ERZIROM - Fettah Karataþê ku li
GirTîgeha Tîpa H ya Erziromê dimîne bi hinceta ku axaftina bi
kurdî qedexe ye nikare dayika xwe de bi telefonê bi dayika xwe re
biaxive. Fettah Karataþ di nameya xwe ku ÎHD’ê re þandiye de
rewþa ku tê jiyin bi gotinên “li vir telefon bûne tirkî”
îfade dike. Fettah Kartaþ ev salek e ji bo ku bikaribe bi dayika
xwe de bi telefonê biaxive daxwaznameyê dinivîsîne. Lê
daxwaznameyên wî bi hinceta ku di telefonê de axaftina bi kurdî
qedexe ye tê redkirin.
Tirkiye di platformên navneteweyî de
her çiqas dibêje ku li Tirkiyeyê axaftina bi kurdî serbest e û
li hemberî kurdî tu astengî nîn e jî ev yek ne rast e.
Li ser kurdî qedexeyên giran û
derveyî mirovahî didomin. Bi taybetî jî li girtîgehan girtî
nikarin bi malbatên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Mafên wan ê
hevdîtînê û axaftina bi telefonan têne astengkirin û
qedexekirin.
‘Telefon bi tirkî ne’
Girtiyê bi navê Fettah Karataþ bi
nameyekî serî li ÎHD’ê da û alîkarî xwest. Karataþ di
nameya xwe de wiha got: “Li vir ev salek e telefon bûne tirkî. Di
malbata min de gelek kes tirkî nizanin. Dayika min û bûka me qet
tirkî nizanin. Ew tenê dikarin bi kurdî biaxivin. Lê tê gotin ku
li gorî qanûnan kesên ku bi tirkî nizanin nikarin bi telefonê
biaxivin. Ev salek e ez ji bo ku bikaribim bi dayika xwe re biaxivim
daxwaznameyan dinivîsînim lê her carê ev daxwaza min tê red
kirin.
Girtiyan hikûmet hiþyar kir
AMED - Li ser navê girtiyên PKK’î
û PAJK’ê Denîz Kaya der barê tecrîda dermirovahî ku li
hemberî Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan û zext û zordariya li
ser girtiyan tê meþandin daxuyanî da. Kaya got ku heke dewleta
Tirkiyeyê dawî li van pêkanîna neyne, wekî girtiyên PKK’î û
PAJK’ê wê têkevin nava liv û tevgerê û berpirsyarê vê yekê
jî Hikûmeta AKP’ê û Wezareta Dadê ye.
Denîz Kaya der barê rewþa girtîgehan
de daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê. Kaya, di daxuyaniyê de
diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê li hemberî tevgera azadiyê konsepta
tunekirinê daye destpêkirin. Kaya, diyar kir ku li ser Rêberê
KCK’ê Abdullah Ocalan îþkenceya fîzîkî þidandine û wiha
got: “Li aliyekî tecrîdê kûr dikin û li aliyê din jî
îþkenceya fîzîkî û derûnî li ser Ocalan dimeþînin. Her wiha
ji bo Ocalan kanûnên nû derdixin û dixwazin dengê Ocalan
bibirin. Bi vê yekê re li hemberî tevgera azadiyê þerê
tunekirinê daye destpêkirin. Tirkiye piþtî di þerê Zapê de
têkçû, vê carê gelê ku Ocalan û tevgera azadiyê diparêzin
wekî terorîst îlan dike.”
Kaya destnîþan kir ku Tirkiye di qada
navneteweyî de dibêje kurdî serbest e û di rastiya xwe de kurdî
qedexe dike. Gelek hevalên me yên dîl ji ber ku kurdî axivîne
rastî ceza û lêpirsînê tên. Mafê xwezayî ku her mirov dikare
bi zimanê xwe biaxive tê astengkirin. Rojname, kovar û pirtûkên
kurdî nahêlin ku têkevin girtîgehê.” Kaya, bi bîr xist ku li
hemberî girtiyan êrîþên hovane pêk tînin û wiha dirêjayî da
axaftina xwe: “Ocalan ku ev 10 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de
tê girtin bi pêkanîn dermirovahî re rû bi rû dimîne. Divê
heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê û pêkanînan bi çavê xwe
bibînin. Her wiha hemû daxwazên hevalên me bi awayekî keyfî tên
astengkirin. Li dijî daxwaziyên me helwesta wan tund dibe. Em
helwestên bi vî rengî qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin.”
Kaya, got ku berpirsyarê van pêkanînan di serî de Hikûmeta AKP û
Wezareta Dadê ye. Kaya bang her kesî kir ku li hemberî van
pêkanîninbêdeng nemînin û têkevin nava liv û tevgerê.
Ji ber navê kurdî tedawî nakin!
K. KIRKAYA - R. DEMÎRKAYA / DÎHA
ENQERE - Hate ragihandin ku Rojda E ya
14 salî ku ji ber "di bêvila wê de goþt heye û bêhna wê
diçike" birine Nexweþxaneya Taybet ya Keçîorenê, lê
nehatiye dermankirin. Rayedarên nexweþxaneyê der barê mijarê de
bersiv nedan pirsan. Hate diyarkirin ku rayedaran telefonî dayika
Rojda kiriye û gotine "Jixwe alozî heye, hewceyî nûçeyên
wiha nake."
Dayika Rojda E. ya 14 salî Rafiye E,
ji ber nexweþiya "di bêvila wê de goþt heye û bêhna wê
diçike" di 6'ê gulanê de keça xwe bir Nexweþxaneya Taybet
ya Keçîorenê. Rojda ya bi eslê xwe ji Wanê ye, li nexweþxaneyê
ji bo muayeneyê sewqî Beþa Guh, Poz û Qirikê hate kirin. Li vir
bijîþkê bi nave A.S. bi Rojdayê re eleqeder bû, lê ji ber navê
wê nerazîbûn nîþan da. Refîye E. ku keça xwe biribû
nexweþxaneyê, da zanîn ku li hemberî nerazîbûna bijîþk
matmayî bûye û bûyerê wiha vegot: "Navê keça min wekî
'Jojda' hatibû nivîsandin û keça min jî xwest ku navê wê bê
rastkirin. Bijîþk li gel vê daxwazê got 'Ev çi nav e?' Min ewil
got qey nerazîbûna wî, li hemberî kesên ku nav xelet nîvîsîne
ye. Lê bijîþk helwesta xwe domand. Wiha got: 'Çima vî navê li
te kirine? Tu dê heta dawiya emrê xwe ji ber navê xwe tengasî
bikþînî.' Piþt re got 'hun ji ku ne?' Piþt re jî tenê li guhê
keça min nihêrî û li gel ku muayene nekir wiha got: 'Tu nexweþ
nîn î û em þandin."
Refiye E. da zanîn piþtî bûyerê
çûye cem xwediyê nexweþxaneyê Ramazan Aydin û nerazîbûna xwe
jê re aniye ziman. Refiye E, wiha got: "Aydin ji min re got ku
dê bi bûyerê re eleqeder bibe lê ez bawer nakim ku tiþtekî
bike."
Me ji bo hevdîtina bi Xwediyê
Nexweþxaneya Taybet a Keçîorenê Ramazan Aydin re, îsrar kir, lê
digel hemû îsrarên me Aydin bersiv neda telefona me. Sekretera
Aydin ku bersiv da telefona me, îdia kir ku negihîþtiye Aydin. Lê
li gel vê angaþtê piþtî ku em li nexweþxaneyê geriyan, Aydin
li Rafiye E digere û dibêje "Jixwe alozî heye, we agahî daye
çapemeniyê, hewceyî nûçeyên wiha nake."
Cezayên hucreyê didin wan
Li Girtîgeha Boluyê jî pekanînên
kefî û derqanûnî bi dawî nabin. Girtiyê bi navê A. Kahar Aksoy
bal kiþand li ser pêkûtî û cezayên hucreyên kefî. A. Kahar
Aksoy bang li saziyên sivîl û mafên mirovan kir û xwest ku ku li
hemberî van pirsgirêkan bi hestiyarî tevbigerin.
Li Girtîgeha Boluyê A. Kahar Aksoy
nameya ku ji rojnameya re þand de rewþa xwe anî ziman û got ku ew
û hevalên wî rastî pêkanînên kêfî tên û li girtîgehê
pêkanînên kêfî bi dawî nabin. Her tiþtên wan rastî cezayên
giran tên. Bi malbatên xwe re nikarin bi kurdî biaxivin.
Pirsgirêkên wan ên tenduristiyê nayê çareserkirin.
Aksoy di nameya xwe ya ku ji rojnameya
me re þandiye de rewþa xwe wiha tîne ziman: “Ji ber ku malbatên
me bi turkî nizanin em mecbur in bi wan re bi kurdî biaxivin lê bi
hinceta ku qedexe ye em nikarin bi telefonê bi kurdî bi axivin.”
Aksoy di nameya xwe de bal kiþan ser
cazeyên hucreyê yên kêfî jî û wiha got: “Ji ber daxwaznameya
greva birçîbûnê cezaya hucreyê dan me. Di daxwaznamayên me de
ji ber bikaranîna gotina ‘birêz’ jî ceza didin.”
Aksoy di nameya xwe de dibêje ku her
gavên wan rastî cezayên hucreyê yên kefî tê. Heta ji ser
lêpirsînên ku hatine vekirin de parastinên ku dikin jî dîsa
rastî cezayê tên. Li hemberî cazeyê ku tên dayîn ji Dadgeha
Înfazê re parastina îtirazê dinivîsinîn lê ji ber wan
parasnameyên wan jî ceza didin.
Aksoy di nameya xwe de dibêje ku ji
ber van cezayên kêfî heta adara 2009’an mafên wî yên
hevdîtina vekirî hatiye qedexekirin. Aksoy di nameya xwe de balê
dikêþe ser rewþa xwe ya tenduristiyê jî û dibêje ku ji ber
piþikê, êþên movikan, pirsgirêkên rovî û made gelek nerehet
e lê nayê tedawîkirin. Aksoy di maneyaxwe de xwest ku sazî û
rêxistinên sivîl li hemberî pirsgirêkan bihestiyar bin.
This entry was posted on 09-05-2008 10:47 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 1 time. You can leave a comment.
Last update on 09-05-2008 10:47 Views: 37
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 37