Tang, teyare, top û eskerekî
boþ ê xwedanê cebilxaneyên giran; qor bi qor, ref
bi ref, di vê zivistana berbiharê de li ser serê
zarokên kurdan dibarin. Niyet xirab e, dibêjin em ê
quncikê çiyayekî jî nahêlin bo kurdan
ku ew lê wekî ‘kurd’ bimînin, niyeta wan ne ya
xêrê ye; qaþo dê ‘tavê’ -navê
herekata xwe guneþ/tav-daniye ya- hilbînin ser deverên
roj jê hiltavêje…
Lê ya rastîn niyeta wan
‘tarîkirina roj=tava kurdan e.’
Dûkêl daye ber devê
kewarê, mêþ ariyaye, agir bi dehmana çiya û
berdolan ketiye; hilêxe kurdino, þer e ser me, þer giran e!
Çiya û newal, gelî û
berdol deng vedidin, kobra, skorsky, remil dikin, direþînin,
diþewitînin hiþk û terî, dar û berî,
li çiyayên Kurdistana rengîn pezkozî
nehiþtin, jîngeh tarûmar bû, zarok newêrin
li gundên piþt çiyê serê xwe deynin ser
balgîvê xwe ji tirsa top û teyaran.
Artêþeke giran a modêrn li
aliyekî, li aliyê dîtir lawên þêran,
têjikên pilingên çiyayî, keç û
lawên gundî û feqîrên -Tirk kurdan wisa
pênase dikin- vî miletê ku bi hezaran salan e
bindest e, gerîlayên kurd û Kurdistanê!...
Þer e hevalno, þerekî giran e!
Þerê man û nemanê
ye…
Roja xîretê ye, dawiya
‘gotinê’ hatiye/anîne, dirindeyî û
bêþiûrî bûye þûrê destê
Dewlet û Hikûmeta Tirk. Çiya û baniyên
Kurdistanê di bin mij û dûmana bafirokan de
dinalin, gelî bi xwîna law û gêncên
nûgiha sor bûne; lêkdan e, þer e bira, þerê
man û nemanê ye; þerekî giran e li ser serê
kurdan.
Îro Qendîl wekî
Dimdimeke modern li ber sînga top û tang, zerîpoþ
û bafirokan li ber xwe dide, erê, karê me kurdan e
berxwedan; ma ji qesta nehatiye gotin, “Berxwedan Jiyan e!”
Dewlet dibêje, ‘Asî ne,
þaqî ne’ çi heq û hiqûq, maf û
edalet ji wan re nîn e, berdinê, bigirin, bikujin, ser jê
bikin; dibêjin, law û keçên ‘hov in’ ew
ne mirov in, berdinê; wekî ‘gîskê gurî’
wekî ‘wehþê mirar’ nêzî ‘jiyanê’
nekin…
Jiyan ji bo me kurdan bûye agir û
kuþtin, top û topbaran, ka roja li me hiltînin qey ev
agir û kuþtin e!?
Qewimî ye hevalno, îro,
roja lêkdanê ye, roja xîret û namûsê
ye. Diviya kurd serþorî û çavþoriyê qebûl
nekin, bi hev re, mil bi mil, dil bi dil, ji bo heyî û
neyiya xwe hilêxin û ji bo maf û heqê xwe
herine pêþ.
Çi Bakur çi Baþûr
diviya kurd bibin xwedanê eynî gotin û þor, ji bo
heq û edalet, azadî û serbestiyê, ji bo
rûmeta însanetiyê tiþtê ji destî bê
qet texsîr nekin; þer e bira, þer giran e!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 28-02-2008 08:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 19 time. You can leave a comment.
Last update on 28-02-2008 08:24 Views: 364
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 364