20 Adar: Li Navçeya Cizîrê
ya Þirnexê cerdevanan bi kalaþnîkofan gule berdan ser
girseya ku Newroz pîroz dikir.
Di bûyerê de Nedîm
Ertan (25) ji pê û çeneya xwe, Reþît Kolanç
(35) ji milê xwe, Nurettîn Kolanç (50) ji rûyê
xwe, Feyruz Kolanç (25) ji ling û qalçeya xwe,
Þerîf Turan (17) jî ji piyên xwe birîndar
bû. Li Navçeya Silopiyê jî polîsan bi
bombeyên gazê û panzeran mudaxele kir. Di bûyerê
de Recep Aþan (15) bi bombeya gazê ya bi qalçeya wî
ket birîndar bû û di aloziyê de bidehan kesên
din jî birîndar bûn.
- Di pîrozbahiya li Navçeya
Narlidere ya Îzmîrê hate lidarxisitn de polîsa
mudaxele kir û 4 kes birîndar bûn.
- Li bajarê Qamiþlo yê
Suriyeyê leþkeran giryesa Newroz pîroz dikir, gulebaran
kir û di encamê de 3 kes mirin.
21 Adar: Li Navçeya Wêranþarê
ya Rihayê, di bûyerên piþtî pîrozbahiya
Newrozê derketin de 11 kes birîndar bûn.
- Li Navçeya Nisêbînê
ya Mêrdinê girseya piþtî pîrozbahiyê
meþ li dar xist, rastî mudaxeleya polîsan a bi panzer,
bombeyên gazê û çekan hat. Di bûyeran
de Kardî Bîlen ê 23 salî bi guleya li zikê
wî ket bi giranî birîndar bû. Milê jina
bi navê Vesîle Kaçmaz þikest. Netîce
Elçîoglu, Rumeya Arik, Sebahat Bîlgîç,
Halîme Konak, Bahar Karlan, Kadriye Ekine û Turkan Alaca
ku dibin bandora bombeya gazê de man jî rakirin
Nexweþxaneya Dewletê.
22 Adar: Di mudaxelaya li Wanê de
14 jê polîs 65 kes birîndar bûn. Gulþah
Aslan, Ayhan Kurt, Yuksel Sonmez û Ayhan Mayan ku bi giranî
birîndar bûn li Nexweþxaneya Lêkolînê
ya Wanê tên dermankirin. Zekî Erînçê
35 salî jî jiyana xwe ji dest da.
- Pîrozbahiyên li Colemêrgê
li ber avahiya DTP'ê hate lidarxstin jî rastî
mudaxeleya polîsan bi bombeyên gazê û çekan
hatin. Di bûyeran de Þaredarê berê yê
Colemêrgê Metîn Tekçe jî di nav de 23
kes birîndar bûn. 2 birîndarên rewþa wan
giranbû jî sewqî Wanê hatin kirin.
- Li Sêrtê jî polîsan
mudaxele kirin û 2 kes jê bi giranî gelek kes
birîndar bûn. Birîndarên Ahmet Baltir û
Sosin Ozalp ku bi guleyên li bedena wan ketin bi giranî
birîndar bûn, þandin Amedê.
23 Adar: Li Navçeya Gever a
Colemêrgê jî polîsan mudaxeleyî
pîrozbahiyê kir Selîm Akbaþ, Raîf Îren
û Savaþ Babalitaþ ku gule li bedena wan ket, birîndar
bûn û ew sewqî Wanê hatin kirin. Îkbal
Yaþar ê 20 salî ku gule li singê wî ket jî,
jiyana xwe ji dest da.
Bîlançoya giran: 5 þehadet
VEYSÎ POLAT / DÎHA
AMED - Serokê Koma Meclîsê
ya DTP'ê Ahmet Turk û Wekîlê Serokê
Komê Selahattîn Demîrtaþ, ji bo ku di pîrozbahiyên
Newrozê de bûyer dernekevin, bi Wezîrê Karên
Hundir Beþîr Atalay re hevdîtin pêk anî û
Atalay jî soza "Wê talîmata pêwîst
bê dayîn" da, lê li gel vê yekê jî
li gelek deran xwîn hate rijandin.
Li navçeya Geverê Îkbal
Yaþar (20), Li Wanê Zekî Erînç (35) di
encama mudaxeleya polîsan a çekdarî de jiyana xwe
ji dest dan. Li Navçeya Gevera Colemêrgê Îkbal
Yaþar (20), li Wanê Zekî Erînç (35) di
encama mudaxeleya çekdarî ya polîsan de jiyana xwe
jidest da, 20 jê bi guleyan, bi tevahî bi dehan kes
birîndar bûn. Her wiha di roja arefeya Newrozê de
hêzên Sûriyeyê li Qamiþloyê êrîþî
pîrozbahiyên Newrozê kiribû û 3
welatiyan jiyana xwe ji dest da bû. Cîgirê Serokê
Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaþ, diyar kir ku hêzên
ewlehiyê di þûna bidawîkirina bûyeran de, bi
armanca kuþtinê tevdigerin û wiha got: "Birêz
Wezîr duh diyar kir ku ji ber bûyerên Wanê
xemgîn bûye, lê îro heman tiþtî li
Geverê kirin. AKP, hewl dide ku tansiyona ku bi çeteya
Ergenekonê bilind bûye, bi qetilkirina kurdan daxe."
Pîrozbahiyên Newrozê
yên îsal li Tirkiyeyê, li gorî salên
borî hem bi awayekî girseyî, hem jî bi bûyer
derbas bûn. Pîrozbahiyên ku bi biryara DTP'ê
di 13'ê adarê de li Amedê hatin destpêkirikn,
ev 10 roj in di serî de li bajarên herêmê, li
gelek bajarên Tirkiye û cîhanê bi coþ pêk
hatin. Ji bo ku di pîrozbahiyan de pirsgirêk dernekeve,
Parlementerên DTP'ê yê Mêrdînê û
Serokê Koma Meclîsê ya DTP'ê Ahmet Turk û
Parlamenterê Amedê û Wekîlê Serokê
Komê Selahattîn Demîrtaþ di nava hefteya borî
de Wezîrê Karên Hundir Beþîr Atalay li
meqama wî ziyaret kir. Demîrtaþ ku têkildarî
hevdîtinê agahî dan, ev tiþt gotin: "Me ji
Birêz Wezîr re got ku heke di dîrok û cihên
partiya me nîþan dane de pîrozbahî bêne
lidarxistin, pirsgirêk dernakevin, heke wiha nebe dike ku bûyer
derkevin. Wezîr Atalay jî got, 'Ji bo ku pîrozbahî
bê pirsgirêk derbas bibin, plana dê partiya we
çêbike gelekî girîng e. Em ê ji vê
yekê keyfxweþ bin. Ji bo ku bêbûyer derbas bibin,
ez ê ragihînim cihên pêwîst."
'Berpirsyar Hikûmeta AKP'ê
ye'
Selahattîn Demîrtaþ ku çû
Wanê û birîndar li nexweþxaneyan ziyaret kirin,
got ku rewþa birîndaran giran e. Demîrtaþ, anî
ziman ku birîndaran bi taybetî ji serî û
singên xwe gule xwarine û diyar kir ku berpirsyarê
mezinbûna bûyeran Wezîrê Karên Hundir
Beþîr Atalay û Hikûmeta AKP'ê ye. Demîrtaþ,
ev tiþt gotin: "Hêzên ewlekariyê ji
bikaranîna hêza zêdetir wêde, bi armanca
kuþtinê tevgeriyaye. Helwestek dijminahî heye. Li Wan,
Colemêrg, Gever û Sêrtê heman dîmen
hatin jiyîn. Tê fêmkirin ku mudaxeleyên dawî,
navendî ne."
Turk: Ev der Filistîn e Darfur e!
ENQERE - Serokê Koma Partiyê
ya DTP'ê û Parlementerê Mêrdînê
Ahmet Turk, xwest ku berpirsyarên bûyerên di
pîrozbahiyên li Wan, Sêrt û Colemêrgê
qewimîn de derketine, ji peywirê bêne girtin û
wiha got: "Heta Walî û Midûrê Ewlehiyê
ku vî gelê qetil kirine ji kar neyên girtin wê
çalakiyên me neqedin. Ger ku der barê berpirsyaran
de tu tiþtek neyê kirin, em ê van dîmenan nîþanî
hemû cîhanê bidin."
Civîna komê ya DTP'ê,
di bin serokatiya Cîgirê Serokê Komê û
Parlementerê Amedê Selahattîn Demîrtaþ de
pêk hat. Serokê Koma Partiyê ya DTP'ê û
Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk, di civînê
de axaftin kir. Turk, bûyerên ku di pîrozbahiyên
Newrozê de qewimîne û helwesta waliyan û
midûrên ewlehiyan, rexneyên tund kirin. Turk, diyar
kir ku kurdan mesajên cidî dane Tirkiyeyê û
cîhanê û wiha dom kir: "Gelê me, sekna
xwe ya azadiyê nîþan da. Hestên biratiyê,
daxwazên aþtiyê û pêþniyarên
çareseriyê careke din danî holê.”
Turk, li ser bûyerên ku di
pîrozbahiyên li Wan, Colemêrg û Sêrtê
di pîrozbahiyên Newrozê de qewimîn jî
rawestiya û wiha got: "Me ev dîmen, li Fîlîstînê
dîtin. Li Geverê polîsan jinek pîr ji malê
derxistin û bi copan lê xistin. Cenazeyê welatiyê
ku mir, bi dizî veþartin. We got qey wê gelê
Geverê li hemberî van tiþtan bêdeng bimîne?"
Turk, gotinên Serokwezîr
Erdogan ên wekî "Hûn PKK'ê wek terorîst
îlan nekin ez ê bi we re hevdîtin çênekim"
bibîr xist û got ku ev nêrîn li herêmê
di nav walî û midûrên ewlehiyê de deng
vedaye. Turk, helwesta Midûrê Ewlehiya Sêrtê
ku bi destê parlementerên DTP'yî negirtiye, wek
'bêperwatî' nirxand, bang li hikûmetê kir û
wiha pê de çû: "Heta Walî û
Midûrê Ewlehiyê ku vî gelê qetil kirine
ji kar neyên girtin wê çalakiyên me neqedin.
Ger ku der barê berpirsyaran de tu tiþtek neyê kirin, em
ê van dîmenan nîþanî hemû cîhanê
bidin."
Turk, diyar kir ku di pîrozbahiyan
de 500 kes hatine binçavkirin, 7 welatiyên birîndar
bûne di sekeratê de ne û 30 kes jî li
nexweþxaneyan têne dermankirin.
Heyeta DTP'ê hate Wanê
WAN - Piþtî ku li Wanê di
pîrozbahiyên Newrozê yên di 22'yê Adarê
de hatin lidarxistin de hêzên ewlehiyê mudaxeleyî
girseyê kir û di encama bûyerên derketin de
kesek mir, bi dehan jî birîndar bûn, heyeta DTP'ê
ku ji Parlamentera Amedê Aysel Tugluk, Þaredarê Bajarê
Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Þaredara Baglarê
Yurdusev Ozsokmenler, Þaredarê Yenîþehîrê
Firat Anli, Þaredarê Erxenê Nadîr Bîngol,
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Necdet Atalay
pêk tê hate Wanê û lêkolîn kirin.
Heyet dê piþtî lêkolîn temam bûn bi
daxuyaniyekê nêrîna xwe ya li ser bûyeran
aþkera bike.
Li aliyê din duh li gelek bajar û
navçeyên bakurê Kurdistanê bi daxuyanî
û meþên girseyî teroro dewletê ya li hemberî
gelê kurd hate þermezarkirin.
This entry was posted on 26-03-2008 11:41. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 26-03-2008 11:41 Views: 92
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 92