike. Standina sed kasetên kamerayê
jî dike sed saet qeyd, yanî sedan çîrok û
stranan ji mirinê xilas dike. Baž bizanibin ku alîkariyeke
herî biçûk gencîneyeke herî mezin
diparêze.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be