• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Īn
9
gulan
Mal arrow Mal arrow Polītīka arrow 'Sehmź em girtin!'
'Sehmź em girtin!' Binivīse E-posta
 

sehm-calaki.jpgHeyeta Navnetewî ku Newroz dižopand: Tirkiye hewl dide ku kurdan îmha bike

COLEMÊRG / DÎHA - Heyeta Çavdêrî ya Navnetewî ku ji bo žopandina Newrozê hate Colemêrgê, diyar kir ku li hemberî tižtên wan li Colemêrg û Geverê dîtine sehmê ew girtine û got: "Tižta me dît ew e ku Tirkiye hewl dide kurdan îmha bike."

Heyeta Çavdêriyê ya Navneteweyî ya ji Antonio Papis, Maria Saba, Anna Maria Artu, Diego Vacca, Adelaide Leoni û Salavotere Siddi pêk tê ku ji bo žopandina Newrozê ev hefteyeke li Tirkiyeyê ne û hatin Colamêrgê, der barê lêkolînên xwe de agahî dan. Berdevka Heyetê Anna Maria Artu, bi bîr xist ku wan par jî li Tirkiyê lêkolîn kirine û got ku li hemberî bûyerên li Gever û Colemêrgê hatine jiyandin sehman ew girtine. Artu, diyar kir ku wan pêvajoya ketina Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê žopandiye û bal kižand ku li Tirkiyeyê pažveçûn heye.


'Polîs û ležkeran em aciz kirin'

Artu, daxuyand ku Tirkiyeyê ji bo ku xebatên wan asteng bike serî li her riyê daye, hevalên wan bi lêdanê hatine binçavkirin, li hemberî wan žîdeta psîkolojîk û fizîkî hatiye bikaranîn. Artu, derbirî ku di dema xebatên wan de polîs û ležkeran her tim ew aciz kirine.


'Hewl didin ku kurdan îmha bike'

Artu, anî ziman ku Tirkiye her tim ji Yekîtiya Ewropayê (YE) re dibêje "Em karên baž dikin", lê tižta wan di xebatên xwe de tespît kiriye ku rewž belovajî vê yekê ye û wiha dom kir: "Tirkiyeyê di Newrozê de pratîkeke nebaž nîžan daye. Me dît û jiya jî. Em li Gever û Colemêrgê ketin nava sehmê. Tižta me dîtî ew e ku Tirkiye hewl dida ku kurdan îmha bike."


'Tirkiye pêngaveke din jî pažve çûye'

Artu, destnîžan kir ku nasnameyan tu caran bi žîdetê nayê îmhakirin û ev tižt gotin: "Li ser nasnameyekê ancax evqas pêkûtî dikarin bên kirin. Gelê kurd dixwest Newrozê pîroz bike, lê li ser gel helîkopter hatin firandin. Em dibin pêkûtiyeke giran de ne. Em nikarin ji otêlê derkevin derve. Em ê çavdêriyên xwe û tižtên me dîtine wekî rapor pêžkêžî YE'yê bikin. Me hêvî dikir ku Tirkiye hîn ber bi bažiyê ve diçe, lê xeyalên me bi avê de çûn. Em par jî hatin Tirkiyeyê, Tirkiye li gorî sala par pêngavekê pažve çûye. Tirkiye bi vî rengî tu caran nikare bikeve nav Yekitiya Ewropayê."



Silopiyan dewlet žermezar kir

ŽIRNEX - Bi sedan kesên li navçeya Silopiya Žirnexê gihižtin hev, bi çalakiya rûnižtinê, gulebarankirina gel a li Wan, Colemêrg, Sêrt û Geverê žermezar kirin. Di çalakiyê de kužtina 2 kesan jî naletê hate rûrež û žermezarkirin.

DTP'a Silopiyê bi armanca žermezarkirina gulebarankirina gel a ji hêla polîsan ve li dijî gelê Wan, Colemêrg, Gever û Sêrtê pêk hatî, çalakiyek li dar xist. Bi sedan kesên li ber avahiya Rêxistina Silopiyê berhev bûyîn, bi sloganên, "Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan", "Žehîd namirin" avêtin û posterên Îkbal Yažar û Zekî Erînç hildan. Daxuyaniya Serokê Rêxistina Silopiyê Suyelman Žavluk, Wekîlê Žaredarê Silopiyê Abdullah Turgut, nûnerên saziyên li navçeyê û bi sedan kesan beždar bûyîn, ji hêla Rêveberê Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê Husnu Yildirim ve hate xwendin.

Yildirim diyar kir ku AKP bi polîtîkayeke durû dimežîne û di demên dawî de bi židetê di ser gelê kurd de tê. Yildirim xwest ku berpirsyarên kužtinan di zûtirîn demê de derkevin pêžberî dadgehê û wiha axivî: "Careke din bêtehamuliya zîhniyeta îmha û înkarxwaz a li hemberî ažtî û demokrasiyê bi awayekî hovane derketiye holê. Em dê žehîdên Newrozê yên li Wan û Geverê gihižtin žehadetê her tim bi bîr bînin." Pižtî daxuyaniyê bi armanca žermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên xwînrêj û žîdeta polîsan 5 deqeyan çalakiya rûnižtinê pêk hat. Pižtî çalakiya rûnižtinê girse belav bû.



Colemêrgiyan darebeyên dikanan vekirin

COLEMÊRG - Li Colemêrgê pižtî bûyerên di 22'yê adarê de ji ber destûrnedayîna pîrozbahiyên Newrozê hatin jiyandin, dikandaran biryar girt ku heta 3 rojan deriyên dikanên xwe venekin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ji bo ku helwesta dikandaran û pêžketinên li bajarî binirxînin, li meqamê Žaredarê Colemêrgê Kazim Kurt civiyan. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî pižtî civînê duh di saetên sibehê de ji cîhazên deng ên žaredariyê anons kirin û bang li dikandaran hate kirin ku dikanên xwe vekin.



Geverî ji bo taziya malbata Yažar bûn yek...

Li Geverê bi hezaran kes, ber bi mala sersaxiyê ya Îkbal Yažar ve mežiyan. Li Gevera Colemêrgê žîna ku ji bo 3 rojan hate îlankirin, îro jî didome. Di encama težebusên DTP'ê de, derabeyên dikanên li navçeyê hatin vekirin. Parlementerê Serbixwe yê Colemêrgê Hamît Geylanî, Žaredarê Geverê Salîh Yildiz, Žaredarê Bajêrgê Huržît Altekîn, Serokê DTP'a Geverê Vahît Žahînoglu jî di nav de bi hezaran kes ber bi mala sersaxiyê ve mežiyan. Meža bêdeng li cihê sersaxiyê bi dawî bû...

26-03-2008 11:35 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-03-2008 11:35. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment. Last update on 26-03-2008 11:35
Views: 46
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;