Nadîde, peyveke binyad-kurdî
ye û her wisa em û cîranên me faris vê
peyvê mužterek -bi hev re- bi kar tînin. Nadîde,
ji bo tižtê nedîtî, an jî pir kêm tê
dîtin, yanî tižtê kêm bi ber çav
dikeve tê gotin. Jixwe ji ber vê xisleta xwe jî ew
tižtê nadîde hin li ber dilê mirovî žirîn
dibe û mirov lê digere; an jî li dûv diçe.
Nadîde, rakêž e. Li dûv
xwe dibe. Bi nav pêlên xwe wer dike û ji yê/ya
lêger re dibe keser, dibe kul û wekî kurmekê
dikeve hiž û jêrhiža wî/wê. Em vê
reftarê wek ‘meraq’ pênase dikin û meraqdar jî
ew kes e yê ku dibe nêçîrvanê
nadîdetiyê û žev û roja xwe ji bo
peydakirina wê dimezêxe.
Çimkî, bi dûvçûn
û lêgerîna nadîdetiyê kesê lêger
êdî dibe xwedan nasnavekî xweser û êdî
bi pênaseya lêgeriya xwe tê çav. Ev jî
awayekî derbirîn û xwenasîna însên
e.
Em mijarê piçekî
dîtir hilxepêrin: Hûn rastî dîmenekê
tên, heta wê rojê we ev dîmen qet nedîtiye,
ji ber vê jî, hez û tehma dîtina wê we
mest dike û hûn dibin bengî û heyranê
wê. Ji vê kêlîkê pê de, êdî
ev dîmen ji bo we ‘nadîde’ ye, wek fotografeke xweser
û pir spehî di hižê xwe de we resmandiye jî.
Êdî bi temažekirina wê hûn mendehož dibin û
tameke pir xwež jê digirin.
Niha belkî hûn di dilê
xwe de digerînin û dibêjin, “Heyran, ka em ê
ji ku bibînin wan dîmenên nadîde, jixwe
jiyanê em wekî lavlavk û daralînkekê
pêçane, em ji xwe wêdetir hema her di metregožeyên
monotoniya jiyana xwe ya ruhsar de gêjevankê dikin û
ji xwe ber bi bi xwe tên û diçin…”
Bahane, darkokê serê
xwedanî ye –biborin rastiya vê biwêjê
cudatir e, (Zimanê dirêj darkokê serê xwedanê
xwe ye) lê min vê carê teqle lêda û ew
wekî ‘bahane darkokê serê xwedanî ye’
veguhast. Çimkî, asoyên me yên meraqdariyê
her tim li kendalên bahaneyan wer dibin û ev çend
dibe sedem ku em di jiyana xwe de xwe zindanî bikin û
nikaribin ji xwe bi wêdetir bikevin nav liv û bizavê.
Yanî, em bi xwe dibin qesasê serê ‘afrînerî
û hilbêriya’ xwe.
Pižtî vê kurtebêjê
tême ser mebesta xwe. Ji bo ku mirov rastî dîmenên
nadîde bê, an jî ji bo ku mirov wan dîmenên
nadîde bikaribe bibîne û bi wan bihese ne hewce ye
ku mirov bibe gerokê dinyayê û wekî derwêžekî
bihost bi bihost li cîhanê bigere. Naxêr, hema
birûnin û di nav gerdûna xwe ya hundirîn de
gežtekê bikin: Her roj hûn di vê cîhana
mezin de bi berbanga sibê re tîrêjên rojeke
nû hembêz dikin ku giyan û bedena we pê ronî
û germ dibe, her roj, bi dehan dîmenên xwežik –lê
ji ber ku hûn li wan nanêrin nabînin- li ber çavên
we xwe nû dikin...
Yanî, bi kurt û kurmancî,
hûn biçin kî derê jî, ya ku hûn
ê bibînin û ya ku hûn ê seh bikin,
težedan û rengvedana di hiž û bîra we de ye.
Yanî, di neynika xwe re hûn çawa bixwazin lê
binêrin ya ku li we vedigeze tenê ew e, nexwe ya heyî,
dîmena her roja nû nadîde ye û her roja nû
xwedanê bi hezaran mucîze û raz û siran e.
Ji bo vê diviya hûn bibin
kažîfeke/î žareza û bi wê žarezatiyê
berê xwe bidin dîmenê: Dîmena herî
zelal çirûska ji çavê we, kenê li ser
lêvên we ya bêtirs û bêpîne ye.
Li xwe binêrin, dîmena herî nadîde ew e. Yanî
hûn bi xwe ne. Ma ne wisa ye!?
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 24-04-2008 08:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 24-04-2008 08:59 Views: 140
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 140