Hengame ye, kesê hay ji kesê nîn e, kî bêhtir diranên xwe bisikirîne û dengê xwe bêhtir rake, ew derdikeve pêþ; þuûr ketiye bin piyê û lingan, kes pûkê pê nake. Tirkiye di lîtava sînoran de geh qoçê li lat û zinaran dixe, geh jî bi siya xwe re þer dike… Hewar û ferman e! Artêþeke mezin a modern, bi hewa û erdê, (û binerdê –ew jî kurmê darê ye), bi top, tang û teyaran bi ser çiya û zinaran de dibare. Dibêjin, zindewarekê nehêlin li van deran, bigirin, serjê bikin, bi dev û diranan dar û beran dikeritînin…
Xwê dixwin avê bi ser de nakin…
Wê çi bibe gelo?
Serbaz û serdar li qesr û koçkên Hikûmetê li hev tên û diçin, dinijinin, diherifînin; yek gotin ji devê wan derdikeve, ‘Dest bihelînin, lêxin, serjê bikin…!’
Þuûr nemaye…
Gelo þuûr nemîne heke, (tovê –heke-yê heta niha hêj jî nehatiye çandin) ka em ê çawa vê meseleyê safî bikin…
Hengame ye, her yek ji aliyê xwe ve qoçekê lê dide; jixwe nîveka þerî gef û gur in, Mam Celal dibêje, ‘ez elokekê (biborin wî gotibû pisîk) jî nadime we,’ tirk dibêjin, ‘wey nanheramo,’ Kak Mesûd dibêje, ‘Heke bêne ser me manê dest û piyê me girêdayî nîn in’, tirk dibêjin, ‘jixwe kurê babê ye, eynî kevanî dikêþe –xaîno,’ PKK dibêje, ‘Waweylê, hêj eve lê lê ye, hêj maye lo lo; hêj me agirbest betal nekiriye heke hato me betal kir, be!’ tirk dibêjin, ‘me qira wan anî lê 8 leþkerên me berze ne’ (piþtî HPG’ê navên wan aþkera kirî ev daxuyanî hate piþtrastkirin)
Bi çep û rast ‘þerekî bel û beloq’ li holê ye.
*
Aliyê dî yê awêneyê çi heye, em piçekî jî li wê binêrin; civak dikele, tirk (xelkê sivîl) xwê dixwin avê bi ser de nakin, heta niha hinek camêran (qelemþorên qerase yên tirkan) DYA jî di nav de hemû dinya kiriye ‘terorîst’ ji bilî wan hema bêje bi çavê wan her kes ‘neyar’ e.
Bêyarî, min bawer nedikir wisa zû dê ‘þuûr’ ji nav civakekê bifire û wisa zûka her kes (civaka tirkan) þûrê xwe ji kavlanî bikêþe û dakeve meydanê… Heçko di vê meseleyê de ‘elokek’ heye bes çi ye ez nizanim…
Ji nav hevokên rayedaran ên fermî gotinên jiberkirî yên resmî tiþtên balkêþ derdikevin pêþ; hema bêje kî rabe ewil li gotina ‘birlik ve beraberliðimiz’ (yeketiya me) –ew bi xwe jî nizanin behsa kîjan yekitiyê dikin- dest bi axaftina xwe dikin, piþtre bi ‘lê’yeke qelew didomînin, ‘terörle mücadelemiz’ (têkoþîna me ya bi terorê re) jî mebesta xwe didin der. (Jixwe ‘teror’a ew besh jê dikin ‘kurd’ bi xwe ne) Berdewama axaftinê jî ‘lêxe, bikuje, bêdeng bike, nehêle ku kurd biaxive, nehêle kurd bifikire, siyasetê bike, wî mecbûrî çekê bike, piþtre jî mohra –terorîst- lêxe û pêpes bike’ û hwd.
Dûre behsa þuûr û aqilê selîm tê kirin, ‘xweþ xeber e lê kerê kurê kerî jî ne bawer e’ ma mirov dê bi ya çavên serê xwe dibînin bawer bikin an bi ‘aqilê we yê selîm’!
Cihê mixabinê ye, þuûra civakê nemaye, agir bi dehl û daristanê ketiye ter û hiþkî diþewitîne, çapemeniya resmî û ya neresmî þûrê xwe kêþaye, rast û çepên vî welatî bi hev re diþewitin.
Xuyaye, gora feqîr û hejarên vî miletî tê kolan, ne xema wan e, yên diçin, di navberê de winda dikin; kesên sivîl, feqîr û zarokên xelkê ne.
Wekî dayik û dapîrên me dibêjin, “Xwedêyo, tu þuûrê bide vî miletî, tu avekê bi vî agirî dake.” Bo me kurdan tifaqî, bo tirkan jî þuûr divê; gotina dawiyê bila îro bête gotin, hêj jî em dikarin silavê bidin hev û bi hev re biaxivin. Roja sulh û selahetê ye!
This entry was posted on 24-10-2007 08:56. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 48 time. You can leave a comment.
Last update on 24-10-2007 08:56 Views: 673
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 673