Kurdên Erdogan li qatilan xwedî derketin û gel sûcdar kir
ENQERE - Serokwezîr Dewleta Tirk
Recep Tayyîp Erdogan piþtî hevdîtina bi
Serokdewletê yê Amerîkayê re ku di 5’ê
mijdara 2007’an pêk hatibû, di vegera xwe de çû
hin welatên Ewropayê û ji wir peyam þandin.
Erdogan gotibû 75 parlemanterên min ên ‘esilkurd’
hene.
Erdogan ev peyam bi wateya ‘DTP kurdan temsîl nake
dabû.’ Ji wan 75 parlamenterên Erdogan ên
esilkurd 5 jê ji Wanê ne. Parlementerên Erdogan ên
Wanê ku bi eslê xwe kurd in piþtî bûyerên
di pîrozbahiyên Wanê de derketin, ji bo ku gunehên
hêzên paramilîter ên bixefirînin
daxuyaniyeke hevpar da û gelê Wanê yê ku
xwestiye Newroza xwe pîroz bike sûcdar kir.
Parlementerên ‘esilkurd’ ên
AKP'î ku li hemberî bûyerên di encama
mudaxeleya polîs û leþkeran a li dijî pîrozbahiyên
Newrozê bi rojan dom kirin û bûn sedema mirina 2
kesan, bêdeng mabûn, gel sûcdar kirin.
Parlamenterên Wanê yên AKP'ê ku di navbera
wan de Wezîrê Perwerdehiyê Huseyîn Çelîk
jî di nav de, 'Bêyî soza Wezareta Karên
Hundir dayî û sedema nedayîna destûrê
vebêjin' îdia kirin ku bûyer ji ber israra gel
derketiye.
Piþtî bûyer bi dawî
bûn sedema mirina 2 kesan, parlamenterên Wanê yên
AKP'ê yên wekî Wezîrê Perwerdahiyê
Huseyîn Çelîk, Îkram Dînçer,
Kerem Altun, Gulþen Orhan, Kayhan Turkmenoglu bi daxuyaniyeke hevpar
a nivîskî bûyerên Wanê nirxandin.
Têkilî bi Walî û
Midûr re danî ye!
Di daxuyaniyê de hate îdîakirin
ku hikûmetê ji bo ku pîrozbahî di 21'ê
Adarê de bê bûyer bi dawî bibin ji hemû
deveran re giþtînameya weþandiye û rayedarên
herêmê hiþyar kirine. Di daxuyaniya parlamenterên
kurd ên AKP'î de hate bibîrxistin ku DTP'ê
xwestiye li Wanê di 22'ê adarê de pîrozbahiyê
li dar bixe û wiha hate îdiakirin: "Di dema
derketina bûyeran de em bi Wezîrê Karê
Hundir, Musteþarê Wezaretê, Waliyê Wanê,
Midûriyeta Polîsan a Wanê re axivîne û
tiþta pêwîst hatiye kirin."
Gelê Wanê bûyer
derxistin!
Di daxuyaniyê de hate derbirîn
rayedarên Wanê diyar kirine ku bi boneya 'Dê ji
bajarên din jî gelek kes beþdarî Newroza 22'yê
adarê bibin ji bo wê qedexe kirine'. Di daxuyaniyê
de berpirsiyariya bûyeran ji gel û DTP'ê re hate
birîn û wiha hate gotin: " Ligel ku di 22'yê
adarê de destûr nehate dayîn, helwesta komeke ku di
nava wan de hin parlamenter jî hebûn bû sedema
bûyeran û bûyerên xemgîn derketin holê.
Di van bûyeran de ku welatiyekî me jiyana xwe ji dest da,
hinekî hêzên me yên ewlekariyê û
welatiyên me birîndar bûn."
Behsa sedema qedexekirinê nekirin
Di daxuyaniyê de behsa sedemên
qedexekirina pîrozbahiya 22'yê adarê nehate kirin û
bi wiha hate gotin: "Ji bo lêkolînkirina bûyeran,
tespîtkirina kesên ku berpirsiyariya wan di bûyerê
de heye, derdorên bûyer sor kirine û tespîta
ziyanan mufetîþek þandiye. Kesên cejna biharê ku
pirxweþ û paqij e, dikin parçeyekî tirsê,
terorê û þîdetê, di encama vê yekê
de zirarê didin jiyan û malê gel, ligel ku sûcdar
in mafê wan tune ye sûcê xwe bavêjin ser
cihên din. Di dewleta hiqûqê de prensîb û
krîterên hiqûqê serdest in. Kesên ku
alîgirê aþtî, xweþbînî û
serfiraziyê ne neçar in ku li gorî zagonan û
krîteran tevbigerin."
Li qatilên gel xwedî
derketin
Parlamenterên Wanê yên
‘esilkurd’ di daxuyaniya xwe de qala hovîtiya polîs û
leþkeran a li hemberî dayikên kurd ên bi kiras û
fîstanên rengîn tevli pîrozbahiyên
Newrozê bûne nekir. Polîsên ‘robokop’ di
pîrozbahiyên Newrozê de bi emrê amirê
xwe ewilê dikevin rêza êrîþê û
êrîþ dikin ser girseya li ser agirê Newrozê
govend girtibû. Di dema êrîþê de ev diyalog
di navbera polîsan de derbas bibûn; Amirê polîsan
digot: Rêza êrîþê bigirin… Amade bin…
êriþ…
Tiþtên piþtî vê
fermanê bi dehan caran di televîzyonên cur bi cur
de hatin weþandin. Lê Parlamenterên Wanê yên
‘esilkurd’ qet behsa vê hovîtiyê nakin û
ligel ku li gel xwedî derbikevin gel sûcdar dikin û
li polîs û leþkerên êrîþkar xwedî
derdikevin.
Li aliyekî meþ li aliyekî
jî taziye didomin
COLEMÊRG / EDENE / RIHA - DÎHA
- Serdanên sersaxiyê yên ji bo malbatên Zekî
Erînç û Îkbal Yaþar ku di bûyerên
li Wan û Geverê di pîrozbahiyên Newrozê
de qewimîn de jiyana xwe ji dest dan, didomin. DTP'a Ceyhana
Edenê û DTP’a Pirsûsa Rihayê bi meþ û
çalakiya rûniþtinê helwesta dewletê
protesto kir.
Serdanên sersaxiyê yên
ji bo malbatên Zekî Erînç û Îkbal
Yaþar ku di bûyerên li Wan û Geverê di
pîrozbahiyên Newrozê de qewimîn de jiyana xwe
ji dest dan, her diçe zêde dibin. Taziyeya Yaþar a li
Taxa Ganî Haydar, ji aliyê komek qelebalix ve hate
ziyaretkirin. Þaredarê Colemêrgê Kazim Kurt,
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Colemêrgê
Hasan Guzel jî di nav komê de bûn. Nêzî
3 hezar xwendekarên dersxaneyê jî kortejek ava kir
û hatin serdana malbatê. Xwendekaran posterên
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin û
sloganên “Kujer Zeydan”, “Mirov dimirin Zeydan”, “Bijî
Serok Apo” û “Kujer Erdogan" avêtin. Xwendekar
piþtî serdanê, belav bûn. Ji bo Erînç
ê li Wanê jiyana xwe ji dest da jî li Taxa Xaçortê
kona sersaxiyê hatiye vekirin. Komên qelebalix tên
serdana malbatê. Þaredara Bazîdê Mukaddes Kubîlay,
rêxistinên DTP'ê yên Agirî, Bedlîsê
û navçeyan jî di nav de bi sedan kes hatin serdana
malbata Erînç.
Li Ceyhanê bi sedan kes meþiyan
Rêxistina DTP'ê ya Navçeya
Ceyhanê, mudaxeleya tund a polîsan a li hemberî
pîrozbahiyên Newrozê yên li Wan, Colemêrg
û Geverê, protesto kir. Li Bûlvara Orhan Kemal bi
sedan kesan meþ li dar xist. Di meþê de sloganên "PKK
gel e gel li vir e", "Ocalan", "Silav silav ji
Îmraliyê re hezar silav", "Em ji pêkutiyan
bêzar nabin" hatin avêtin û dowîzên
'Gelê Wan, Colemêrg û Geverê tenê nîn
in', 'Êdî Bes e', 'Destên dirêjî gelê
sivîl dibin bila biþikên' hatin hilgirtin. Piþtî
meþê, girse li dawiya kolanê sekinî û Serokê
DTP'a Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr li ser navê
girseyê daxuyanî xwend û helwesta polîs û
leþkeran a li hemberî gel þermezar kir.
‘Polîsan hovîtî
kiriye’
Nêzî 200 kesên li ber
avahiya DTP'a Navçeyê hatin cem hev, bi sloganên
"Bijî serok Apo", "Ocalan", "Gelê
Serhedê ne bi tenê ye", "Wê kujer hesabê
bidin gel" heta Qada Cumhuriyetê meþiyan. Koma di dema
meþê de dowîzên "Agirê Newrozê wê
kujeran biþewitîne" û "Bila kujer bên
darizandin" rakirin. Serokê Rêxistina Navçeya
Pirsûsê Ahmet Yenîlmez ku li ser navê komê
daxuyanî da, diyar kir ku polîsan bi awayekî hovane
êrîþî gel kiriye.
This entry was posted on 27-03-2008 12:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 27-03-2008 12:54 Views: 154
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 154