• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Çarþem
14
gulan
Mal arrow Mal arrow Polîtîka arrow Karayilan: Êrîþan rawestînin!
Karayilan: Êrîþan rawestînin! Binivîse E-posta
 
karayilan560.jpgBEHDÎNAN - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan got ku divê êrîþên li bakurê Kurdistanê yên li hemberî gelê kurd têne kirin divê demildest bêne sekinandin û hiþyariya ku dê rê li ber taxrîbatên mezin veke kir. Karayilan her wiha got ku ji encama êrîþên heyî hikûmeta AKP’ê berpirsyar e.

Karayilan, behsa bûyerên li Colemêrg û Geverê kir û bang li gelê kurd kir ku gelê Geverê bi tenê nehêlin.

Karayilan, bangî Serokwezîr Erdogan kir û got ku êrîþên li ser gelê kurd demildest bide sekinandin û der barê waliyên berpirs de lêpirsîn bê vekirin. Karayilan, got ku berevajî vê yekê dê encamên ku rê li ber telafiya wê neyê kirin, derkevin holê.


Dewlet li dû tolhildanê ye

Karayilan, daxuyand ku terora li ser gelê kurd hikûmeta AKP’ê berpirsyar girt û wiha got: “Derketina bûyeran bi taybetî navenda þerê taybet û AKP ku li herêmên weke Sêrt û Wan ku hesabên wan ên siyasî hene, balkêþ e. Ligel vê xwestin ku tolhildanê ji Colemêrg û Geverê bigirin.”

Karayilan, da zanîn ku hêzên ewlehiyê li Gever, Colemêrg, Sêrt û Wanê li gorî êrîþkariyê xwe amade kirine û waliyê Wanê bi rayedarên AKP’ê yên herêmî re tevdigere û wiha got: “Rayedarên AKP’ê bi daîreya þerê taybet xwestine ku gelê me yên li Gever, Sêrt, Wan û Colemêrgê biçewisîne. Di þexsê van bajaran de xwestine ku rûmeta gelê kurd binpê bikin. Yanî wisa gotine ‘hûn li Amedê peyamên wisa bidin, em jî tiþtê rast çi ye nîþanî we bidin.’ Em van hesaban baþ fêm dikin. Em destnîþan dikin ku ev ne polîtîkayên dostane, polîtîkayên dijminane ne.”


‘Em êrîþan þermezar dikin’

Karayilan axaftina xwe wiha dirêj kir: “Min axaftina Serokwezîr Erdogan guhdarî kir û wiha gotiye ‘Kî milet biçûk bibîne, îradeya milet li ber çavan negire, dê winda bike.’ Ez îmzeya xwe diavêjim binê vê gotinê. Lê heman tiþt ji bo me jî derbas dibe. Madem kî hûn gotinên wiha dibêjin, wê demê hûn çawa îradeya gelê kurd tune dihesibînin. Hûn çawa îradeya gelê kurd li ber çavan nagirin. Hûn çima îradeya ku derketiye holê bi cop û panzêran pêþwazî dikin. Heke hûn îradeya gelê me li ber çavan negirin dê negihêjin tu encamê. Hûn heke çalakiyê demokratîk bi êrîþan pêþwazî bikin, ciwanên me qetil bikin, bi copan li jinan xin, pêkanîna terora dewletê ya bi panzer û çekan tê wateya dînamîtkirina riyên çareseriyê. Em pêkanînên hovanê yên dewleta tirk ku li ser gelê pêk tînê þermezar dikin.


Berxwedana gel silav dikin

Karayilan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha me 3 jê li Qamiþloyê 5 þehîdên Newrozê dan. Ew di nav pîrozbahiyeke bi rûmet û nirxdar de þehîd ketine. Ji ber vê jî ew þehîdên têkoþîna azadiyê ne. Bi taybetî sare malbatên wan û gelê Kurdistanê sax be. Divê hemû gelê me xwedî li van þehîdên xwe derkeve û têkoþîna xwe geþ û gur bikin. Îro Wan, Sêrt û Colemêrg li ser piyan e û li ber xwe didin. Em vê serhildana wan silav dikin. Bi taybetî jî berxwedana gelên me yê li Geverê hêjayê her nirxên pîroz e û em li hemberî wê rêz digirin. Piþtgiriya Colemêrg û Þemzînanê ya ji bo Geverê mînakeke watedar e. Banga me ev e ku hemû gelê me di nav vê hesasiyetê de piþtgiriyê bidin berxwedana Gever, Wan û Colemêrgê. Dewleta Tirk bi rêbazên herî zalimane bi copan jin, zarok, xort, kal û pîrên me didin û wan di binê panzerê de dipelçiqînin. Li hemberî vê ne roja bêdengiyê ye. Divê her kes zanibe ku helwesata Gever û Wanê vîndarî û biryardariya gelê kurd e. Divê helwesta gelê kurd a bi þeref e û divê bi heman wateyê de xwedî lê bê derketin. Di aliyekî de ciwanên me þehîd dikin û di aliyekî din de jî wan bi nepenî defin dikin, bi sedan însanên me piþtî ku birîndar kirine û kirine girtîgehan. Ev neheqiyek û bêhiqûqiya mezin e. Divê tu kes li hemberî vê bêdeng nemîne û paþve gav neavêje. Xwedî li þehîdên xwe derkeve. Gelê me di doza xwe de mafdar e. Ew têkoþîna nasnameya xwe dide. Di vê wateyê de hemû saziyên welatparêz li dijî vê xwînxwariya dewleta tirk helwesta xwe bi her awayî aþkera bikin. Banga me ji bo hemû derdorên demokrat ên tirk jî daxwaze me ji wan ev e ku piþt bidin welatparêzên kurd û li dijî hovîtiya dewleta tirk rawestin.”


25-03-2008 12:55 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 25-03-2008 12:55. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 25-03-2008 12:55
Views: 137    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;