• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Ēaržem
14
gulan
Mal arrow Mal arrow Polītīka arrow KURD LI VIR IN, QATĪL LI KU NE?
KURD LI VIR IN, QATĪL LI KU NE? Binivīse E-posta
 

gever-calaki560.jpgLi Gever, Wan û Colemêrgê berxwedan e

COLEMÊRG / DÎHA - Cenazeyê Îkbal Yažar ku pêr li Geverê di mudaxeleya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê nêzî 40 hezar kesan ve ber bi goristanê ve tê birin.

Cenazeyê Îkbal Yažar (29) ku ji hêla polîsan ve bi nepenî li Goristana Žahîtlikê hatibû vežartin, ji hêla gel ve hate hildan. Geveriyên di saetên serê sibê de bihîstin ku cenaze nepenî hatiye vežartin, daketin kolanan. Heyeta ji Parlamentera DTP’ê ya Žirnexê Sevahîr Bayindir, Parlamenterê DTP’ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, Žaredarê Geverê Salîh Yildiz û Žaredarê Žirnexê Ahmet Ertak pêk dihat cenaze ji Goristana Žehîtlîkê girtin. Cenazeyê li ser serlêdana malbata Îkbal Yažar ya li dozgeriyê hate girtin, birin Mizgefta Mezin. Pižtî muameleyên olî, cenaze ji aliyê nêzî 40 hezar kesî ve, li ser milan ber bi Goristana Geverê birin. Di mežê de sloganên, “Walî îstîfa”, “Kujer Erdogan”, “Munafiq Erdogan”, “Žehîd namirin” tên berzkirin. Di meža ku tedbîrên berfireh hatine girtin de helîkopter di ser girseyê re difiriyan. Li navçeya Geverê tevahiya esnafan bi armanca žermezarkirina kužtina Yažar Îkbal dikanên xwe venekirin. Her wiha li ser bûyerên li Geverê derketin li tevahiya Žemzînanê dikanên xwe girtin.


Li Colemêrgê alozî

Li Colemêrê bi sedan kes ji bo žermezarkirina kužtina Îkbal Yažar û Zekî Erînç li ber avahiya Colemêrgê hatin cem hev. Girseya sloganên, “Qatîl Erdogan”, “Walî îstîfa” berz dike dest bi mežê kir. Hejmara girsa hindî çû hejmara wan zêde bû.


Xwendekaran bûyer žermezar kir

Komek xwendekarên Lîseya Îmam Hatîpa Colemêrgê, bi boneya žermezarkirina bûyerên pižtî pîrozbahiyên Newroza Wan û Colemêrgê derketîn holê, li dibistanê hatin cem hev. Xwendekarên ku li hundirê dibistanê kom bûn, slogan avêtin. Polîsên ku tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtin, dibistan dorpêç kirin. Hate ragihandin ku polîsan Midûrê Dibistanê Necmî Akin û hind xwendekar derb kirine û gef li wan xwarine. Hate zanîn ku wê rêveberiya dibistanê der heqê polîsan de gilî bike. Li Geverê li taxa Bîçer wesayîtek park kirî ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan nayê zanîn ve hate žewitandin. Ekîbên îtfayeyê ku hatin cihê bûyerê wesayît vemirandin.



Li Wanê bi deh hezaran kes mežiyan

WAN / DÎHA - Nêzî 50 hezar kesên ku li ber avahiya Rêxistina DTP’ê ya Wanê civiyan, ber bi mala Zekî Erînç ve dest bi mežê kirin.

Hevseroka DTP’ê Emîne Ayna, ji bo lêkolînkirina bûyerên ku pižtî pîrozbahiya Newrozê derketine, çû Wanê. Ayna, ji aliyê bi dehhezaran kesan ve bi sloganên “Bijî Serok Apo” hate pêžwazîkirin. Ayna, diyar kir ku nehižtine gel cejna xwe jî pîroz bike û êrîžên li hemberî gel, žermezar kir. Ayna, diyar kir ku miletê digel hemû pêkutiyan Newroz pîroz kiriye û wê pîrozbahiyên xwe bidomîne. Ayna, wiha got: “Em ê digel hemû pêkutiyan li vir li žehîdên xwe xwedî derkevin. Tu kes nikare me asteng bike. Em ê bi hev re, biçin mala žehîdê xwe, rêhevalê xwe.”

Pižtre Emîne Ayna, Parlamenterên DTP’ê yên Wanê Fatma Kurtulan, Ozdal Uçer, Alîkarê Hevserokên DTP’ê Kamuran Yuksek, endamên PM’ya DTP’ê û rêveberên DTP’î, Žaredara Sixkê Gulcîhan Žîmžek jî di nav de nêzî 50 hezar kes, ber bi mala Zekî Erînç ê di bûyeran de bi çekê hate kužtin a li ser Kolana Îkî Nîsan e ve dest bi mežê kirin. Di bûyerên ku li Garaja Žaredariyê û Kolana Maražê de, 2 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku yek ji van kesan, bi guleyên rastîn birîndar bûye. Birîndarên ku navên wan nehat hînbûn, rakirin nexwežxaneyan.


Komalên Ciwan: Gelê kurd ne bi tenê ye!

BEHDÎNAN / ANF - Tevgera ciwanên kurd Komalên Ciwan, desthilatdariya AKP’ê ji ber ku êrîžên xwe li hemberî kurdan zêde kirine bi zimanekî tund hižyar kir û got gelê kurd ne bi tenê ye.

Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de got ku gelê kurd ne bi tenê ye, li pižt wê bi hezaran ciwan hene û hikûmeta pakêtan AKP’ê ji ber polîtîkayên înkar û komkujiyê li Kurdistanê dimežîne žermezar kir. Di daxuyaniya Komalên Ciwan de wiha hatiye berdewamkirin: “Pêžeroja me ne di meqarne û torbeyan de ye. Em weke ciwanên kurdistanî pêžeroja xwe em ê bi têkožîna azad biafirînin. Li hemberî van hemû êrîžan ciwanên Kurdistanê divê çalakiyên bi refleks bi pêž bixin. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe li hemberî êrîžan ciwanên kurdistanî divê pižtgiriya hev bikin û çalakiyên xwe gur bikin. Her rojê bikin Newroz û her qadê veguherînin qada Newrozê.”


25-03-2008 13:03 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 25-03-2008 13:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 25-03-2008 13:03
Views: 145    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;