• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Çarþem
14
gulan
Mal arrow Mal arrow Polîtîka arrow Parlamenterên AKP'ê ji ber bûyerên Newrozê gel sûcdar kirin
Parlamenterên AKP'ê ji ber bûyerên Newrozê gel sûcdar kirin Binivîse E-posta
 
akp-avahi.jpg

ENQERE (DÎHA) - Parlementerê kurd ên AKP'yî ku li hemberê bûyerên di encama mudahaleya polîs û leþkeran a li dijî pîrozbahiyên Newrozê bi rojan dom kirin û bûn sedema mirina 2 kesan, bêdeng mabûn, gel sûcdar kirin. Parlamenterên Wanê yên AKP'ê ku di navbera wan de Wezîrê Perwerdahiyê Huseyîn Çelîk jî di nav de, 'Bêyî soza Wezareta Karên Hundir dayî û sedema nedayîna destûrê vebêjin' îdîa kirin ku bûyer ji ber israra gel derketiye.

Parlamenterên kurd ên AKP'yî ku li hemberê bûyerên Newrozê di encama mudahaleyên polîsan de derketin û 3 rojan dom kirin, bêdengiya xwe parastibûn. Piþtî dawîbûna bûyerên bûn sedema mirina 2 kesan, parlamenterên Wanê yên AKP'ê yên wekî Wezîrê Perwerdahiyê Huseyîn Çelîk, Îkram Dînçer, Kerem Altun, Gulþen Orhan, Kayhan Turkmenoglu bi daxuyaniyek hevpar ya nivîskî bûyerên wanê nirxandin.

Parlementeran têkilî bi Walî û Midûrê Ewlehiyê re danî ye!

 

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku hikûmetê ji bo ku pîrozbahî di 21'ê Adarê bêbûyer bi dawî bibin ji hemû deveran re giþtînameya weþandiye û rêyedarên heremê hiþyar kirine. Di daxuyaniya parlamenterê kurd ên AKP'yî de hate bi birxîstin ku DTP'ê xwestiye li Wanê di 22'ê adarê de pîrozbahiyê li darbixe û wiha hate îdîakirin: "Di dema derketina bûyeran de em bi Wezîrê Karê Hundir, musteþarê wazeriê, Waliyê Wanê, Miduriyê Ewlekariyê yê Wanê re axivîne û tiþta pêwist hatiye kirin."

Gel bûyeran derxistin!

 

Di daxuyaniyê de hate derbirîn ku rêyedarên Wanê diyarkirine ku bi boneya 'Dê ji bajarên din jî gelek kes beþdarî Newroza 22'yê adarê bibin ji bo wê qedexe kirine'. Di daxuyaniyê de berpirsiyariya bûyeran ji gel û DTP'ê re hate birîn û wiha hate gotin: "Li gel ku di 22'ê adarê de destûr nehat dayîn, helwesta komekî ku di navbera wan de hin parlamenter jî hebûn bû sedema bûyeran û bûyerên xemgîn derketin holê. Di van bûyeran de ku hemwelatiyekî me jiyana xwe ji dest da, hinekî hêzên me yê ewlekariyê û hemwelatiyên me birîndar bûn."

Behsa sedema destûr dayînê hehat kirin

 

Di daxuyaniya sedema destûr nedayîna pîrozbahiya 22'yê adarê hatî vegotin de van agahiyan cih girt: "Ji bo lêkolînkirina bûyeran, tespîtkirina kesên ku berpirsiyariya wan di bûyerê de heye, derdorên bûyer tûjkirine û tespîta ziyanan mifetiþek þandiye. Kesên cejna biharê ku pirxweþ û paqije, dikin parçeyekî tirsê, terorê û þîdetê, di encama vê yekê de zirarê didin jiyan û malê gel, ligel ku sûcdarin mafê wan tune ye sûcê xwe bavêjin ser cîhên din. Di dewleta hiqûqê de prensîb û krîterên hiqûqê serdestin. Kesên ku alîgirê aþtî, xweþbînî û serfiraziyê ne neçarin ku li gorî zagonan û kriteran tevbigerin."


26-03-2008 13:18 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-03-2008 13:18. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 26-03-2008 13:18
Views: 101    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;