• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
10
gulan
Mal arrow Mal arrow Nûçe arrow Êlih xwedî li þehîdê xwe derket
Êlih xwedî li þehîdê xwe derket Binivîse E-posta
 
elih-sehid.jpgÊLIH - Cenazeyê Mehmet Selîm Kurt ê HPG'î ku li çoltera navçeya Hezex a Þirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li Êlihê ji aliyê sedan kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Memhet Selîm Kurt (Çekdar) ê HPG'î ku di 4'ê Sermaweza 2007'an de li Geliyê Cehenemê yê gundê Hestpista Hezexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yavuz Selîm a Êlihê ji aliyê sedan kesan ve hate definkirin. Piþtî nimêja cenaze ya li Mizgefta Huseyniye, darbesta Kurt bi alên Konfederalîzma Demokratîk û flamayên kesk, sor û zer hate pêçan û ji aliyê sedan kesan ve ber bi Goristana Yavuz Selîm ve hate birin. Di meþê de bênavber dirûþmen, “Ocalan”, “Kujer Erdogan”, “Tolhildan, tolhildan”, “Þehîd namirin”, “PKK gel e gel li vir e”, “Em ê derkevin çiyan û hesabê bipirsin”, “Ey þehîd xwîna te li erdê namîne”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Lêxe gerîla lêxe Kurdistanê ava bike”, “Deþta Êlihê hêlîna Apociyan”, “Tolhildan PKK”, “Birêz Ocalan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Kurdistan dê ji TC'yê re bibe gor”, “Kî ne em, Apocî ne em” hatin berzkirin.


'Bila ne gerîla ne jî leþker bimirin'

Piþtî meþê cenazeyê Kurt bi sloganan hate definkirin û piþtre dua hatin xwendin. Piþtre Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'a Êlihê Mehmet Þîrîn Tekîk, axaftinek kir û wiha got: “Ev 30 sal in li herêmê þerekî çepel tê meþandin. Di pevçûnan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin ku di operasyonan de leþker û gerîla bimirin. Divê di zûtirîn demê de aþtî pêk bê.” Xwîþka Kurt Selîme Turgut jî ev tiþt gotin: “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî di riya þehîdê xwe de bimeþin.” Piþtî merasîmê girseyê wêneyên Kurt danîn ser gora wî. Piþtî merasîmê nêzî 500 ciwan bi alên Konfederalîzma Demokratîk û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meþiyan. Piþtî demekê girse belav bû. Li Taxa Yavuz Selîm polîsên hêza çevîk jî tedbîrên berfireh girtin.


Berê cenaze nedabûn malbatê

Cenazeyê Mehmet Selîm Kurt ê HPG'î ku di 4'ê mijdarê 2007'an de li herêma Cehennem Deresî ya gundê Golbaþi ya bi ser navçeya Hezexa Þirnexê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji det dabû, ji bo pêkanîna testa DNA nedabûn malbata wî. Piþtî daxuyandina testa DNA malbat Kurt ji bo girtina cenaze hate Hezexê û serî li dozgeriyê da. Piþtî serlêdanê, cenazeyê Kurt ku li gundê Arabanê hatibû definkirin, anîn Êlihê. Dayika Kurt ê HPG'î Nafiye Kurt, destnîþan kir ku keçek wê û 2 kurê wê di girtîgehê de ne û wiha got: “Ez bi zarokên xwe yên di têkoþîna azadiya gelê kurd de cih girtine serbilind im. Ev gel ji bo ku azadiyê dixwaze di zîndanan de tê pelçiqandin û kuþtin. Bila êdî dayikên kurd û tirkan rondikên çavan nebarînin. Êdî bes e, wê heta kengî ev înkar û þer bidome.”


26-03-2008 11:28 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-03-2008 11:28. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 26-03-2008 11:28
Views: 77    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;