• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Çarþem
14
gulan
Mal arrow Mal arrow Polîtîka arrow Li Kurdistanê þer daket kolanan
Li Kurdistanê þer daket kolanan Binivîse E-posta
 
newroz-wan1.jpgWAN / DÎHA - Cenazeyê Zekî Erînç ê di bûyerên li Wanê duh qewimîn de bi guleya polîsan ku li serê wî ket birîndar bû û jiyana xwe ji dest da, bi beþdariya 30 hezar kesan bi merasîmekê hate definkirin. Beþdarên merasîmê slogana “Kujer Erdogan”, “Walî îstîfa” avêtin.

Ji bo Zekî Erînç ê di bûyerên li Wanê duh qewimîn de bi guleya polîsan ku li serê wî ket birîndar bû û li Nexweþxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê jiyana xwe ji dest da, li Mizgefta Haci Omer a li Taxa Çelebîbagê merasîmek hate lidarxistin. Parlementerên DTP’ê Ozdal Uçer, Fatma Kurtulan, Pervîn Buldan, Alîkarê Hevserokên DTP’ê Kamuran Yuksek û endamên PM yên DTP’ê Huseyîn Cengîz, Îzzet Belge jî beþdarî merasîmê bûn. Piþtî ku karûbarên olî bi cih hatin anîn, cenaze bi beþdariya 30 hezar kesan ve bi sloganên “Þehîd namirin”, “Walî îstîfa”, “PKK gel e Tayyîp li ku ye”, “Kujer Erdogan”, “Walî îstîfa”, “PKK gel e gel li vir e”, “Bijî Serok Apo” anîn Goristana Þabaniyeyê.

Parlementerê DTP’ê yê Wanê Ozdal Uçer ku li vir axaftinek kir, diyar kir ku Erînç “þehîdê gel” e û berpirsyarê mirina wî jî, Hikûmeta AKP’ê ye. Endamê PM’ya DTP’ê Îzzet Belge jî got ku Zekî Erînç bi “zilma dewletê” miriye. Parlementera DTP’ê ya Wanê Fatma Kurtulan jî wiha got: “Ev gel ev bi salan e Newroza xwe pîroz dike. Lê bi destûrnedayînê, kuþtinek bi planî hatiye kirin. Me roja pîrozbahiyê jî got ‘hinek dem bidin me. We nehiþt ku cejna xwe pîroz bikin. Bihêlin, wê aþ bibin.’ Lê bêyî ku hiþyariyek bê kirin, negotin parlementer, rêveberên partiyê, gel, bi panzeran û bi hemû hêza xwe bi ser me de hatin.”

Kurtulan, destnîþan kir ku ji bilî mirinê tu alternatîf ji bo kurdan nehatiye dayîn û wiha pê de çû: “Walî bi astengkirina pîrozbahiya Newrozê, kuþtinek bi planî kiriye. Em wî wek waliyê gel nabînin, wek waliyê AKP’ê dibînin. Ger ku waliyê gel bûya, wê bi vî awayî êrîþa gel nedaya kirin.” Piþtî axaftinan, cenazeyê Erînç hate definkirin.


‘Erînç þehîdê Newrozê ye’

Pixtî ku cenaze hate definkirin, girseyê ber bi mala taziyeyê ve meþ li dar xist. Ji ber ku li mala sersaxiyê cih tunebû, gelek kes ji derve man. Alîkarê Hevserokên DTP’ê Kamuran Yuksek, got ku Zekî Erînç wek “þehîdê Newrozê” îlan kirine. Yuksek, destnîþan kir ku wê Newroz bi destûrê neyê pîrozkirin û wiha dom kir: “Hêj duh bi operasyonên hewayî û bejayî, zarokên we, rêhevalên min bombe kirin. Lê bibiryariya we û sekna we, vana asteng kirin. Ev gel wê Newroza xwe jî pîroz bike. Ev mafê xwezayî ye. Lê AKP ku neyarê maf û azadiyan e, li Wanê, Colemêrgê, destûr neda. Cejna Newrozê, bi destûra hikûmeta AKP’ê, Walî û Midûrê Ewlehiyê nayê pîrozkirin. Ev gel, wê bi vî awayî pîroz bike. Ev gel bi rijandina xwîna xwe Newroza xwe pîroz dike. Em dixwazin pirsgirêkan bê xwîn çareser bikin.” Yuksek, da zanîn ku wê sibê saet di 10.30’an de li ber avahiya Rêxistina Bajêr a DTP’ê Hevseroka DTP’ê Emîne Ayna pêþwazî bikin. Piþtî axaftinan girseyê ber bi navenda bajêr ve dest bi meþê kir.


Rê li trafîkê hatin girtin

Piþtî ku cenazeyê Zekî Erînç hate definkirin, 30 hezar kesên ber bi navenda bajar ve dest bi meþê kir, li cem Garaja Þaredariyê riya Wan û Colemêrgê li trafîkê girt. Girseya ku barîkat danîn, bênavber diruþmên, “Dewleta kujer dê hesabê bide”, “Þehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Kujer walî”, “PKK li vir e Tayyîp li ku ye”, “Wan dê ji walî re bibe gor” berz kirin. Girseyê demek dirêj destur neda wesayîtan ku derbas bibin.



Li Geverê jî kuþtin çêbû

COLEMÊRG - Li Navçeya Gevera Colemêrgê piþtî ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ya dihat plankirin duh bê lidarxistin destûr nehat dayîn, 15 hezar kes li ber avahiya DTP’ê kom bûn û bi govendê dest bi pîrozbahiyê kir. Lê dewletê tehamulî coþa gel nekir û hêzên dewletê êrîþî gel kir. Di mudaxeleya hêzên ewlehiyê ya li hemberî kesên ku xwestin pîrozbahiya Newrozê li Navçeya Gevera Colemêrgê bikin de kesek bi navê Îkbal Yaþar (20) jiyana xwe ji dest da.

Piþtî ku Qaymeqamtiya Geverê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya dihat plankirin di 23’ê Adarê de bê lidarxistin destûr neda, 15 hezar kesên di nava wan de Parlamenterê Serbixwe yên Colemêrgê Hamît Geylanî jî heyî, li ber avahiya DTP’ê ya navçeyê kom bûn. Bi hezaran kesan li ber muzîkê govend gerand û dirûþma "Bijî Serok Apo" berz kir. Li navçeya ku ciwanan li gelek noqteyan barîkat danîne, bi sedan leþker û polîs hatin bicihkirin.

Bûyerên ku piþtî polîsan mudaxeleyî girseya li ber avahiya DTP’ê kom bibû kir dest pê kir, mezin bûn. Piþtî bûyerên ku duh li Wan û Colemêrgê qewimîn, duh jî li Geverê tevlihevî çêbû. Ji serê sibê de bi hezaran kes li ber avahiya DTP’a Geverê kom bûn, li ber stranan dîlan girtin. Polîs û leþkeran bsi bombeyên gazê, çek û panzeran mudaxele kir. Di bûyeran de gule li ser sîngê kesek bi navê Îkbal Yaþar (20) ket. Dema Yaþar radikirin nexweþxaneyê, jiyana xwe jidest da. Selîm Akbaþ, Raîf Îren û Savaþ Babalitaþ ku rewþa wan xeter e, sewqî Wanê hatin kirin.



Li Îzmîrê kurdan kolan germ kirin

ÎZMÎR - Li ber avahiya Rêxistina Bajêr a DTP’ê, Parlementerê DTP’ê yê Amedê Akin Bîrdal jî di nav de 2 hezar kes, hatin dorpêçkirin. 250 kes hatin binçavkirin.

Komek ku ji 2 hezar kesan pêk tê, li ber avahiya DTP’ê kom bû. Kom dixwaze ku li Qada Gundogduyê Newrozê pîroz bike. Endamên DTP, EMEP, SDP, saziyên civakî yên sivîl di nav komê de cih digirin. Kom, ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Girseya ku serê sibê kom bû, sloganên “Bijî biratiya gelan”, “Newroz pîroz be”, “Kujer Erdogan”, PKK gel e gel li vir e”, “Bijî serok Apo” avêt û dîlan girt. Li qada ku daketin û derketin hatiye qedexekirin, di encama hevdîtina di navbera Komîteya Amadekar û Midûriyeta Ewlehiyê de, lihevkirin çênebû. Alozî didome. Hate hînbûn ku Midûriyeta Ewlehiya Îzmîrê vê sibê li deverên wekî Kadîfekale, Buca, Menemen, Gazîemîr, Çîglî, Karabaglar, Yamanlar û gelek deverên din gel bi awayekî fiîlî asteng dike. Hate hînbûn ku jinek ducanî jî di nav de nêzî 20 kes hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku kesek jî jixwe çûye û ew rakirine nexweþxaneyê. Girseya ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ber bi Qada Gundogdu ve dimeþe rastî mudaxeleya polîsan hat. Girseya ku di saetên sibehê de li ber avahiya Rêxistina DTP’ê ya Bajêr hate cem hev, ber bi Qada Gundogdu ve meþiya. Meþa ku bi beþdariya 3 hezar kesan destpê kir, rastî mudaxeleya polîsan a bi cop û bombeyên gozê hat.



Li Kocaeliyê 6 kes birîndar bûn

KOCAELÎ - Di pîrozbahiya Newroza li Navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê de, piþtî ku li noqteyên lêgerînê polîsan xwest pankartana desteser bikin, pevçûn derket. Di pevçûna ku polîsan bi copan mudaxeleyî girseyê kir de, 6 kes birîndar bûn. Her wiha 2 endamên SDP û 3 endamên EMEP’ê ku navên wan nehatin hînbûn jî hatin biçavkirin û ew birin Qereqola Polîsan a Gebzeyê. Di vê navberê de ji 3 wesayîtên li daketina Kocaeliyê hatin rawestandin, destûr hate dayîn.



Li Colemêrgê derabe venebûn

Dikandarên li Colemêrgê ku duh ji ber destûrnedayîna pîrozbahiyên Newrozê derabeyên dikanên xwe girtibûn, duh jî çalakiya xwe domandin. Dikandaran duh derabe venekirin. Li bajarê ku 50 kes hatin binçavkirin, hêzên ewlehiyê li kuçeyan bi copan digerin.


24-03-2008 10:15 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 24-03-2008 10:15. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 24-03-2008 10:24
Views: 113    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;