Em li welatekî ecêb dijîn; nizanim ev ji
ecêbiya xoyê vî welatî ye, an jî ji ecêbiya mirovên wî, lê ya rast ew e ku vê
pêlê em hemû (ter û hiþk; kurd û tirk) di nava qerqeþûnekê (min ev peyv ji kekê
Medenî Ferho deyn kir bila min bibexþe) de ha qoçê li dîwaran didin ha destê xwe
bi hefk û qirika hev dialînin. Hema em li ser pilê ne, kî keysa xwe bibîne dê
tozê ji yê dîtir rake… Cihê mixabinê ye, ku van rojan dîsa em ji her tiþtî
bêhtir behsa ‘kuþtin û lêdanê’ dikin. Fîrmayên alafiroþ li Tirkiyeyê bûne
milyoner, kurdên li metropolan bûne ‘gîskê gurî’ (ji bo kesê/a bi nexweþiyeke
vegir bikeve û wî/wê ji civakê îzole û veder bikin tê gotin) bûne nêçîra ber
devê guran…
Civata Tirkiyeyê þuûra xwe berze kiriye;
heke na, ev çi ye, di yarîgehên futbolê de, bi taybetî jî bi ser gogbazên
biyanî (yên brezîlyayî wek Lincoln
û Roberto Carlos ku qet hayê wan ji derdê kurdan nîn e) radibin reklama (gil û
gazinên ji kurdan) xwe dikin û ava serê kurdan (ava þowarê) germ dikin. Jixwe
cedele û devjeniya di navbera teknîkdîrektorê Galatasarayê Feldkampê alman
(camêrekî biaqil e û futbolê ji bo futbolê dike) û kevnehakem Erman Toroglu de
jî ji bo îbretê alem mînakeke gelekî hêja ye.
Heçî çapemeniya tir(e)k e, þûr ji kevlanî
kêþaye; -haþayî huzûra we- agir bi qûnê ketiye, pelgesk di destan de ye, agirî
têk vedide; milet jî safosaf li ser rûdine, kes awêneyê nazivirîne rûyê xwe,
agir bi dehl û daristanê ketiye ter û hiþkî bi hev re diþewitîne. Mizê vê
dikeve destê kê, ‘ne-diyar e’; ya rastî, ron û aþkera ye lê her ji çi be,
nizanim, lê vê pêlê kes newêre pê li dûvê ‘rastiyê’ bike (ev rastî diþibe
pisîka Talabanî) belkî ji ber vê jî her kes li vê ‘rastiyê’ ji nedîtî ve tê.
Pelgesk wekî ‘þeytanê depik’ (bapîrê min
digot wezîfa vî camêrî ew e, gava ku camêrek ji pê ve –haþayî huzûra we-
destava xwe ya zirav xweþ dike depikê xwe dide ber da ku pirçikên mîzê bipekin
ser camêr û bênivêj bibe) di destê çapemeniya kartel de karê têkvedanê dewam
dike. Her roj ji bêhtirê nîv saetê nûçeyan ji bo þarandin û harkirina hestên
antî-kurd a civakê têne veqetandin. Hema li ser pilê ne; hin bi tahm têxin, hin
dramatîze dikin, carina mirov dibêje qey aha qiyamet bi ser serê me de rabû.
Gef û gur li hewa difirin, dijûn û çêr wekî teviya baranê bi ser kurdan de
dibarin.
Hewar û bêlome!...
Dibêjin ya, ecêba ser ecêban heye, nimûneyek
ji vê jî qelemþor û qelemþûrên tirk in. Pêkol û destkola ew pê ketine, serbarî
gelekî ji barî girantir dike; hemû riyên serwextî û têgihîþtina ji hev asê û
asteng dikin. Wisa ne, xwê dixwin avê bi ser de nakin. Belkî we xwendibe,
xanima xas-tirk Guler Komurcu (qunciknûsa Akþamê ye) rika xwe negirtiye û
rabûye gazinên xwe ji ‘bêdengiya’ dewletê kiriye ku çima dengê Azadiya Welat
nabire; bêlome, bi ser de jî rabûye gotiye, camêran (yanî behsê me dike ha) gef
li min xwarine ji ber ku min pê li dûvê ‘wan’ (behs em in) kiriye.
Bêlome, dubare û sêbare bêlome, nizanim
lomeyan ji çi bikim, dibêjim qey vana aqilê xwe bi nan û penêr xwariye,
þehatiya aqilî di serê wan de nemaye. Heke na, wê demê, ka hela em bifikirin,
berê me ber bi ku ye? Ev devjenî û þerê bênivêj (encama pirçikên depikê Þeytanê
depik) ji bo çi ye, ka çi miz û dohn pê bi dest dikeve, kî pê qelew dibe?
Vê pelgeskê ji destê xwe derxin, vî agirî
bi hev re vemirînin; çi ku, êzingê vî agirî –mixabin- em û hûn in. Hêj jî
gotineke me heye, we got çi!?
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 01-11-2007 07:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 49 time. You can leave a comment.
Last update on 01-11-2007 07:39 Views: 602
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 602