• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mal arrow Polîtîka arrow Ji bo kuþtina kurdan 200 hezar çek
Ji bo kuþtina kurdan 200 hezar çek Binivîse E-posta
 
ergenekon1.jpgSTENBOL / ANF - Serkêþekî çeteya Ergenekonê ku di çarçoveya operasyonê de hatibû girtin îtirafên balkêþkirin. Serkêþê ku navê wî bi mebesta ewlehiyê nehatiye aþkerakirin got ku wan ji bo kuþtina kurdan hêzeke çeteyan amade dikir. Li gorî îtirafên serkêþê Ergenekonê Serfermardariya Giþtî dê çek li van çeteyan belavkiribûna.

Serkêþê Ergenekomê ku ji aliyê Dozger Zekeriya Oz ve îfadeyên wî hatine girtin û niha di girtîgehê de ye di çarçoveya operasyonê de agahiyên pir balkêþ dane. Serkêþê Ergenekonê yê payebilind di pirsiyarkirina dozger a ku du saet û nîv dom kiriye de aniye ziman ku ji bo kuþtina kurdan girêdayî çeteya Ergenekonê hêzeke mîlîsan a çekdar dihate sazkirin. Hêza mîlîsan a dihate avakirin girêdayî hiyerarþiyekê dê bihata rêxistinkirin û pergala Artêþa Tirk a hiyerarþiyê dihate rûniþtandin.


‘Dê kurd qetilbikirina’

Li gorî agahiyên serkêþê payebilind ê Ergenekonê dane dozger, ligel destdirêjiya dewleta tirk a ji bo baþûrê Kurdistanê dê hêza ‘mîlîsan’ a çekdar jî dest bi qetilkirinan bikira. Di dosyeya kesê ku navê wî ji ber sedemên ewlehiyê nehatiye aþkerakirin de agahiyên balkêþ cih digirin: “Piþtî destdirêjiya ji bo bakurê Iraqê (baþûrê Kurdistanê) em jî dê li metropolan biketina nav liv û tevgerê. Armanca me ya yekem ew bû ku em dagirkirina kurdan a li metropolan rawestînin. Mînak hemû navnîþanên saziyên û rêxistinên kurdan ên Beyogluyê, xebatkarên wan, navnîþanên malên wan me tespît kiribûn. Ligel destdirêjiya hewayî em ê ketibûna pratîkê û me dê operasyona paqijkirina kurdan dabûya destpêkirin.”


‘Serfermandariyê dê çek dabûna’

Di dewama van îfadeyan de serkêþê Ergenekonê aniye ziman, ji ber ku ligel destpêkirina destdirêjiya ji bo baþûrê Kurdistanê emrê liv û tevgerê ji wan re nehatiye dayîn, bêdeng mane û ev agahî dane dozger Oz: “Destdirêjiyê dest pê kir lê emrê liv û tevgerê ji me re nehate dayîn. li ser vê yekê min ji Velî Kuçuk re nameyek nivîsî. Min jê re got, ‘destdirêjiyê dest pê kir em li benda çi radiwestin?’ Kuçuk ji min re ev bersiv þand: ‘Min bi Serfermandariyê re hevdîtin çêkir. Serfermandariyê gotiye em ê 200 hezar çekan belav bikin. Lê ligel vê yekê hêza mîlîsan dê emrî ji Serfermandariyê bigire.”

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin dozger Oz ev beþa îtirafan di îdianameyê de bi cih nekirine.


Plana suîqastan zû deþîfre bû

Heman serkêþê Ergenekonê di îtirafên xwe de tîne ziman ku wan planên ji bo kuþtina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî dikirin û ev agahî dane: “Her wekî di çapemeniyê de hate dayîn nivîskar Orhan Pamuk, Osman Baydemîr û Sebahat Tuncel di rêza yekem de bûn. Ji bo wan tetîk-kêþ jî hatibûn destnîþankirin. Lê piþtre ji ber ku plan zû deþîfre bûn, me dest ji çalakiyên bi vî cureyî berda.” Di dewama van îfadeyan da hate gotin ku tetîk-kêþ ji aliyê Fikrî Karadag ve dihatin gihandin.


09-05-2008 10:42   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 09-05-2008 10:42  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 09-05-2008 10:42
Views: 60    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;