MalMalPolîtîka Zana: Roj baþ Erdogan! 10 televîzyonên gelê kurd hene
Zana: Roj baþ Erdogan! 10 televîzyonên gelê kurd hene
ZANA GOT HEWCEDARIYA KURDAN BI MAQIRNEYÊN AKP'Ê NÎN E
AMED - Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana di axaftina xwe ya
Newrozê de bi tundî polîtîkayên AKP'ê rexne kirin û bi gotina, "Erdogan dê
qanalek televîzyonê ji kurdan re veke. Ev televîzyon dê bi 4 zimanan weþanê
bike. Kurd dibêjin rojbaþ Erdogan. Ev 10 sale em bi kurdî, tirkî, farisî, erebî
û car car îngîlîzî weþanê dikin. Kurd dibêjin 10 televîzyonên me hene. Tiþtên me
bi îrade û keda xwe bi destxistîn hewce nîne. Kurd diêjin em azadî, nasname û
mafên xwe dixwazin" polîtîkayên AKP'ê þermezar kir. Li ser slogana, "Bijî Serok
Apo" Zana bi gotina, "Ez bawerim ku ev îradeya we dê heta 10 salan wî bîne vir"
bersiv da.
Newroza Amedê bi beþdariya sedhezaran bi awayek coþ didome. Piþtî Þaredarê
Bajarê Mezin Osman Baydemîr, Parlementer DEP'ê ya berê Leyla Zana axivî. Zana ku
bi pîrozkirina cejna gel dest bi axaftina xwe kir, paketa AKP'ê bi tundî rexne
kir. Zana derbirî ku bi ked û bedela hezaran Newroz ji Kawa heta niha hatiye û
wiha axivî: "Newroz reng, coþ û baweriya gelê kurd nîþan dide niha. Berê me ev
reng, coþ û hebûna xwe vediþard. Lê niha di saya berxwedan û bedala hezaran
kesên canê xwe dan, em bi aþkeratî nîþanî hemû cîhanê didin. Ji bo em bêjin em
kurd in me gelek bedel dan. Her gelek di dîroka xwe de xwedî roj û sembolên
taybet e. Newroz jî rojek sembola gelê kurd e."
'Hewce bi telefona te ya derewîn nîne'
Zana diyar kir ku ew ji þer re dibêjin 'Êdî Bes e' û naxwazin ku ne tukes bên
kuþtin û ne jî tukes bibin qatîl. Zana têkildarî 'paketa' AKP'ê jî axivî û
balkiþad ser meþandina operasyonan. Zana wiha pêde çû: "Niha AKP paketekê
vedike. Dibêjin paketa me ya demokrasiyê heye. Dibêjin dê bi 4 zimanan weþan bê
kirin. Bi erebî, tirkî, kurdî û farsisî. Em dibêjin roj baþ Erdogan, ev 10 sale
em bi 4 zimanan weþanê dikin. Bi erebî, kurdî, tirkî û farisî û car car bi
îngîlîzî. Îro 10 televîzyonên kurdî hene. Gelê me bi keda xwe televîzyonên xwe
avakirine. Hewce bi televîzyona te ya derewîn nîne. Roj baþ roj baþ roj baþ
Serokwezîr. Tu gelek dereng mayî. Tiþtên heyîn hewce nîne tu bidî. Ji kesê di
xew de maye dibêjin roj baþ. Lê em dê wan ji wê xewê hiþyar kin. Pêwistiya me bi
televîzyon, torbeyên maqarna û komirê tune ye. Pêwistiya me bi aþtî, nasname û
jiyanek biratî û wekhevî heye. Ku hûn vê qebûl bikin, em jî qebûl dikin. Dibêje
partiya min digirin. Ku partiya min negirtina min dê gavên mezin biavêtina. Ez
dibêjim derew e. Ev 8 sal bi hilbijartin û derewan qedan din. Em êdî bi derewên
tukesê naxapin. Kes nikare êdî me bixapîne. Em jî naxwazîn partiya wan bê
girtin. Bila tu partî neyên girtin. Bila fikir bi azadî bên ziman. Lê nayê wê
maneyê ku cardin me bixapînin û îradeya me ber bi xwe ve kaþ bikin. Em dê
xeletiyan rexne bikin û rastiyan biparêzin. Em îradeya xwe teslîmî tukesê nakin.
Bila kes vê hêviyê neke."
'Îradeya we dê di 2010'an de wî bîne vir'
Di axaftina xwe de Zana li ser slogana, "Bijî Serok Apo" bersiva, "Ez bawerim
ev îradeya we dê di sala 2010'an de wî bîne nav we" bersiv da. Zana ev tiþt
gotin: "Gelê me bi salan e li ser piyan e. Lê bi taybetî di sala dawî de got Êdî
Bes e. Vî gelî ev îradeya mezin li her derî nîþan da. Ez vê yekîtiya mezin a
gelê xwe, îradeya wî silav dikim û hurmet nîþan didim. Ev helwest û dengê
yekîtiyê, xwedî lêderketina nasname û îradeyê ye. We peyamek mezin da hemû hêzên
êrîþkar. Ji Tirkiye, Suriye, Îran û hêzên navneteweyî. Bi operasyonan dixwazin
gelê kurd xilas bikin. Ew zarokên vî gelî ne. Perçeyek ji me ne. Bila tu hêz bi
þaþî nêzîk vî gelî nebin. Piyên bi þaþî nêzîk vî gelî bibin bila biþkên. Ez
bawerim wan jî ev peyama we baþ girt. Îro dema yekîtiyek xurt e. Dema tifaqa
hemû perçeyên Kurdistanê ye. Dema pêkanîna îradeya li ser mafên gel û avakirina
stratejiyek xurt e. Ez vê ricayê ji hemû hêzên Kurdistanî dikim. Ev daxwaza vî
gelî ye. Bila Konferansa Neteweyî pêk bînin û vê mizgîniyê bidin vî gelî." Zana
bersiv da gotina, 'Daxwazên kurdan aþkera nînin' jî û wiha got: "Tim dipirsîn û
digotin daxwazên kurdan zelal nînin. Di gotin daxwazên kurdan perçe perçene. Lê
me di Kongreya Demokratîk de daxwazên xwe kirin yek. Vê carê jî gotin kurd hemû
eynî tiþtî dibêjin. Em çi bikin, qebûl nakin. Lê em bi aqilê wan nameþin. Em
dibêjin Xweseriya Demokratîk. Ev tê wateya ku ji bo Kurdistanê serxwebûnek
qismî. Dê kurd bi vê nasnameya xwe li her derê bijîn. Kurdê bi zimanê xwe
perwerde bibin. Zimanê kurdî dê li hemû saziyan bibe zimanê fermî. Kurd dê
bikaribin xwe bi rêve bibin. Ev azadiya herî xweþ e. Riya herî demokratîk e. Ev
nayê wateya perçekirinê."
'Em niha Kurdistan Xweseriya Demokratîk dixwazin'
Têkildarî naveroka Xweseriya Demokratîk jî Zana axivî û derbirî ku kurdan bi
Kongreya Neteweyî du peyam daye hemû derdoran. Zana wiha pêde çû: "Vê kongreyê
hemû sazî rêxistinên we anîn cem hev û ev îrade derxistin holê. Koneryê biryar
da û got projeya gelê kurd ev e. Di dema kurt de daxwaza me ev e. Ev nayê wateya
ku em îradeya gel îpotek dikin. Gelê me çi bixwaze di pêþerojê de dê di sandiqê
de bîne ziman. Her gel daxwazên xwe li gorî demê diguherîne. A di dilê me de ji
xwe di dilê me de ye. Lê li gorî îro ya rast ev e. Dibe zarokên me sibê bêjin ev
kiras ji min re biçûk tê. Cardin riya aþtiyane ev e. Ku dixwazin dengê vî gelî
bibihîsin, dixwazin bi vî gelî re bi azad bijîn, em amade ne. Lê bi dengê xwe,
rengê xwe û hevalên xwe. Di kongreyê de me du biryarên mezin girtin. Yek êdî bes
bû. Me ji hemû berjewendiyên hundirîn û derveyî re got êdî bes e û ev 7 mehe hûn
li qadan e. Me ji hêzên navneweyî re got me nekin malzemeyê bazarê. Ya din me ji
hikûmetê re got êdî bes e. Gelê me þukur ji xwe xwedî bawerî ye. Me got bi
baweriya gelê me nelîzin. Heta hevalên serê çiyan jî di nav we de nebin çareserî
çênabe. Heta girtiyên azadiyê azad nebin çareserî çênabe. Ku çareseriyê dixwazin
ev her du ling ji me re pir girîng in. Ji bilî vê hemû gotin derew e. Bila ne ew
xwe bixapînin û ne jî me. Bila herkes vê baþ bizanibe. Em dê cardin aþtiyek bi
rûmet bixwazin. Bila wekî pariyek nan aþtiyê nedin me. Em êdî van pariyan
nadaqurtînin. Yên li ser vê yekê diçin dê bersivê hildin. Em bi gelê xwe yê bi
rûmet bawer in. Ev gel dê li rûmeta xwe, mîna her tim xwedî derkeve. Me tinazên
xwe bi tukesî nekiriye û em naxwazin tu kes jî tinazên xwe bi me bikin."
This entry was posted on 21-03-2008 14:25. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 21-03-2008 14:32 Views: 385
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 385