• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Ahmet Aktaþ arrow Bi (ber)çavê sêyem 'em'
Bi (ber)çavê sêyem 'em' Binivîse E-posta
 

Gava fîlozofê navdar Kant digot, “Em ji bo ku hevdu tênegihêjin û jiyanê ji hev re asê û zehmet bikin her tiþtî dikin…” belkî me gelekan di dilê xwe de gotibe, “De here lo!” Lê, ya rastîn jiyan tecrûbe ye û serhatiyên însanan jî encama wê ne, ku dawiyê vê gotinê diçespînin.

Em, ji çêkirin û pêkanînê bêhtir, pêkolê dikin ku jiyan wisa bibe ku êdî mirov nikaribe tehemulê pê bike û bi yek gotin, þev û roja mirovî li mirovî bibe zerdav (min neceribandiye lê dibêjin celebekî jehrê yê kujer e)

Ji kerema xwe, piçekî bîr û hiþê xwe jêk daweþînin; li herzêl û jêrhiþa xwe gerekê bikin, ka hûn ê di awêneya demê de xwe li kî derê bibînin!... Bi hêsanî hûn ê bibînin ku we ji bo ku jiyana xwe asê û aloztir bikin çu tiþt nemaye ku nekiriye; yanî, rik û înada we hûn li kendalan wer kirine û di çiravên jiyanê de gevizandine; we bi destê xwe jiyana xwe ji xwe re kiriye doj û cehemen û rê li ber xwe berze kiriye…

Ev ji bo kes û civakan eynî ye.

Wê demê em piçekî dîtir daw û dehmena mijarê hildin jorî û ber bi namahremiya mijara xwe ve biçin. Em ji taxa jorî berê xwe bidin ya jêrî û li wê derê mebesta xwe bidine der; berî her tiþtî divê em li xwe mukir bên ku em ji aloziyan hez dikin, em çareya derdê xwe di wê de digerin û hewl didin keysa xwe bi seqaya mij û moran bînin û bi vî lewnî nêçîra xwe bikin. Ev paradoksa me ye û li gorî min, ji ber vê jî her ku diçe em ji xwe re jiyanê zehmetir dikin (bo giþtiya însanan wisa ye). Belkî jî, bi riya zehmetiyê em li çare û dermanan digerin; yanî aliyê me yê mazoþîst (kesên bi êþandina can û bedena xwe dilê xwe geþ dikin) giraniyê dide aliyê me yê melankolîk (camêr û canjinên destjixweberdayî) û pêkve protîpeke arabesk tînin pê.

Ev nexweþiya însanê –me- (behs jê civaka em tê de ne) ya vê serdemê ye.

Gotinek di bîra min de maye, dibêjin, “Çu artêþ û hêza mezin nikare rê li ber fikra ku kemilî ye û dema wê hatiye bigire”, heke em vê çendê wek prensîbekê qebûl bikin, wê demê, em dikarin bi dilekî rehetir berê xwe bidin taxa jêrî û daw û dehmenên rastiyê hildine jortir. Her ku diçe ling û taþik rûs û tazîtir dibin. Em nêzî ‘hedefê’ ne.

Hedefa me ‘em’ bi xwe ne; em ê hilxepêrin ka çima em –wek nifþê însan- ew çend bengiyê hindê ne ku jiyanê ji xwe re (ji hevdu re) dikin jehr û zuqim û her tim hestiyê hev dikojin… Bo nimûne, em kurd çima tenê di þert û mercên man û nemanê de têne nik hev, çima heta ku kêr negihêje hestî tiþtek (hûn dikarin vê wekî aktîvîteyeke zanyarî, çandî, hunerî û wêjeyî têbigihêjin) nikare me bîne ba hev; mesela, li þûna þert û mercên giran (wek xweþmêrî û lehengiyê) çima em di þert û mercên normal de, ji bo ilm û zanistê nayên nik hev û wekî pejanê bostanekê mil nadin hev? Çima tenê xwîn û rondik dê me bîne ba hev; çima piþtî ku me jiyan ji hev re kire meydana man û nemanê em dê hewcehiyê bi hevgirtinê bibînin?

Em belkî nikaribin bersiveke tekûz ku dilê me xweþ bike û hizra me geþ bike ji ‘van pirsan’ re peyda bikin, belkî hema tenê bibêjin, ‘ji xoyê me ye’ (kurmê þîrî heta pîrî) lê, dibe ku hinek ji me jî bêjin, ‘sedemên kûr û cidî hene; yên sosyo-polîtîk, ekonomîk, dîrokî, cografî û hwd’ lê dîsa jî em ê tam pê qayil nebin û dê pirsek her li goþeyeke hiþê me bimîne, “Em ê her meraq bikin, ka li bin vê daw û dehmenê çi veþartiye.”

Em daw û damenê piçekî dîtir jî hildine jorî û piçekî dîtir jî ber bi ‘hedef’a xwe ve biçin. Ka piçekî di nav hiþê xwe re biçine xwarê; bifikirin, di bin xwezî û dûvçûna xwe de em kîjan pêdiviya ‘ego’ya xwe tînin cih, em li dûv çi ne? Di bin her liv û bizava me de çi heye, em ya rastîn li çi digerin û daxwaza çi dikin? Her ku em ji xwe re rewþên kaotîk peyda dikin, esas, em kîjan kêmasiya xwe serpeçûm dikin û kîjan fobî û tirsa hundirê xwe dinuxumînin?

Ka ji kerema xwe, bi çavê sêyem, li xwe binêrin!... Hemû kiras û dehmenan ji xwe bikin û hemû barê hizr û bîra xwe daweþînin, rût û tazî wek uryanekê werin ber awêneya ruhê xwe, hûn çi dibînin niha?

We xwe nas kir?!

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
15-11-2007 07:43 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 15-11-2007 07:43. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 35 time. You can leave a comment. Last update on 15-11-2007 07:43
Views: 638    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;