• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
9
gulan
Mal arrow Mal arrow Polîtîka arrow Terora Waliyan
Terora Waliyan Binivîse E-posta
 

newroz-ser.jpgÎnsiyatîfa Demokratîk a Gel a Kurdistanê:

Qetlîam bi talîmata Tayyîp e

AMED / ANF - Însiyatîfa Demokratîk a Gel a Kurdistanê berxwedana gel a li Wan, Colemêrg û Sêrtê ya di pîrozbahiyên Newrozê de silav kir û da zanîn ku êrîþkariya dewleta tirk bê bersiv nahêlin.

Însiyatîfê êrîþkariya hêzên dewletê ya li hemberî gel wekî encama talîmata Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû ‘zarok jî be, jin jî be ferq nake dewlet çi pêwîst be dê bike’ nirxand û da zanîn ku Wezîrê Perwerdehiyê û Parlamenterê Wanê Huseyîn Çelîk bi xwe di nav êrîþkariyan de cih digire.


‘Dewama konsepta înkarê ye’

Însiyatifa Demokratîk a Gel a Kurdistanê der barê pîrozbahiyên Newrozê û êrîþkariya hêzên dewleta tirk ên li ser gelê kurd de daxuyaniyeke nivîskî weþand. Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku gelê Kurdistanê bi baweriyeke xurt Newroza 2008’an pêþwazî kiriye û bi dirûþm û peyamên xwe konsepta îmhayê ya li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd pûç kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana gerîlayan a li Zapê hêzeke xurt daye serhildana gel û bi aþkereyî derketiye holê ku gerîla û gel yek in û ji hev nayên cudakirin û hate gotin ku AKP’ê bi qetilkirinên ji 15’ê Sibatê þûnde pêk hatîn de xwestiye ruha berxwedanê biþikêne.


‘Ev daxwaza Hikûmeta AKP’ê ye’

Însiyatîfa Gel di daxuyaniya xwe de bal kiþand ser qedexekirinên ji bo tîpên ‘W’ û ‘O’ û da zanîn ku ev helwest zîhniyeta AKP’ê ya înkarker vedibêje û wiha hate gotin: “Ligel van, serlêdanên ji bo pîrozbahiyên Newrozê li Riha, Colemêrg, Êlih û Sêrtê nehatin qebûlkirin. Heta niha gelek caran Erdogan û AKP’ê îtiraf kiriye ku hesabên wan ji bo van cihan hene. Piþtre polîtîkaya ji bo Riha û Êlihê guherî û destûr hate dayîn. Li Sêrt, Wan û Colemêrgê waliyên mêtîngeriyê yên ji aliyê AKP’ê taybet hatine peywîrdarkirin serlêdanên ji bo cejna neteweyî red kirine û bingehê qetilkirina dayik û ciwanên kurd amade kiriye. Ligel hemû astengiyan gelê kurd li cejna xwe ya neteweyî ya berxwedanê xwedî derketiye û hewl daye ku hêjayî ruha wê pîroz bike.”


‘Huseyîn Çelîk di nav planan de ye’

Însiyatîfa Gel diyar kir ku bi taybetî li Wanê bi awayekî wehþane êrîþ birine ser dayik, zarok û girseyên sivîl û gule lê reþandine û di encama van êrîþan de welatparêzekî bi navê Zekî Erînç þehîd ketiye, bi dehan welatî jî b awayekî xedar birîndar bûne û gelek dayik bi bin panzeran ketine û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Bi sedan welatî hatine binçavkirin. Vê pratîka Waliyê Wanê talîmata Erdogan a ‘Zarok jî be, jin jî be dewlet çi pêwîst be dê bike’ bi cih aniye. Ji aliyê me ve tê zanîn ku di nava vê plana ji bo qetilkirina gelê de Wezîrê Perwerdehiyê Huseyîn Çelîk bi xwe cih girtiye.”

newroz-wan.jpg

Banga piþtgiriyê kir

Daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Kurdistanê wiha bi dawî dibe: “Em wekî Însiyatîfa Gel a Kurdistanê didin zanîn ku dê hesaba van êrîþên hovane ji waliyên Sêrt, Wan û Colemêrgê û midûrên ewlehiya van bajaran bipirsin. Ligel domandina hovîtiya li van bajaran didin zanîn ku herêmê li hêzên qetlîamkar ên hikûmetê û hokerên wan bikin cehenem. Li ser vî bingehî em bang li gelê Kurdistanê dikin ku li gelê Sêrt, Wan û Colemêrgê xwedî derbikeve û berxwedanê dorfirehtir bikin. Her wiha em serhildana gel a ji van bajaran a li hemberî zîhniyeta dewleta qetlîamkar silav dikin û vê sekna wan wekî mîrateyê berxwedanê dibînin.”



Sûriye û tirkan xwîna kurdan rijand

Bûyerên piþtî mudaxeleya polîsan a li hemberî pîrozbahiya gelê Wanê derketîn wiha ber bi objektîfan ket. Li Wanê di bûyerên pêr tevahiya rojê dom kirin de 7 jê bi guleyên rasteqîn zêdeyî 100 kesan birîndar bûn û 130 kes jî hatin binçavkirin. Welatparêzê bi navê Zekî Erînç duh jiyana xwe ji dest da. Li Colemêrg û Sêrtê jî rewþ cudatir nebû. Li Colemêrgê jî sê jê bi çekê 12 kes hatin birîndarkirin. Her wiha li Sêrtê jî jin û zarok jî di nav de gelek welatparêz hatin birîndarkirin. Li seranserî bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê hejmara welatparêzên hatine binçavkirin tam nayê zanîn. Bi tenê li Colemêrg, Wan û Sêrtê zêdetirî 500 kesan hatine binçavkirin. Her wiha roja arefa Newrozê dewleta Sûriyeyê jî tehamulî coþa gelê kurd nekir û li Qamiþloyê êrîþ anîn ser gelê kurd. Di encama êrîþan de 3 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan, gelek welatparêz jî birîndar bûn.

24-03-2008 10:56 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 24-03-2008 10:56. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment. Last update on 24-03-2008 10:56
Views: 123    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;