• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mal arrow Polîtîka arrow 'Bila bibe qasidê aþtiyê'
'Bila bibe qasidê aþtiyê' Binivîse E-posta
 
heyet-dtp-basur-talabani.jpgAYÞE OYMAN -ADNAN MUSTAFA / DÎHA

SILÊMANÎ - Heyeta DTP'ê ku ji bo têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd hevdîtinan bike çû Herêma Kurdistana Federal, bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtin pêk anî. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku piþtî hevdîtinê daxuyanî da, diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd Tirkiye ye, lê ji bo çareseriyê peywir dikeve ser milê siyasetmedarên kurd ên li welatên din jî dijîn.

Heyta DTP'ê li Silêmaniyê bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re li mala wî hatin cem hev. Di hevdîtinê de ji bilî Talabanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û rayedarên YNK’ê yên payebilind jî amade bûn.


Li ser rola siyasetmedaran axivîn

Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, diyar kir, ji bo ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke bêpevçûn dest pê bike û ev pêvajo veguhere pêvajoyeke demokratîk xebatan dimeþînin. Turk, destnîþan kir ku divê kurd bi awayekî azad xwe îfade bikin û wiha dom kir: "Di vê mijarê de jî hêvî tên kirin. Ji bo pêvajoyeke nû, em ketin nava hewldanan. Divê pirsgirêka kurd veguhere pêvajoyeke demokratîk." Turk, bal kiþand ku cihê çareseriya pirsgirêkê Tirkiye ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê yekê em dibêjin divê pirsgirêk bi hêzên navxweyî bê çareserkirin. Em di cîhaneke ragihandinê ya hemdem de dijîn. Siyasetmedarên kurd ên di nava siyaseta demokratîk de têdikoþin jî, li kîjan welatê cîhanê bin bila bibin, dikarin roleke ku tevkariyê bide aþtiyê bilîzin. Ji bo vê yekê em di wê baweriyê de ku divê zêdetir hewldan bên dayîn."


‘Kurdan pir êþ kiþandine’

Turk, daxuyand ku divê Tirkiye di nava nêzîkahiyeke ku kurd û gelên din hembêz dike de be û got ku ev yek dê tevkariyeke girîng bide aþtiya Rojhilata Navîn jî. Turk, da zanîn ku Rojhilata Navîn herêmeke hesas e û derbirî ku divê pirsgirêkên herêmê di çarçoveya esasên demokratîk de bên çareserkirin. Turk, bal kiþand ku li Rojhilata Navîn herî zêde kurdan êþ kiþandine û wiha pê de çû: "Berdewama vê pêvajoyê dê li Tirkiyeyê pirsgirêkên cuda bîne rojevê. Mînaka Sakaryayê hate dîtin. Di vê mijarê de berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me û rayedarên dewletê. Hewce ye ku em ji bo pêþveçûna refleksên demokratîk bixebitin. Me fikra xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkê ji Birêz Talabanî re ragihand. Ji bo vê yekê me ji birêz Serokomar alîkarî jî xwest."


'Dê hewldanên me bidomin'

Turk, da zanîn ku dê hevdîtinên wan ên bi Talabanî û rayedarên kurd re di pêþerojê de jî bidomin û wiha axivî: "Em ê hewl bidin ku hevkariyeke hêzên demokratîk ava bikin. Hewldana me heye ku hevkariyeke ku hevdîtinan pêþve bibe, ava bikin. Pêdivî bi pêvajoya aþtiyane heye. Ji bo ku vê nîqaþ bikin û yekitiya hêzê ava bikin, em li ba hev in."

Li ser pirseke têkildarî helwesta Talabanî ya li hemberî PKK'ê Turk wiha bersiv da: "Divê pirsgirêk bi hêzên navxweyî bê çareserkirin. Ya girîng ew e ku ev pirsgirêk dê çawa bê çareserkirin. Em ê vê pêvajoyê çawa pêþve bibin e. Birêz Talabanî jî, anî ziman ku pêvajoyeke aþtiyane û mayinde bibe, ew amade ne. Got ku dema çareseriya çekdarî bi dawî bûye û ew ê piþtgiriyê bide kesên ji bo pêþvebirina polîtîkayên demokratîk dixebitin."



Parlamento ziyaret kir

HEWLÊR – Heyeta DTP'ê ku ji bo têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd hevdîtinan bike çû Herêma Kurdistana Federal, çû serdana Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku piþtî hevdîtinê daxuyaniyek da, wiha got: "Em dibêjin bila pirsgirêka kurd bi hêzên xwe yên navxweyî çareser bibe." Heyeta ku çû serdana Parlamentoya Kurdistana Federal, ji aliyê Serokê Parlamentoyê Ednan Muftî, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Parlamentoyê Arîs Abdullah jî di nav de gelek parlamenteran ve hate pêþwazîkirin. Li odeya meqamê ya Serokê Parlamentoyê Muftî, hevdîtinek bê çapemenî pêk hat. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, piþtî hevdîtinê daxuyaniyek da. Çapemeniya ereb û tirk jî eleqeyek mezin nîþanî daxuyaniyê da. Turk diyar kir ku ji bo nêrînên xwe yên der barê çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd û siyasetê de parve bikin, bi endamên parlementoyê re hevdîtin çêkirine.


09-05-2008 10:34   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 09-05-2008 10:34  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment. Last update on 09-05-2008 10:34
Views: 49
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;