MÊRDÎN / DÎHA - Li
navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrîk û
Þemrexê bi 10 hezaran kesên ji bo pîrozbahiya
Newrozê hatin cem hev, polîtîkaya kurd a AKP’ê
rexne kir û ji bo Rêberê KCK’ê Abdullah
Ocalan dirûþm berz kirin.
Pîrozbahiya li Nisêbînê
li qada li Taxa Kiþlayê hate lidarxistin. Ji saetên serê
sibehê ve bi hezaran kes ji 3 aliyan ve ber bi qada Newrozê
ve meþiyan, lê polîsan heta saet 10.00’an ku saeta
destpêka pîrozbahiyê ye, ne girtin qadê. Di
pîrozbahiya ku jin hemû bi cilên xwe yên
neteweyî tevlî bûn de, ji bo Ocalan slogan hatin
avêtin. Beþdarên bûyerên li bajarê
Qamiþlo ya Suriyeyê qewimîn jî þermezar kirin û
dirûþmên “Gelê Qamiþloyê bi tenê
nîn e” û “Kujer Erdogan” berz kirin. Di pîrozbahiya
de Parlamenterê DTP’ê yê Sêrtê Osman
Ozçelîk axaftinek kir, hunermend Hekîm Sefkan û
Zozan bi stranan xwe gel coþandin. Dema girse ji qada Newrozê
belav bû polîsan êrîþî girseyê
kir. Dema rojnameya me çû çapê hê jî
aloziya di navbera polîs û girseyê didomiya.
‘Kujer Erdogan’
Pîrozbahî li Taxa
Bahçelîevler a Dêrîkê bi beþdariya
nêzî 10 hezar kesan pêk hat. Ji bo pîrozbahiya
saet di 11.00’an de destpê kir, ji saetên serê
sibehê ve dêrîkiyan qad tije kir, lê polîsan
saet di 09.00’an de bi hinceta tê lêgerîna
bombeyê bê kirin, girse ji qadê derxist. Ev
pêkanîna bû sedema aloziyê, nîv saetê
dom kir. Piþtre Serokê Komîteya Amadekar Þîrîn
Bahçecî, Serokê DTP’a Navçeyê Orhan
Ozel axaftin kirin. Piþtî agirê Newrozê hate
pêxistin endamê PM’ya DTP’ê Fethî Gumuþ
jî axivî û polîtîkayên AKP’ê
rexne kirin.
Li Þemrexê Newroz
Li Navçeya Þemrexê jî
pîrozbahî li Taxa Poyraz hate lidarxistin û bi
hezaran kes beþdar bûn. Li qadê pankartên “Birjî
biratiya gelan”, “Em jin jiyanek azad, aþtiyek bi rûmet
dixwazin”, “Bijî 21’ê Adarê, Newroz pîroz
be, an qet an demokrasiya tam” hatin vekirin û filamayên
kesk, sor û zer hatin hilgirtin.
Qoseriyan got 'Kurdistana Demokratîk
û Xweser'
MÊRDÎN - Di pîrozbahiya
navçeya Qosera Mêrdînê ku bi beþdariya 10
hezar kesan pêk hat de, ‘Kurdistana Demokratîk û
Xweser’ hate xwestin.
Bi hezaran kesên ji çar
aliyên navçeyê hatin Meydana Otogarê ku
pîrozbahî lê hate lidarxistin, dirûþmên
“Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Dîsa
dîsa serhildan serokê me Ocalan”, “Kujer Erdogan”
berz kirin û pankarta ‘Kurdistana Demokratîk û
Xweser’ vekir. Di pîrozbahiya ku kesên beþdar bûn
cilên netewî li xwe kirin de, alên PKK’ê û
Konfederalîzma Demokratîk, posterên Ocalan û
Yahya Menekþe ku li Cizîrê jiyana xwe ji dest da hatin
vekirin. Serokê DTP’a Qoserê Reþat Kaymaz ku axaftina
vekirinê kir, kesên di pîrozbahiya Newroza li
Qamiþloyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û
got: “Bila dewleta Suriyeyê baþ zanibe ku nikare kurdan bi
vî rengî tune bike.” Piþtre Þaredara Qoserê
Cîhan Sîncar axivî û wiha dom kir: “Em soz
didin ku heta paketa me neyê qebûlkirin, em tu paketên
din qebûl nakin.” Parlamentera DTP’ê ya Êlihê
Ayla Akat Ata axivî û got: “Me li Þirnexê di
15’ê Sibatê û 8’ê Adarê de got ‘Êdî
Bes e’. We got bila ev þer raweste, em naxwazin bimirin û we
em þandin meclîsê.” Ata, got ku li hemberî
hewldanên wan ên çareseriyê meclîs bi
fezleyan hewl dide ku pêkutiyan bide ser wan û wiha got:
“Îro jî dê heman tiþt çêbibe. Me
wekî partiyê projeya Kurdistana Demokratîk û
Xweser amade kir. Çareseriya pirsgirêka kurd bi
guhdarkirina gel pêk tê. Heke hûn gun nedin van,
hûn nikarin xwînê rawestînin.”
Þirnexiyan li dijî pêkutiyan
got 'Êdî Bes e
ÞIRNEX - Li Þirnexê û
navçeyên wê bi 10 hezar kesên tevli
pîrozbahiya Newrozê bûn, li dijî pêkutî
û operasyonan gotin: ‘Êdî Bes e.’
Li Þirnexê pîrozbahiya li
Meydana Omer Kabak hate lidarxistin di saetên serê sibehê
de dest pê kir. Girseya ji taxan ber bir qadê ve herikî,
li ber dahol û zurneyê goveng girtin. Pîrozbahî
saet di 10.00’an de ji bo þehîdên demokrasiyê bi
deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Serokê
Komîteya Amadekar Sekvan Aytu, diyar kir ku ew li dijî
polîtîkayên înkar û îmhaya gelê
kurd dibêjin ‘Êdî Bes e’. Piþtre Parlamentera
DTP’ê ya Þirnexê Sevahîr Bayindir, Þaredar
Ahmet Ertak, Serokê DTP’a Bajêr Halîl Îmrez
û Sevkan Aytu agirê Newrozê pêxist û li
dora agir govend girtin.
Dirûþma ‘Terorîst
Erdogan’
Serokê DTP’a Bajêr Halîl
Îrmez ku axaftina destpêkê kir Serokwezîr
Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û wiha pê de çû:
“Li vî welatî gotina birêz qedexe tê
hesibandin. Qet naxwazin ji serokwezîr re bêjim birêz.
Erdogan dibêje heta DTP ji PKK’ê re nebêje
‘terorîst’ bi wan re hevdîtinê nakim. Kî
dikare jizarokên xwe re bêje ‘terorîst’.” Li
ser vê yekê girseyê bi yek dengî dirûþma
“Terorîst Erdogan” berz kir.
Sevahîr Bayindir jî axivî
û li ser paketa ku Serokwezîr Erdogan aþkera kiribû
rawestiya. Bayindir, wiha got: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêkek
ku bi paketên krakeran bê çareserkirin nîn
e. Ev pirsgirêk bi diyalog û aþtiyê dikare bê
çareserkirin. Li dereke din na, li Botanê, li Amedê,
li Serhedê bi guhdarkirina gel tê çareserkirin.”
Di dema axaftinan de gelek caran
dirûþmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey
serok”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”,
“Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Ciwan
fedaiyên Apone” hatin berzkirin. Di nava girseyê de jî
pankart û dowîzên wekî, “Ey serok Newroza
te pîroz be”, “Bijî HPG”, “Bijî gerîlla”,
“Em bi rihê 1982’yan Newrozê pîroz dikin”,
“Êdî Bes e” hatin vekirin. Piþtî axaftinan
hunermend Þahê Bedo derket ser dikê.
Li Silopî û Cizîrê
pîrozbahiya Newrozê
Li Silopiyê, zêdetirî
10 hezar kesên ji saetên serê sibehê ve li 3
taxên cuda hatin cem hev, ber bi avahiya þaredariyê ku
dê Newroz lê bê pîrozkirin ve dest bi meþê
kir. Bi hezaran kesên hatin noqteyên lêgerînê
yên polîsan bi dirûþman “Bijî Serok Apo”
daketin qadê.
Li Cizîrê jî di
pîrozbahiya li Sehaya Antremanê ya Cîzresporê
tê lidarxistin de, bi taybetî jinên cilên
neteweyî li xwe kirine balê dikiþînin. Li qadê
pankarta ‘Newroz pîroz be’ û posterên mezin ên
Orhan Dogan û Mehmet Denîz hatin daliqandin. Li qadê
gelek posterên Rêberê PKK’ê Abdullah
Ocalan, alên Konfederalîzma Demokratîk û
DTP’ê, filamayên kesk, sor û zer hatin vekirin.
Xwendekarên dersxaneyan jî bi komî tevli
pîrozbahiyên bûn.
This entry was posted on 22-03-2008 11:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 22-03-2008 11:07 Views: 155
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 155